Silîva 09:42 23.08.2016 Ger çavên te hebûna Silîva bedêla her hêstirên mîna taviya baranê jê dirijin can e Bîra te parzûneka dîrok jê dawerivî û welatek e afirînerê çandê Destên te yên ber bi asîmanan ve bilindbûyî caran xwezî û caran serîhildan e Lingên te mora li ser dîrokê her gavek jê şan e Bedewiya te kesera min bi evînê re hemnav êtûna li nav dilan e Û... em, zarokên te Silîva ger belav bûbin li seranserê cîhan zanibe ku her rojên me qehr û giryan e Nîjad Arda