CEJNA HÎVDE 11:52 29.03.2019 Mordem ZEL Li mezreya Eliyan a gundê Emerka ya girêdayî ser navçeya Farqîn a Amedê, bi navê Hîvde ziyaretgehekî heye.   Di rojên dawiya meha Adarê de gelê herêmê sê roj û sê şev diçin li wir çadir vedigirin, şahî û govendê dilîzin, hesp û bergîran dibezînin.   Ziyareta Hîvde li sêgoşeya Farqîn, Licê û Pasûrê ye.   Li van her sê herêman jî bi heman bawerî xwedîlêderketina vê ziyaretê heye û wekî cejna Sibatokê û Newrozê yek ji sê cejnên destpêka biharê tê hesibandin.   Taybetmendiyekî ziyareta Hîvde heye, ciwanên dilgirtî ji guliyên daran bazinekî çêdikin û davêjin dara ziyaretê.    Li gor baweriyê dibêjin ger helqe bikeve guliyê darê, heskirî digîje meqsed û miradê xwe.   Taybetmendiyekî din jî, bi munasebeta hatina ser ziyaretê keç û xort hevdû dibînin û bi hev re dizewicin an jî direvin.   Roja dawî, hine têne ecilandin û jinê zarokê wan çênebin perçeyek ji kincê xwe bi dara ziyaretê ve girêdin û hêvî dikin ku zarokê wan çêbin.   LI GOR RÎVAYETÊ   Yek ji fermandarê artêşa îslamiyetê yê bi nav û deng Mûaz Bîn Cebel, ji bo dagirkirina navçeya Farqîn a Amedê û derdorê tê erkdarkirin.   Mûaz Bîn Cebel, tevî fermandarên sehabe yên nav artêşê ber bi Farqînê ve dikevin rê.   Dema digihîne derdora mezra Eliyan a gundê Emerka, ji aliyê leşkerên Bîzansiyan ve dikevin kemînê û têne kuştin.   Hemû kesên têne kuştin li wê derê têne binaxkirin.   Di nav artêşê de fermandarekî sehabe yê bi navê Maaz jî tê kuştin.   Maaz, berî bikeve nav şer û cengê ji dayîk û heskiriya xwe helalî dixwaze.   Dayîka Maaz, rojekê di xewa xwe de Hz Mihemed dibîne.   Hz Mihemed jê re dibêje, lawê te gihaştiye asta şehadetê û divê her sal ji bo wî û hevalê wî şahî û dîlanên bîranînê bêne çêkirin.   Bi vê boneyê, ji sala 641 (piştî zayînê) virde pîrozbahiyên bîranînê têne lidarxistin.   28.03.2019 Amed