ÇÎROK Û STRANA NÛRÊ 08:52 06.01.2019 Di demên borî de, têkiliya civakê zêdetir bi rêya çîrok û klaman çêbûye. Kurdên ku li deverên cuda jiyan e, bi saya çîrok û klaman ji hev agahdar bûne. Mirov dikare bêje wek rêbazekî çalakiyê di çapemeniya civakî de deng bide bêhempa bûne. Dengbêjan, li ser bûyerên civakê bi qaîdeyek zanistî stran û klam afirandine, û bi meqamên xweş anîne ziman û raxistine pêşiya gel. Gel jî weke zarokekî ji malê li wan xwedî derketiye û mîna çûkek çêlika xwe mezin bike bifirîne derbasê herêmên din kirine. Klamên kurdan, tenê ne stran in. Taybetmendî û çîrokên wan weke belgeyên dîrokî ne. Mirov dikare bêje cewherên xezîneya ziman in. Stran û çîrokên bav û kalan ku di şahî û dawetan de, di şev û şevbuhêrkan de dihatin gotin ji bê derfetiyê yek û yek bi demê re ji reseniya xwe hatine dûrxistin.. Ji klamên dengbêjiyê bêtir yên folklorîk hatine guhertin.. Bi dehan hunermend hene ku bi eslê xwe kurd in, lê bi salane ji hunera Tirkî re xizmetê dikin, bi sedan gotin û melodiyên klamên bav û kalan dizîne û wergerandine zimanê tirkî. Yek ji van diz û talankeran jî Îzzet Altinmeşe ye. Îzzet Altinmeşe yê bi eslê xwe ji Şanquşa Amedê ye, strana Nûrê weke strana herêma Xarpêtê girtiye bin qeydê û bi navê Oy Nure kiriye arşîva trtê. Berî ku behsa çîrok û strana Nûrê bikim, hewceyê bibîrxistinê ye ku ji bilî diziya kesên wek Îzzet Altinmeşe, hunermendên ku ji hunera kurdî re jî xizmetê kirine gotinên hin stranan li gor eşqa dilê xwe guherandin e.. Weke mînak: Strana Keleşo, Nazê, Xanimê, Masîko, Nûrê, Memyano, Xatûnê û wd. Bi dehan klamên gotinên wan hatine guherandin hene. Di hunera rojane de jî mirov rastî heman qisûr û kêmasiyan tê.. Hin qisûrên hunermendê me jî ew e ku dema stranekî guhdar dikin, baş gohê xwe nadinê.. Gotinên wê baş fêm nakin, ji bela nefêmkirinê peyvê di devê xwe de dihelînin, yanê guhdarvanan dikin şûna kêmaqilan. Hewceyê mînakê bike, mirov dikare mînaka klama Dewrêşê Evdî bide.. Di vê klamê de navê mihîna Dewrêş weke Hedwan, Hewan, Heman, Helan tê bilêvdikin.. Nexwe rastî Hedban e, Hedban jî cûreyekî hespên Kihêl e. ÇÎROKA NÛRÊ Çîroka Nûrê û gotinên stranê yê resen tenê mirov dikare li herêma Licê bibîze.. Çimkî çîroka vê stranê li herêma Licê qewimiye.. Nûrê, jinekî têr bedew û porsor bûye, ser û çavê wê deqdeqo wekî şiqoqê bûye. Nûrê, bi eslê xwe ji gundê Engulê ji malbata mala şefeq bûye. Gundê Engul, berê li ser Licê bûn, piştî salên 80'yî dane ser navçeya Hênê ya Amedê. Nûrê, li Kaniya Feyzo zewicandî bûn. Kaniya Feyzo, ango bi navekî din Xanûq, gundekî biçûk e û li ser navenda