EV DER SÛR E 08:34 13.04.2017 Ev der Sûr e Xwedî bîr û birînên pir kûr e Hûn darên li ser wê êşê şînbûyî Gelo çend guleyên har li laşê we daçikandî man? Bi her qêrîneka ji gewriyên bi hêrsa dem û serdemên hov dagirtî derdayî Çend pel weşiyan ji şaxên we? We çend hêstirên dayîk û zarokan vexwar û çend pelên we şîn bûn ji nû ve? Aha ew in hêvî ji lewre! Têbinî: Wêne ji rûpela Şivan Vural Tantekîn hatiye girtin. Mala wî ava.