WISA NENÊR 04:00 11.04.2015 Wisa nenêre çavwelatê min Di çavên xwe yên xumamî de Têkçûyîna qewmekî nîşanî min nede Neke ku ez rabim bi cilê ser canê xwe kevim Her ku çavên te yên xumamî li min dinêrin 29 seriyên jêkirî Her ku li çavên te yên şil dinerim Du çemên har ên ku tîna welatekî naşkênin dibînim Wisa nenêre dibêjim Wê niha şervanek deng bide ji bin kevirekî Dê biqelişîne perdeya xîreta min Wisa nenêre Ne ku ez ditirsim ji nêrînên te Ditirsim xwe tê de bibînim Bibînim ku lal, bêhal, bêcîh û war im Niha, di vê kêliyê de, Gotina dawiya peyvekê me Wisa westiyayî wisa li paşmayî, Wisa nenêre çavwelatê min Kulîlkên çilmisandî nîşanî min nede di wan çavên xwe de, Nebêje roj li wan dernayê Nebêje dê nebişkivin Bigre çavên xwe çavwelatê min Bila ji rondikên te yên ku naherikin Tijje bibe gola hêviyên min.