Licê ye. Navbera Engul û Kaniya Feyzo bi qasî 4,5 km heye. Di demên borî de, li Kaniya Feyzo, ji bo hewlandina benda erd, navbera mala xezûrê Nûrê û malbateke din xira dibe û pêvdiçin. Li ser vê xisûmetiyê dozgeriya Licê ji bo navbendkariyê hakim û sawcî dişînin Kaniya Feyzo. Dozgerî biryarê li dijî xwesteka malbata Nûrê dide. Nûrê, li dijî biryara dozgeriyê bertekek tund nîşan dide û bi dar û percînan li nav serê hakim û sawcî dixe. Nûrê, jineke xwedî nirx, birûmet, jîr û mêrkane bûye. Piştî vê bûyerê, mifrezeya Licê, Nûrê binçavdikin û wê dibin Licê derdixînin mehkemeyê. Dozgerî, biryara girtina wê dide û wê sewqî girtîgeha Qulpê (Pasûr) dikin. Piştî ku Nûrê tê girtin, keç û xortên Liciyan li ser sekna wê û bedewiya wê hin gotinan tînin berhev û di şahî û dawetan de dibêjin.. Bi vê boneyê nav û dengê Nûrê û strana wê herêm bi herêm belav dibe û tê bihîstin. STRANA NÛRÊ Ay lê Nûrê lê Nûrê lê lê Nûrê Aylê Nûrê lê Nûrê zalim Nûrê Ay lê Nûrê lê Nûrê lê lê Nûrê Çavreşê bê qusûrê zalim Nûrê Kaniya Feyzo şebreq e lê lê Nûrê Nav singê Nûrê bi deq e zalim Nûrê Kaniya Feyzo şebreq e lê lê Nûrê Heft qurban li hecî heq e zalim Nûrê Hûn eslê wê bipirsin lê lê Nûrê Nûra mala şefeq e zalim Nûrê Ay lê nûrê lê nûrê lê lê nûrê Aylê nûrê lê nûrê zalim nûrê Ay lê nûrê lê nûrê lê lê nûrê Porsorê bê qusûrê zalim nûrê Li min rasta golêyo lê lê Nûrê Li te û rasta golêyo zalim Nûrê Xort diçine seydêyo lê lê Nûrê Li bejna nûrê dinêryo zalim Nûrê Xort ketin pencerêyo lê lê Nûrê Li bejna Nûrê diniryo zalim Nûrê Ay lê nûrê lê nûrê lê lê nûrê Aylê nûrê lê nûrê zalim nûrê Ay lê nûrê lê nûrê lê lê nûrê Delalê sûretsorê zalim nûrê Lê Nûrê banî banî lê lê Nûrê Çavreş kilê sibhanî zalim Nûrê Gava xwedê li hev anî lê lê Nûrê Ez ê te bikim kevanî zalim Nûrê Ez ê te bikim kevanî lê lê Nûrê Kevaniya vî canî zalim Nûrê Ay lê Nûrê lê Nûrê lê lê Nûrê Aylê Nûrê lê Nûrê zalim Nûrê Ay lê Nûrê lê Nûrê lê lê Nûrê Porsorê gulî hûrê zalim Nûrê Nûrê çima tu digrî lê lê Nûrê Xelkê malê te birî zalim Nûrê Barê nûrê giran e lê lê Nûrê Ajot şehera jorîn zalim Nûrê Barê Nûrê titûne lê lê Nûrê Ajot mehela jorîn zalim Nûrê Ay lê Nûrê lê Nûrê lê lê Nûrê Aylê Nûrê lê Nûrê zalim Nûrê Ay lê Nûrê lê Nûrê lê lê Nûrê Nazikê nazenînê zalim Nûrê Ziftî hatin ji Licêyo lê lê Nûrê Dest kirin kelepçêyo zalim Nûrê Nûrê li hespê kirin lê lê Nûrê Birine mehkemêyo zalim Nûrê Nûrê li bergîr kirin lê lê Nûrê Birin hepsa Qulpêyo zalim Nûrê Ay lê Nûrê lê Nûrê lê lê Nûrê Aylê Nûrê lê Nûrê zalim Nûrê Ay lê Nûrê lê Nûrê lê lê Nûrê Nazdarê gulîsorê zalim Nûrê Mordem ZEL 06/01/2019 Licê