Mele Ebdullahê Teraşî (1884-1925) 02:40 11.07.2005 Şêniyên ku li van her sê taxan rûdinên hemû pismam in û ji bavekî ne. Hin ji wan, di dema xwe de ji gund koç kirine û li aliyên Mûşê, Batmanê û Farqînê bi cî bûne. Herweha gundek jî nêzîkî Batmanê, bi navê Şabê kirîne. Şêniyên wî gundî jî, ji xeynê cenanan, pismamên hev in. Lê ev gund di demên dawî de şehîd dane û ji ber zilm û zordariyên dewletê, gund bi piranî vala bûye û gundî koçberî metropolên Tirkiyê bûne. Seydayê Mele Ebdullahê Teraşî demeke dirêj li gundê Qeremûsa Farqînê melatî kiriye. Di demeke kin de ji ber alimiya xwe û berhemên xwe nav û deng daye. Seyda ji melayan pir hez kiriye, lewra gotiye ku mela kesên xwenda û zana ne. Lê li dijî Şêxan bûye, li gel malbata wî bi xwe jî şêx bûye. Gelek berhemên mele Ebdullahê Teraşî hebûne, lê piştî têkçûna Serîhildana Şêx Seîd Efendî, dewleta tirk li Seydayê Mele  Ebdullah jî digere û nasên wî, ji tirsa ku dê Seyda jî bi dar ve bikin, berhemên wî şewitandine. Hezar mixabin ku neha di destên me de bi tenê sê helbestên Seyda hene, ew jî yek jê ne temam e. Lewra kurê apê Mele Ebdullah Şêx Cafer, ew ji ber kirine û kurê Şêx Cafer, Şêx Mîsbahê Silîvî jî, ji bavê xwe ew ji ber kirine. Loma jî heta ku ev helbest gihîştine îro, hin rêzik hatine jibîrkirin. Ev cara yekem e ku ev her sê helbest û li gel jiyana Seyda ya trajîk têne nivîsîn. Piştî têkçûna tevgera Şêx Seîd, mîna gelekan, mele Ebdullah jî ji aliyê dewleta tirk ve tê girtin û ew dişînine Xarpêtê. Seyda di 17ê tîrmeha sala 1925´an de li Xarpêtê, li gel 150 kesan tê bi darvekirin. Dema Seyda hatiye darvekirin, 41 salî bûye. Cenazeyê wî nadine malbatê, bi tenê cube, fes û şaşika wî ji malbata wî re dişînin. Li hember vê jî, pereyên kindir, sêdar û heqê cellad, ji malbata wî dixwazin. Li ser vê yekê, kurê apê Seyda Şêx Cafer, çêlekeka xwe difroşe û pere dide dewletê û cubbe, şaşik û fesa Seyda ji wan digire. Niha ji Seydayê Mele Ebdullahê Teraşî ew cubbe, şaşik, fes û sê helbest (yek jê ne temam e) û sê nevî mane. Keçeka Seyda hebûye û navê wê Emetullah bûye. Bînbaşiyek bi navê Arif Tufekcioglu ku bi xwe erebê Mêrdînê bûye, seyda digre û bi darve dike. Dema Seyda digre, keça wî Emetullah wê demê 7-8 salî bûye. Bînbaşî ew digre û bi xwe re dibe. Piştî bi darvekirina Seyda û 150 kurdên din, bînbaşî keça Seyda dibe mala xwe û wê ji xwe re dike qewraş. Çend sal şûn ve jina bînbaşî dimre û bînbaşî Emetullah li xwe mar dike. Keçek û du kur ji wan re çêdibin. Niha Emetullah heye an tune ye, em nizanin lê zarokên wê li Stenbolê ne û halxweş in. Lêbelê haya wan ji vê çîroka trajîk nîne. ESÎRÊ QEYDÊ Esîrê qeydê ez im Girtiyê seydê ez im Zerdeştî bîdê ez im Talibê feyzê ez im A di mekr û keydê tu yî Nade ruweydê tu yî A tîr di eydê tu yî Davêtî seydê tu yî Ê dil birîndar ez im Aşiqê dildar ez im Gestiyê reşmar ez im Xelîdê bê mal ez im A dest vemiştî tu yî A xelq dikuştî tu yî Li erdê dihiştî tu yî A dil dişûştî tu yî Destmala destan ez im Ê di bendî bostan ez im Dayîm zivistan ez im Serbestê dostan ez im Newra biharê tu yî Neqşa nîgarê tu yî Sêva li darê tu yî A bi şerm û arê tu yî Ahmedê şettan ez im Kulîlka xortan ez im Ê dil bi tertan ez im Kerê bi kurtan ez im A bi qina û perdan tu yî Dermana derdan tu yî Xwediya kemendan tu yî A kirime zîndan tu yî Ê nab Ebdullah ez im Ê dibê ya Allah ez im Sewdayê mellah ez im Kevirê der şella ez im. Mele Ebdullahê Teraşî Têbinî: Muzîka vê helbestê jî, ji aliyê Şêx Mîsbahê Silîvî ve hatiye çêkirin JI SIRRÊ WEHDETA HEQ Ji sirrê wehdeta heq melbûsê şah û paşan Nûra ji rengê atles feyza wekî qumaşan Feyza ji qelbê arif wek Nîl û wek Ferat e Gavek bikin tefekkur carek bikin temaşa Xatem bi destê kî bit bê şik ew e Suleyman Dil kir muteu munga muhr û tilismê qaşan Ji ewwel ez eyaz im ji te bi îz û naz im Dê te can teleb kim, ger xwîn hilîne laşan Namî nezerke îro pir şêxên vî zemanî Mezin dikin serên xwe bi teylesan û şaşan Bi xîmên enqebûtî wan pir kirin mirîd e Hemiyan me mal û dewlet dan mift û hem belaşan Dama dinê vegirtin welgirtin zeyyê şêxan Dal û mudîl û gumrah bûn şubhetê fîraşan Ehlê kulûb û îrfan ji ber desaîsê wan Dunya kirin musellem dan destên van gelaşan DÎLBEREK Dîlberek min dî di xew da Dîm wekî bedra şefeq da Te ez kirim dîwan û sewda Ax gelo derman heye Dîm wekî bedra hîlal e Şûle ye bi husn û cemal e Nezerek bo min helal e Min diye fetwa heye Nezerek da min hebîbê Kuştime bi tîra reqîbê Way li halê min xerîbî Rûreş û şermende me Rûreş im dûr im ji babê Sohtime bi mislê kebabê Ray li halê min qet nabe Emr û fermana te ye Dîlbera´m ji takê nîhan bû Şûle bû ji nûra Xuda bû ê ku dî rih lê nemabû Derdekî bê lome ye Çavkanî: Şêx Mîsbahê Silîvî Mahabad F. Arda felat.arda@amidakurd.com 2005