PERPEROK 05:51 26.09.2015 (Ji bo dayika min) Ax dilê min… Ew çendî dem  Ew çendî sal  Ew çendî payîz  Gelo çend dilopên baranê barîn bi ser kêlika te de  Ji ewrên kesera min  Ew çendî zivistan  Gelo çend kuliyên berfê  Ji bêrîkirinên min Çendî sar bûn hemi demsal  Çendî bêyî te Çendî bihar derbas bûn  Gelo çend kulîlk  Ji germahiya dilê min  Ji tovên valahiya giyana min vedan li ser axa te  Çendî havîn derbas bûn  Çend çivîkî li ser guliyên dara ber sere te danî  Çendan xwe li ber siya kêlika te hênik kir  Nizanim…  Bi tenê dizanim  Bêriya te dikim  Sal ji salê kûrtir  Û mirina min e dirêjiya her salê  Çil û heft caran çil û heft salî  Dikime bi gorî  Ji bo yek hemêzî Ji bo yek kêlî Mahabad Felat Arda 2015-09-24