Newroz, Firdewsî û nirxandinek 01:50 29.03.2019 Aziz Mamoyan Bi rastê, bi biryarbûn û înîtsîatorîya rêzdar Fêrgîn Melîk Aykoç û nirxandinên wî yên zanistî mirov dilxweş dikin! Ev mînaka wê yekê ye – eger mirov bixwaze rastîyan bibîne û derxe holê, divê di wî warî da çawa tevbigere! Û mamosta Fergîn jî bê rawestan wê erka xwe ya bîrewarî bi serfirazî pêk tine. Û ya ku li vira grîng e, ew ne ku tenê lêdigere, lê her weha yê heyî dinirxîne û nêrînên xwe rasterast datîne hole… Û, her çiqas ew pirsa agahîyên di wêjeya farsan da (Fîrdoûsî!), wek prênsîp, rast dinirxîne jî, ji bo bihêzkirina vê dîtinê, ez pêşnîyar dikim, van agahî û nirxandinan jî ber çav bigirin, ên ku ezê li jêrê tînim. Û ev çavkanîya ku di pirtûka me ya navborî da behsa wê tê krin, 5 dewran (sedsalan) berî Fîrdoûsî bûye – pirtûka bavê dîroka Ermenêstanê ya Movsês Xorênatsî ye!  Fermo, hinek nirxandinên me di wê derbarê da: “…5. Lêbelê, … Eger mirov bala xwe bidê, rastîyek li holê ye: cîhan û dîroka mirovahîyê tenê bi Îranê (Fars) bisînor nabe…Ma ne, ji bilî vê herêmê gel û welatên dinê jî hene – mezin an biçûk, û di peykerên nivîskî yên kevnar ên wan welatan da gelek agahîyên balkêş jî hatine parastin? Û, eger mirov bi baldarî li cîhanê binihêre, dê bikaribe gelek zanîyarî û daneyên hêja û bi nirx bibîne,yên ku têkilîyên xwe bi wê herêma cîhanê ra hene, ya ku bi kevneşopî Îran tê navkirin (Fars jî di nav da!). Û ew dane û zanîyarîyana dê dikaribin gelek rastîyên vê derxin ronahîyê. Beşekî wan çavkanîyan hatine lêgerandin, lê beşê dinê hê benda dema xwe ne… Û, heya mirovê bikaribe gelek agahîyên balkêş di wan destnivîsan da jî bibîne, yên ku ji hêla hinek ên dinê va ji bo mijarne dinê êdî hatine lêgerandin… Bi taybetî jî destnivîsên ermenîyan ên kevnar dikarin kêrî vê mijarê bên. Di wan destnivîsan da gelek agahîyên hêja hatine parastin û hatine-gihştine dema me, yên ku dikarin ne ku tenê kêrî lêgerînên dîroka gelê ermenî bi xwe bên, lê, her weha, kêrî lêgerînên dîroka gel û welatên dinê yên herêmê jî, yên weke: med-kurdan, asorîyan, farsan (hexamanîyan, sasanîyan, pertewîyan) û yên dinê bên. Lêgerînên wan dikaribûn gelek rûpelên tarî yên serdemên cuda ronî bikirana… Û di nav wan destnivîsan da ji bo lêgerînên zanistî ya here balkêş serekçavkanîya dîroka ermenîyan e – berhema Movsês Xorênatsî ya “Dîroka Ermenîstanê”( dewra V a s.m.). Di vê pirtûkê da mîteke (efsane) farsan a di derbarê Îştûvêgûyê Pirhespî (erm. Բյուրասպի Աժդահակ/Byuraspi Aždahak) – padişahê Medyayêyê dawîyê da heye, yê ku di 42 çavkanîyên ewropî da bi navê Astîag//Astîagês tê nasîn. Ev mîta delîleke berbiçav e di wê derbarê da, ka çawa di cîhana kevnar da têknolojîyên siyasî yên gemar hatine bikaranîn. Û, ya balkêş jî ew e, her çiqas Movsês Xorênatsî neçar bûye, wê mîtê di pirtûka xwe da cî jî bike, lêbelê, bi wê ra wisa jî helwesta xwe ya neyînî li hember wê vegotye, û ew tiştekî