Lİ CÎHANÊ ROJA KOBANÊ 09:52 01.11.2015 Cara yekem e ku navê bajarê Kobanê Wê ewqas deng daye nav gelên cîhanê! Bi mehan, ev şerê kolanan, berxwedan Dijmin bilê bi lehengiya wan şaş man!.. Her bijîn şêrên berxwedana Kobanê! Bes ne tenê ji bo Kurd û Kurdistanê, Hun bûn rûmeta hemî gelên cîhanê! Canê, canê tu bû kulîlka berxwedanê!.. Qîz, xort gel ranezîn şev û roj şer kirin, Şoreşgerên cîhanê hemî bi xwe şakirin! Jinwerî, camêrî tev de bûn berxwedan, Ew bûn hêviya şoreşgerên hemî cîhan!.. Kurdan mil dan hev, neyar ber revîn, Aşitîxwazan yarmetî dan gelê Koban! Rojek wusa nehat dîtin, cîhan bû cîhan, Her alî belav bû, navê Kurd û Kurdistan!.. A. BALÎ 1 Mijdarê 2015