Min Bihîst 04:05 01.08.1997 Min bihîst! Tu hatiyî şûna min, xapa xelayên min, lûsa şevên min. Min bihîst! Tu revên min ên mirinê dihewînî, di hembêza xwe de dixî xew. Û ez! Kurê bêtebatê, destgirtiyê şevbuhêrkan. Nikarim biletimim, çongşikestî bûme.