JI BO RASTNIVÎSÊ ÇEND NÎŞE 08:33 15.06.2016 mamosteruken_farqin@hotmail.com  http://twitter.com/rukensarili   Tîpên Kelijandinê:   1)     Li gorî rêbazên rastnivîsê; Beriya tîpa ‘y’ tîpên ‘î-ê’ nayên bikaranîn, li tîpa ‘i’ yê vediguherin.   Mînak:  Şaş >> Ev dîyarî ji bo te ye.                                    Mînak: Şaş >> Ev, dêya hevala min e. Mînak: Rast >> Ev diyarî ji bo te ye.                       Mînak: Rast >> Ev, diya hevala min e.     2)     Li gorî rêbazên rastnivîsê; Beriya tîpa ‘h’ (ji xeynî peyva cîhan) tîpên ‘î-o’ nayên bikaranîn. Tîpa ‘î’ li tîpa ‘i’yê, tîpa ‘o’ li tîpa ‘u’ yê vediguhere.   Mînak: Şaş >> Em ji cîhê xwe dûr ketin.       Mînak: Şaş >>  Divê em li hev gohdarî bikin. Mînak: Rast >> Em ji cihê xwe dûr ketin.     Mînak: Rast >> Divê em li hev guhdarî bikin.     3)     Li gorî rêbazên rastnivîsê; Beriya tîpa ‘w’ tîpên  ‘u-û’ nayên bikaranîn, li tîpa ‘i’ yê vediguherin.   Mînak: Şaş  >> Navê xwesûwa wê, Berfo ye.                     Mînak: Rast >> Navê xwesiwa wê, Berfo ye.   Di raweyên deman de bikaranîna lêkerên gerguhêz;   Dema ku lêker gerguhêz bin; Divê di demên borî de kirde her tim tewandî, bireser her tim xwerû be. Ji ber ku bireser xwerû ye, yekjimarî û pirjimariya bireserê bi lêkerê tê diyarkirin.   Mînak: Şaş >>   Min wan dît. Mînak: Rast >> Min ew dîtin.   Di raweyên deman de bikaranîna lêkerên negerguhêz;   Dema ku lêker negerguhêz bin; Divê di hemû deman de kirde xwerû be.   Mînak: Şaş >>  Min çû, wê li dibistanê dît. Mînak: Rast >> Ez çûm, min ew li dibistanê dît.   Qertafên ku lêkerên pêkhatî çêdikin, her tim li pêşiya lêkera xwe tên nivîsandin. Qertafên demê û hwd. nakevin navbera lêker û qertafa pêkanînê.   Mînak: Şaş >>  Ez avê divexwim.  Mînak: Rast >> Ez avê vedixwim.   Lêker   Lêkerên hevedudanî; Dema ku navdêr bin, bi hev ve tên nivîsandin.   Mînak: Şaş >>  Perwerde kirina zarokan, karekî girîng e. Mînak: Rast >> Perwerdekirina zarokan, karekî girîng e.   Lêkerên hevedudanî di rewşa tebatî de bi hev ve û bi awayê raderî (mastar) tên nivîsandin.   Mînak: Şaş >> Xwendekar hatin hişyar kirin. Mînak: Rast >> Xwendekar hatin hişyarkirin.   Lêkerên hevedudanî di avaniya dançêker de bi hev ve û bi awayê raderî (mastar) tên nivîsandin.   Mînak: Şaş >>  Ew, dixwazin mala xwe bidin paqij kirin. Mînak: Rast >> Ew, dixwazin mala xwe bidin paqijkirin.   Koka lêkeran di dema niha, dema bê  yan jî di raweya fermanî de tê bidestxistin.   Dema Niha: Xwendin: Di + xwîn + im. Dema Bê: Xwarin:       Di + xw + im. Raweya Fermaniyê: Avêtin: Bi + avêj + e/in!   Koka dema borî, di dema boriya têdeyî de tê bidestxistin. Bi gotineke din, hemû lêkerên bê rader di rewşa koka dema borî de ne.   Li Gorî Lêkerên Gerguhêz:          Mînak: Min rojname xwend. Te heval dît. Wî li şanoyê temaşe kir. Wê diyarî da. Me name şand. We xwarin xwar. Wan nivîs nivîsî.   Li Gorî Lêkerên Negerguhêz:    Mînak: Ez ketim. Tu hatî. Ew çû. Em bûn. Hûn fikirîn. Ew firîn.   Cînavk   Cînavkên “xwe” û “hev û din” hem di cihê hêmanên xwerû, hem di cihê hêmanên tewandî de tên bikaranîn.   Mînak: Tu li xwe dinihêrî.                 Mînak: Em li hev û din dinihêrin Mînak: Te li xwe nihêrt.                    Mînak: Me li hev û din nihêrt.     Cînavka “kî” û “kê” ne li gorî zayendê, li gorî deman peywirê digirin. Cînavka “kî” xwerû, ya “kê” tewandî ye.   Mînak: Kî dipirse? Dîlan dipirse. / Baran dipirse. Mînak: Kê pirsî?    Dîlanê pirsî. / Baranî pirsî.   Qertaf:   Qertafên veqetandekê (zayendê) her tim bi navdêran ve tên nivîsandin. Dema ku ev qertaf bikevin cihê navdêran ango di rewşa cînavkên xwedîtiyê de bin, cuda tên nivîsandin û li gorî rewşa dengdarî yan jî dengdêriyê, tîpa kelijandinê (y) digirin.   Mînak: (wekî qertaf) Ev, pirtûka min e. Mînak: (wekî cînavk) Ev pirtûk, a min e.   Qertafên tewangê ji cînavkên kesane yên tewandî; “wî, wê, wan” pêk tên.   Î/nêr/yekjimar    Ê/mê/yekjimar      An/pirjimar       Ji ber tewang û ravekê, koka peyv û navdêran nayê wendakirin:   Çewt                           Rast   Tirkiyê                        Tirkiyeyê Komelê                       Komeleyê Rojnamê                     Ronameyê Dîclê                           Dîcleyê Licê                            Liceyê Cixarekê                     Cixareyekê Netewê                       Neteweyê Nexweşxanê               Nexweşxaneyê