vala, bêwate û bêkêr nav kirye.10 Lê, ji bo ku her tişt baş bê têgihîştin, divê mirov bizanibe, ka ev pirtûka bi çi sedeman û çawa hatye nivîsîn. Û ezê ji wê jî destpê bikim! Ji dîrokê tê zanîn, ku Movsês Xorênatsî pirtûka xwe ya“Dîroka Ermenîstanê” bi daxwaz û spartina Sahak Bagratûnîyê serekfermandar, rêvebir û mêkênasê ermenî yê dewra V a s.m. nivîsye (maecenas – mirov, ê ku piştgirîya weşana wêjeya bedewetîyê, ya dîrokî û huner û çandê dike, li wan xwedî derdikeve û projeyên wan fînanse dike). Û, lewra jî, Xorênatsî vê pirtûka xwe bi pesnbêjîyên ji bo Sahak Bagratûnî û bangawazîya xwe ya berbi wî destpêdike: “Min di daxweza te ya bêhempa da ew diyarîya qencî û dilovanîya xwedayî ya bêdawî, a li ser te da hatye, û bandora rewanî ya bê rawestan li ser ramanên te dîtin; dema min ji dîdara te zêdetir rewanê te nas kir...” – Û ev şêwazê nivîsînê di pirtûkê da heya dawîyê didome: û ew dem bi dem bi şirove û danezanan berbirî Sahak dibe, an nêrînên xwe tîne zimên... Û çaxê ku dem pêra digihîje, û ew divê bi daxwez û ferzkirina Sahak wê mîta (efsane) farsan a navborî ya di derbarê Îştûvêgûyê Pirhespî (erm. Բյուրասպի Աժդահակ/ ________________ 10 Մովսես Խորենացի, Հայոց պատմություն, Երեվան, 1991//Movsês Xorênatsî, “Dîroka Ermenîstanê”, Weşangeha “Hayastan”, 1990; têbînîyên rûsî ji weşana wê ya rûsî: Мовсес Хоренаци, “История Армении”, Издательство “Айастан”, 1990, rû. 89 - 92.: Ezîz ê Cewo, “Êzdîtî: Divê mirov rastîya wê li ku bigere?”, Amed – 2017, rû. 72 – 78. (Dûmahî li dû tê – di posta li jêr binihêrin!)   Aziz MamoyanBi rastê, bi biryarbûn û înîtsîatorîya rêzdar Fêrgîn Melîk Aykoç û nirxandinên wî yên zanistî mirov dilxweş dikin! Ev mînaka wê yekê ye – eger mirov bixwaze rastîyan bibîne û derxe holê, divê di wî warî da çawa tevbigere! Û mamosta Fergîn jî bê rawestan wê erka xwe ya bîrewarî bi serfirazî pêk tine. Û ya ku li vira grîng e, ew ne ku tenê lêdigere, lê her weha yê heyî dinirxîne û nêrînên xwe rasterast datîne hole… Û, her çiqas ew pirsa agahîyên di wêjeya farsan da (Fîrdoûsî!), wek prênsîp, rast dinirxîne jî, ji bo bihêzkirina vê dîtinê, ez pêşnîyar dikim, van agahî û nirxandinan jî ber çav bigirin, ên ku ezê li jêrê tînim. Û ev çavkanîya ku di pirtûka me ya navborî da behsa wê tê krin, 5 dewran (sedsalan) berî Fîrdoûsî bûye – pirtûka bavê dîroka Ermenêstanê ya Movsês Xorênatsî ye!  Fermo, hinek nirxandinên me di wê derbarê da: “…5. Lêbelê, … Eger mirov bala xwe bidê, rastîyek li holê ye: cîhan û dîroka mirovahîyê tenê bi Îranê (Fars) bisînor nabe…Ma ne, ji bilî vê herêmê gel û welatên dinê jî hene – mezin an biçûk, û di peykerên nivîskî yên kevnar ên wan welatan da gelek agahîyên balkêş jî hatine parastin? Û, eger mirov bi baldarî li cîhanê binihêre, dê bikaribe gelek zanîyarî û daneyên hêja û bi nirx bibîne,yên ku têkilîyên xwe bi wê herêma cîhanê ra hene, ya ku bi kevneşopî Îran tê navkirin (Fars jî di nav