Serpêhatiya Dengbêj Kamilê Şebo û Qîzika Mistî 07:18 14.12.2018 Dengbêjên berê pirrî wan gerokî û çerçîtiyê dikirin.   Kamilê Şebo jî yek ji wan dengbêjên gerok û çerçî bûn.   Berê diçûne binxetê caw û qumaş dianîn li herêma Licê, Hênê, Dara Hênê, Hezro, Pasûr û heta deşta Amedê difirotin.   Rojekî caw û qumaşê çiftexas dike heqîban li ser pişta bergîrê xwe yê boz girê dide û dikeve ser rêya Mistan û Botiyan.  (Mistî û Botî du eşîrên herêma Dara Hênê ya Çewlikê ne, di heman demê de du gund in, û girêdayî Dara Hênê ne)   Demsala meha gulanê ye, dema berhevkirina pincar e. qîz û bûkên Mistî û Botiyan jî diçûne pincar, gûriz û kereng an derdixistin.   Kamilê Şebo, dema di rê de diçe xwe bi xwe klaman dibêje û rastî qîz û bûkên wan tê..     Qîzikekî Mistî, diçe pêşiya Kamilê Şebo, jê re dibêje:  - Dengê te çi xweş e xalo, tu bi navê xwedê dikî îşev bibî mêvanê mala filankesê..   Kamilê Şebo, daxwaziya keçikê qebûl dike û bi sozê mêvaniyê xatir ji wan dixwaze û di rê de dilorîne û ber bi gundê Mistan ve rêya xwe diçe.   Diçe nava gund heqîbên xwe li binê darekî gûzê datîne û banga sandina caw û qumaş dike.   Jin û qîzên Mistiyan dor jê digirin û danûstandinê dikin.   Li ser saloxdayîna qîzika diçû kerengan dipirse û dibe mêvanê axê gund..   Êvarê li mala axê qonax û şevbuhêrk çêdibe, temamê cîran û malîna dicivin, şîva xwe çêdikin dixwin û dest bi şevbihêrkê dikin...   Bi destpêka şevbuhêrkê re qîzika di rê de rastî Kamilê Şebo hatibû mînder û balgîfa xwe digire û tê li orta cemaetê rûdine.   Qîzik dibêje: - Xalo, navê te bixêr?   Kamilê şebo dibêje: - Navê min Kamil e, ji min re Kamilê Şebo dibêjin.   Qîzik dibêje: -Te dît îro li ser pişta bergîr te tiştekî digotin!   Kamilê Şebo dibêje: - Erê, rast e min klaman digotin..   Qîzê berê, wekî yên îro zêde di nav civata mêran de cih nedigirtin.. Heta mirovên hof û mêrxas derneketa pêşiya wan nedizewicîn.   Qîzik dibêje: - Xalê Kamil, em ê îşev bi stran û klaman bavêjin berhev. Heke ez zora te bibim, tu yê topekî qumaş belaş bidî min, gava te zora min bir, tu çi bêjî ez ê bidim te!   Kamilê Şebo, dibêje: - Heyran, ji Helebê heta Mêrdînê, ji Amedê heta Serhedê ez digerim û klaman dibêjim, ez rastî jinekî wekî te wêrek qet nehatim.   Qîzik dibêje: - Xalê Kamil, ez qîza axa me, bi ser huzn û çalima xwe de tu kesî nabînim!   Gava qîzik wisa dibêje, hîdet Kamilê Şebo digire û destê xwe dide ber gohê xwe deng lê dike..     Qîzika Mistî jî, bi qayde û meqamê xwe lê vedigerîne û distre...     Heta dîkê serê sibê li wan azan dide davêjin berhev..   Bi berbanga sibê re qîzika Mistî, ferq dike xewa Kamilê Şebo tê, jê re dibêje: - Xalo klamê te pirr mane an na?   Kamilê Şebo dibêje: - Weleh qîza min klamên min qediyan.   Qîzik dibêje: - Çawa klamê te qediyan xalo?   Kamilê Şebo dibêje:  - Ez Kamilê Şebo me, ji Helebê heta Mêrdînê, ji Amedê heta Serhedê min got, di kîsê min de tiştekî nema.   Qîzika Mistî dibêje;  - Xalo torbê min hê nêvî nebû ye.. Ez û tu heta sibê êvarê em ê bavêjin berhev, xelasiya te ji destê min tune ye.   Kamilê Şebo dibêje:  - Qîza min, te şertê topekî qumaş bi min re negirtibû?   Qizik dibêje: - Erê xalo   Kamilê Şebo dibêje: - Ez du top didim te dev ji min berde.   Qîzika Mistî, pê qayîl nabe û destê xwe dide ber gohê xwe deng lê dike û klama Xizna Xanimê û Bedrano dilorîne...   Mordem Zel 14/12/2018 Dara Hênê/Çewlik