Ez im mîr im 04:55 10.09.2015 Li der min zilm  Li dor min zilm  Li ser min zilm  Li jor min zilm Lê ez beng im  Seranpê ceng im  Li cîhanê deng im  Li jîyanê şeng im Xwedî al xwedî war  Dil ji pola bi rim bi mertal  Namirim ez her şên û şîn  Ji lew ez im nebiyê Zal Lê tu kî yî ey kesê ne kes  Ey Tûran û Roma teres  Her talan e we nine keramet  Bîjiyên Osman bê war û dexes Ev serî pêl nebû bi hezarê salan  Nabe war ji we re ev ax û ev xan  Îroj Silîva Gever Cizîr im  Sibe bi şan li textê mîr im Mahabad Felat Arda 2015-09-10