KELEŞO NÛ BI DARO 08:23 22.12.2018   Hin klam jî hene di nav civakê de bûne weke zarokek ji malê û têne heskirin lê hezar mixabin çîroka wan baş nayê zanîn.   Yek ji van klaman jî klama Keleşo ye.   Ev klam serê pêşî di radyoya Rewanê de hatiye bihîstin û piştre li hemû herêmên Kurdistanê belav bûye.   Her çiqas navê klamê Keloşo be jî hin herêmên din weke Mele Îsa û Seyrano jî nav lê danîne.   Keleşo, kî ye û ji kî re tê gotin?   Wekî tê zanîn çanda me ya folklorîk zêdetir li ser devê dengbêjan hatiye parastin û heta roja îro maye.   Ji bo qeyda nivîskî tunebûye bi demê re gotinên vê klamê jî weke gelek klaman hatine guhertin.   Klama Keleşo jî yek ji wan e.   Keleş, ji bo xortên ku nû dikevin dara xwe tê gotin, di heman demê de, ji bo xortên jîr ê şimşad û wêrek jî tê gotin.   Hema hema hemû hunermendên me gotinên klamê weke Keleşo kesekî nobedar bûye berevajî disitirin, lê di rastiya xwe de Keleşo ne nobedar bûye!    Ji xwe dûrî aqil e ku xortekî nû bikeve dara xwe nobedarî bike.   Rastiya vê hevokê "Keleşo nû bi daro" ye, û ev jî tê wateya destpêka xortaniyê.   Ji bo xortên ku nû dikevin 13, 14 saliya xwe, dibêjin nû ketiye dara xwe.   Ev tê çi wateyê?   Wekî tê zanîn li ser erdnîgariya me şer û şabaş her tim hebûne û hê jî hene.   Berê şer, ne weke niha bi çek û sileh bûn, bi şûr û mertal, tûr û kevan û bi dar û keviran şer dihatin kirin.   Dema zarokekî bibûya xortekî 13, 14 salî digotin êdî destê wî darê digire. Yanê dikare şer bike.   Di klama Keleşo de, evîndara wî balê dikêşîne ser vê mijarê û jê re dibêje "Keleşo nû bi daro"   Rengê dildarî û heskirinên berê cûda bûn.   Keçika ku dildarê Keleşo bûye, navê wê Seyran e û emrê wê li gor Keleşo mezin bûye.   Ji bo emrê wê mezin bûye û Keleşo biçûk bûye, bêçaretiya xwe weke bendekî ji avê di navbera wan de hebe bilêvkiriye. Ev jî balkêşiya heskirina wê ye.   Keleşo, nû bi daro  Wey lo lo lo lo wey lo lo lo Lawiko, nû bi daro Yar dilê min û emrê te   Keçik li vir dixwaze vî bêje; Keleşo, tu hê nû ketî dara xwe û ez mezin im, ez ê çawa bikim ji dilê xwe û emrê te!   Klam wisa didome..   Keleşo, pirê çêke Wey lo lo lo lo wey lo lo lo Lawiko pirê çêke Yar dilê min û emrê te   De tu kevirê mermer lêke Wey lo lo lo lo wey lo lo lo De tu kevirê mermer lêke Yar dilê min û emrê te   De tu navê min û xwe lêke Wey lo lo lo lo wey lo lo lo De tu navê min û xwe lê ke Yar dilê min û emrê te   Li vir peyamekî dide Keleşo, ku ji heskirina wê re bibe bersiv û çareyekî bidîne.   Çêkirina pirê ya bi kevirê mermer û nav lê dan jî, bi xwe nîşana mezinbûna heskirina keçikê ye û gotineke dîrokî ye.   Lewra jî ev klam bûye yek ji klamên herî watedar.   Keleşo nû bi daro Wey lo lo lo lo wey lo lo lo Lawiko nû bi daro Yar dilê min emrê te   De ji obê were xwaro Weylo lo lo lo weylo lo lo Tu ji hafê were xwaro Yar dilê min û emrê te   Berê hevdîtina keç û xortan, li ser kaniyê, li ser xanî û li pişt şibakan bûn.    Di gotina "Ji obê an hafê were xwar o" de dixwaze bêje; ji nav qefleyê (ob) derkev were xwarê. haf jî di wateya cihê bilind an berbiçav de hatiye bikaranîn.    Şev yek e diz hezaro Weylo lo lo lo weylo lo lo Şev yek e derd hezaro Yar dilê min û emrê te   Di vê çarînê de keçik dixwaze bêje were min birevîne, lewra jî behsa şevê û hezar dizan dike.    Berê, keç û xort bi şevê direviyan. Dixwaze bêje rev bi dizî ye û şev tarî ye, ez ê li ku bizanibim bê ka kî min direvîne.   Gotineke mezinan heye dibêjin: "Sêv li darê ye hezar kes kevirê davêjin"       Keleşo heşmet heşmet Weylo lo lo lo weylo lo lo De tu bajo konê pêş me Yar dilê min û emrê te   Li vir balê dikêşîne ser îhtîşamiya Keleşo. Gotina Heşmet, peyvekî kevn e û di wateya heybetiyê de hatiye bikaranîn.     Keleşo mele Îsa Wey lo lo lo lo wey lo lo lo Lawiko mele îsa Yar dilê min û emrê te   Qeytana devê kîsa Wey lo lo lo lo wey lo lo lo Fîncanê dest û rêsa Yar dilê min û emrê te   Navê Keleşo yê rastî Îsa ye û bavê wî mele bûye, lewra jî keçik van gotinan pê ve girêdide û wî dişibîne qeytana devê kîs an.   Paşgotin.. "Bila mirov qeytana devê kîsa be zêr û zîvê qelşikê kuwaran nebe!"   Mordem Zel 22/12/2018 Licê