Ew Bajar 03:06 30.07.2010 EW  BAJAR ez diçûm kîjan derê wî bajarê ku li bin guhê dîwarên wî diketim   her serê qorziyekê wateyek dihewand ji êşan û her dawiya kuçeyeke tarî, dilêkî kevirî ew kevirên ku carinan dibûn şîmaq û  kêmcaran gulên bi sitrî li ser rûyê min… ji ber wê ew awirên hişk ji dilê bi hizin derketin û ji ber wê bê silav û bê xweşûbêş dûrketin ji tengalekan bi tengala terkîwelatiyan re terqîbûn…   ez xeyidîbûm... ez xeyidibûm ji wî bajarî min bêrîkirinên xwe xistin bahola xwe û çûm... min awirên xwe ji berriyê dan hevdû û ji ser keviran pelînên xwe û likumandinên xwe eşkere kirim çongşikestinên xwe girêk û gerînokên qirika xwe şanî wan kirim û çûm li ser striyên rêya min xwe avêtin erdê hewariyan fîkandinên rojhilatî newalên newayên kemanjenan dagirtin ji şaxan ber bi lûtkeyan firiyan balindeyên bajarî bi wan re kevokan ji ser kumbetan û sariyên deriyên mêşinî 49 pêlik serjêkirin li ser kevirên keviyên kolanan temaşe kirin di sehera sibê de maşûqan dema ez çûm… dema ez çûm jinê reşa xwe avêt ber reşêşkan tilîkên min î diricifîn firkandin bi tilîkên narîn berbûkan ramûsanên xwe û bêhna kilên xwe bi min re şandin ji heyvê re diyarî bûkên bahozan ez çûm… ez nepeyîvîm û çûm… ez diçûm… ez diçûm û birîn dibû bedena min her ku roj diçû ava li ser axa şop û şûnwarê min