GOVEND Û STRANÊN KURDÎ 1 03:00 01.05.2018   Reqs û Govend toleransa mirov a êşê her tim zêdetir dikin û mirovan nêzîkê hevdû dikin.   Wekî tê zanîn berî saz û tembûrê û def û zirnê, reqs û govend li ber klamên devkî dihatin girtin.    Li herêma Licê jî pirrahiya şahî û dawetan di vê çarçoveyê de bûn. Di derbarê çand û hunera govendî ya herêma Licê û klamên bav û kalan de ev çendiye lêkolînekî dikim.   Di vê lêkolîna xwe de min bi dehan klamên govendî, lorînî û mustehcen berhev kir û ez ê ji we xwendevanên Amîda Kurd re yek bi yek behsa çîrokên wan bikim.   Gelek klamên kevn hene ku di nav dîrokê de wenda bûne û bi demê re hatine ji bîr kirin. Ji bo vê çendê min xwest van berhemê bav û kalan tomar bikim û bermahiyeke wisa ji bo nifşên nû bihêlim.   .....   Li herêma Licê, yek ji wan klamên govendî ya herî navdar klama Nûrê ye.   Nûrê bi eslê xwe ji gundê Engul bûye û li Kaniya Feyzo (Xanûq) zewicandî bûye, jinekî çeleng û mêrkane bûye.    Di demekî de di navbera malbata Nûrê û malbatekî din de xusûmetiya bend û hewlandina erd çêdibe û dozgeriya Licê ji bo navbeynkariyê heyetekî dişîne gundê Kaniya Feyzo.    Heyet biryara wek malbata Nûrê sûçdar dibînin û biryarê di vê çarçoveyê de digrin. Nûrê li dijî vê biryarê bertek nîşan dide û bi dar û percînan li nav serê hakim û sawcî dixe.    Piştî vê serpêhatiyê Nûrê tê girtin û wê dibin Licê derdixînin mehkemê. Mehkeme biryara girtina Nûrê dide û wê dişînin hepsa Qulpê (Pasûr)   Xort û ciwanên wê demê li ser mêrxasî û bedewiya Nûrê klamkî çêdikin û di şahî û dawetan de tim dibêjin.   (NÛRÊ) Kaniya Feyzo bi şebreq e Nav singê Nûrê bi deq e Hûn eslê wê bipirsin Nûra mala şefeq e   Li min rasta golêyo Li te rasta golêyo Xort diçine seydêyo Li bejna nûrê dinêryo Xort ketin pencerêyo Li bejna Nûrê diniryo   Lê Nûrê banî banî Çavreş kilê sibhanî Gava xwedê li hev anî Ez ê te bikim kevanî Ez ê te bikim kevanî Kevaniya vî canî   Nûrê çima tu digrî Xelkê malê te birî Barê nûrê giran e Ajot şehera jorîn Barê nûrê titûne Ajot mehela jorîn   Ziftî hatin ji Licêyo Dest kirin kelepçêyo Nûrê li hespê kirin Birine mehkemêyo Nûrê li bergîr kirin Birin hepsa Qulpêyo   ......   Yek ji van klamên herêma Licê jî klama Pale ye..   Wekî tê zanîn di demên borî de çiyayî ji bo xebatê diçûn li deşta Amedê paleyî dikirin. Camêrekî bi navê Xalê Husnî hebûn ji gundê Huseynîk bûn. Di xortîtiya xwe de rojek diçe gundê Bindan paleyî dike û keçikekî aşiqê wî dibe. Xalê Husnî kesekî mêrxas û karker bûn, mêrxasî û jîrbûna wî li ser keçikê bandor çêdike û keçik dibe evîndarê wî. Keçik, li ser evîndariya xwe û Xalê Husnî ev stran dilorîne û dibêje;   (PALE) Lo lo pale pale pale wî di berda  Tar û dasê te bişkiyana di celxe da Êvarê were helawê di mala me da   Lo lo lawko ez miya miya qerim Ez ê geriyam li mêrgan hûr nefele hûr diçerim Wele ezê bi nefsa canê xwe dîlberim were were   Lo lo lawko sîka bedena Diyarbekir li min gêr bû Wele dilê xelkê bi salan û bi mehan bû Ê min û te do na pêr bû pale pale   Lo lo kuro paleyî meke tev cefaye Beyderan mekute toz û kaye Were sîka kofîka bi ronîke qismetê min û te belaye   Lo lo kuro çiya bilindo bi ser me da Masîvanî wane digerin biniya me da Ez ê ewqas geriyam min dil nedî Bi ser dilê xwe û te da   Lo lo pale min dengî bankir dengêm ew tê Were xwe li diyarê xanî ronî ke sîka rewtê Wele xewa jina çê di paşila mêrê xirab da ji xwe ew tê   ......   Dîsa yek ji van klaman jî klama Dînê ye..   Klama Dînê bi rîtm û ahenga govenda cîda tê gotin. Ev klam di demên borî de ji aliyê ciwanên navenda Licê ve hatiye çêkirin û li hemû gundên Licê belav bûye. Min gotinên vê klamê ji Xalê Şukriyê lawê Sofî Rîzayê Huseynîkê berhev kir.   