Dibêjin Ferhad çêran kiriye, loma! 10:24 14.04.2017 Dibêjin Ferhad Pîrbal çêran kiriye! Ez dibêjim qenc û çê û xweş kiriye! Çêr, di devê kesên mîna Pîrbal de huner e, hêz e, serîhildan e, nepejirandina bêdadî û gemariyan e. Çêr, di deve kesên mîna Pîrbal de rawestaneka wijdanî û exlaqî ye. Ji lewre ye çêrên wan ders in ku ji encama êşên jîyanê dane der. Derdayîna çêran ji devên kesên mîna Pîrbal edeb divê, exlaq û jîrî divê. Loma jî; Qeda bê li wê pergalê û hemû berpirs û rêveberên wê pergalê ku Ferhad Pîrbal û kesên mîna wî neçarî çêran dikin û piştre jî wan çêran dikine sedema êrîşên xwe yên faşîzane, kuştin, îşkence û girtinan. Dîsa; Qeda bê li wî kesî ku vê êrîşa faşîzane li şûna şermezar û mahkûm bike, ji ber çêrên(!) Pîrbal, vê êrîşa faşîzane mafdar û sedemeke di cî û rê de nîşan dide. Hûn gemariyên vê jîyanê ne. Ya Pîrbal dibêje ev e, ne çêr in û ya we dide der, rûpoşa we dixîne ew çêr in. Ev sîrqûniya we ji ber wê ye! Careka din şermezar dikim!...