Va ye ez diherim, Pir Sultan Abdal 03:16 01.01.2015 Ji vî zozanî ez ê jî herim şah … Yê himber xuyayî çi zozanekî xweş e Min demek nebihart ez diherim wisa Pîrê min î çavbelek tu min bistirînî Ji vî zozanî ez ê jî herim şah Ger ez şênkahiya vî bostanî bim Di devê vî gelî de ezî destan bim Ger Axa reş ez serdestê te bim Ji vî zozanî ez ê jî herim şah   Ji komek quling re bifirin gotin Derdê di dil de der bikin gotin Ji zozan û wê de nêzîk e gotin ji vî zozanî ez ê jî herim şah Ji destê xoşevist mişt vexwarî dîn im Lehiya mêşeyî ser kef bixwîn im Ez lawekî rê me rê perîşan im Ji vî zozanî ez ê jî herim şah Destmêja min girtî bidine girtin Nimêja min kirî bidine kirin Yên li ba we bêjin ‘Şah!’ bidine kuştin Ji vî zozanî ez ê jî herim şah Pir Sultan Abdal im dinya aş nabe Çû, emrê çûyî nayê bi şûn de Çavê min jî ji rêya şahî venabe Îsal ji vî zozanî ez ê jî herim şah Pir Sultan Abdal Ji Tirkî werger: Çiya Mazî-