Gotinên stranê wiha ne..   (DÎNÊ) Heylê dînê heylê dînê Heylê dînê dîn zalimê   Dîna min ji mehla delûwan Şemamoka nav pembûyan Qola min ji mehla delûwan Şemamoka nav pembûyan Destan bigrin rakin piyan Çepilan bigrin herin riwan   Dîna min ji mehla camekan Rinda min ji mehla camekan Şemomako nav genikan Ezê bibim ber berxikan   Lê lê dînê dînê dînê Ziyareta Tilê tînê Kevirê reşê pişt mêrdînê Law bimirê naçim şînê Keç bimirê herim şînê   Heyla dînê dînê dînê Heyla dînê din zalimê Ne ez dînim ne duristim Ber deriyê we diqelistim Vê kerbavê ji aqil xistim   Dîna min hat û xumxumî Rinda min hat û xumxumî Kunê pozê lê xitimî Ne awir da ne fitilî   Vî feradî xuşe xuş e Vî xopanî xuşe xuş e Bi xwe re tîne qal û qirş e Memikê dînê sêvê tirş e   .......   Yek ji van klaman jî klama Hênekê ye. Klama Hênekê jî ji aliyê koçekçiyên gundên Licê ve li ser navçeya Hênê ya Amedê hatiye gotin.   Gotinên klamê wiha ne..   (HÊNEKÊ) Hênekê me bi dolabo Temam şob û kerabo Xwelî li mêrê xirabo Roniştîye ranabo   Hênekê virda wêda Enkebîr di ortê da   Hênekê me çarşî ye Enkebîr li qarşî ye   Hênekê bi hênê mênê Xopanê ji gundê Şênê   ........   Li rojavayê Licê li qontara çiyayê Dêrqam ji bo Liciyan ziyaretekî pîroz a bi navê Sadilkêf (Esbab-i keyf) heye.  Li ser vê ziyaretê jî klamekî hatiye çêkirin.   Gotinên vê klamê jî wiha ne:   (SADILKÊFÊ) Sadilkêfê ti bi ava bî ti bi ava bî haylo mala min ê Tu ji rindan xalî nabî haylo şêniya dilan   Sadilkêfê destê rezan haylo mala min ê Çûm dikanê şehr û qezan haylo şêniya dilan   Mihane û mihane haylo mala min ê Mihanê Hecî Elî haylo şêniya dilan   Tiriya rezan tiriya reşe li wî jeberî haylo mala min ê Hinek bixwe hinek werîn haylo şêniya dilan   .......   Yek ji van klaman jî klama berbûriyê ye. Di demên borî de dema bi siwarî an peyatî berbûr diçûyan bûkê bînin ji aliyê keç û jina ve dihat gotin, û li gor her gundekî gotinên klamê dihat guherandin. Taybetmendiyeke din a vê klamê jî ew bû ku, gava berbûr biçin mala bûkê bi qaydekî, gava bûkê dianin mala zava bi qaydekî digotin.   Xalê Mihemedê Mala Kal ê ji gundê Huseynîkê ji min re behsa vê stranê wisa dikir; Gava qîza Nîqulê ya Cinezûrî di gundê me de birin ji Hesê Nihê Îsa yê Celikî re berbûrên wê wisa digotin..   (Gava berbûr diçin ber mala bûkê)   Ax lê lê lê lê lê û lê Ax lê û lê lê û lê hevalê   Heval hatim te bibînim Nîşanîka te datînim Te ji birayê xwe re bînim Belkî bimrim qe nebînim   Heval bavê te çû çiya Daykam bavê te çû çiya Ji ta hanî herya miyan Kir palasa binê ciyan Derxe qata cilê tiyan Bide nav çavê jintîyan   Daykam koxkoxê mirîşkan Heval koxkoxê mirîşkan Baznê zêvî ket henîşkan Bila bişawtê dilê xuşkan   Bûkê rabe pir derenge Daykam rabe pir derenge Şala bûkê bi heftrenge Bêhna zavê me pir tenge   (Gava bûkê di rê de dibin)   Şala bûkê bi ber bayê xin Agir û pêtê bi dilê dêxin Dayîkam megrî bi delalî Êstirê gilor bide alî Hemû çûne bi vî halî   Berfê dayê weka kayê Zava liyaqe xwedê dayê   Huseynîkê kuçe tengo Zêran rêkin çeng bi çengo Bavê bûkê daye dengo   Huseynîkê kûr bi kûr e Zêran rêkin tûr bi tûre Bavê zava bê qusûr e   Huseynîkê me bi dolmîşo Ser dolmîşan bûne şîşo Ji bo na Hesen çawîşo   (Gava bûk digîje mala zava)   Gundê Celkê mêrg û kanî Tê de diçerin hesp û ciwanî Ew kî xwe da serê xanî Dismal di dest da bir û anî   Gundê Celikê gundê me ye Herya dorê giş hene ye Şukrî keya keyê me ye Bavê selo li pişta me ye Tirsa me ji keskî tuneye    Ew kî xweda lêvê xanî Hesen xwe da lêvê xanî Ewa te got min ji ta anî     Wê bidome..