Mirin-I 04:08 31.07.2006 Hat û ku ez mirim, Bizanibe ku ez pir li hêviya vê rojê mam. Her meşek min vexwendinek bû ji mirinê re, Û dûmahîka her gaveke bêmirin, Ji riyeke din a vexwendîner re bû destpêk. Hat û ku ez mirim, Bizane ku gihaştim armancê, Ji bo ku min mirina te nedît. Bila tu axê bavêjî ser çavên min, Da ku nebînim mirina te.