Newêrim Bêjim 05:38 23.01.2011 Bizaniya te, Bê min çiqasî bêriya te kiriye ! Lê newêrim bêjim, Dora min pêçane kesên ji te hez nakin. Çavên te yên kal, Porê spî, Bejna zirav û pîr, Pişta xûz, Gopalê sertewandî, Diranên lêhatî, Textê li berberojk, Misînê destnimêjê Newêrim behsa te bikim Hêrs dibin Dibêjin em ê ji derdê wî rahêlin misîn, misilman bibin.