83 Kul û Nîv 05:07 08.04.2015 Ey yara ku xwediyê tevna wê ez im  Ya ku ji wê tevnê pê ve nizanim birêsim  Birêse rûyê xwe li rûyê min  Birêse, esmeriyê mohr bike li bedena min  Tu her li kîjan bajarî bî, tif bike û were  Hatina te, bibe çiyê çûna te jî were  -Mêze, xwedayê evînê nikare serê xwe jî li ber xwe bigre-  Çokek e, ya ku dil dike  Cotek dest e teqez hevrîşmî ye Di vê şeva Leyle-tul Qedrê de  Di zembîla Zembîlfiroşê (Meya)Farqînî de  Li vê taxa mizgeftê  Ku hemû taxên bajêr li tê  Were, weke ku wahî were  Ji peyamberekî jixweçûyî re Di pey de, bila baraneka gij bibare  Û serê pozê min şiranek be  Di pey de, baraneka gij dibare  Serê pozê min şiranek e  2013/ Farqîn  Roşeng Rojbîr