da!). Û ew dane û zanîyarîyana dê dikaribin gelek rastîyên vê derxin ronahîyê. Beşekî wan çavkanîyan hatine lêgerandin, lê beşê dinê hê benda dema xwe ne… Û, heya mirovê bikaribe gelek agahîyên balkêş di wan destnivîsan da jî bibîne, yên ku ji hêla hinek ên dinê va ji bo mijarne dinê êdî hatine lêgerandin… Bi taybetî jî destnivîsên ermenîyan ên kevnar dikarin kêrî vê mijarê bên. Di wan destnivîsan da gelek agahîyên hêja hatine parastin û hatine-gihştine dema me, yên ku dikarin ne ku tenê kêrî lêgerînên dîroka gelê ermenî bi xwe bên, lê, her weha, kêrî lêgerînên dîroka gel û welatên dinê yên herêmê jî, yên weke: med-kurdan, asorîyan, farsan (hexamanîyan, sasanîyan, pertewîyan) û yên dinê bên. Lêgerînên wan dikaribûn gelek rûpelên tarî yên serdemên cuda ronî bikirana… Û di nav wan destnivîsan da ji bo lêgerînên zanistî ya here balkêş serekçavkanîya dîroka ermenîyan e – berhema Movsês Xorênatsî ya “Dîroka Ermenîstanê”( dewra V a s.m.). Di vê pirtûkê da mîteke (efsane) farsan a di derbarê Îştûvêgûyê Pirhespî (erm. Բյուրասպի Աժդահակ/Byuraspi Aždahak) – padişahê Medyayêyê dawîyê da heye, yê ku di 42 çavkanîyên ewropî da bi navê Astîag//Astîagês tê nasîn. Ev mîta delîleke berbiçav e di wê derbarê da, ka çawa di cîhana kevnar da têknolojîyên siyasî yên gemar hatine bikaranîn. Û, ya balkêş jî ew e, her çiqas Movsês Xorênatsî neçar bûye, wê mîtê di pirtûka xwe da cî jî bike, lêbelê, bi wê ra wisa jî helwesta xwe ya neyînî li hember wê vegotye, û ew tiştekî vala, bêwate û bêkêr nav kirye.10 Lê, ji bo ku her tişt baş bê têgihîştin, divê mirov bizanibe, ka ev pirtûka bi çi sedeman û çawa hatye nivîsîn. Û ezê ji wê jî destpê bikim! Ji dîrokê tê zanîn, ku Movsês Xorênatsî pirtûka xwe ya“Dîroka Ermenîstanê” bi daxwaz û spartina Sahak Bagratûnîyê serekfermandar, rêvebir û mêkênasê ermenî yê dewra V a s.m. nivîsye (maecenas – mirov, ê ku piştgirîya weşana wêjeya bedewetîyê, ya dîrokî û huner û çandê dike, li wan xwedî derdikeve û projeyên wan fînanse dike). Û, lewra jî, Xorênatsî vê pirtûka xwe bi pesnbêjîyên ji bo Sahak Bagratûnî û bangawazîya xwe ya berbi wî destpêdike: “Min di daxweza te ya bêhempa da ew diyarîya qencî û dilovanîya xwedayî ya bêdawî, a li ser te da hatye, û bandora rewanî ya bê rawestan li ser ramanên te dîtin; dema min ji dîdara te zêdetir rewanê te nas kir...” – Û ev şêwazê nivîsînê di pirtûkê da heya dawîyê didome: û ew dem bi dem bi şirove û danezanan berbirî Sahak dibe, an nêrînên xwe tîne zimên... Û çaxê ku dem pêra digihîje, û ew divê bi daxwez û ferzkirina Sahak wê mîta (efsane) farsan a navborî ya di derbarê Îştûvêgûyê Pirhespî (erm. Բյուրասպի Աժդահակ/ ________________ 10 Մովսես Խորենացի, Հայոց պատմություն, Երեվան, 1991//Movsês Xorênatsî, “Dîroka Ermenîstanê”, Weşangeha “Hayastan”, 1990; têbînîyên rûsî ji weşana wê ya rûsî: Мовсес Хоренаци, “История Армении”, Издательство “Айастан”, 1990, rû. 89 - 92.: Ezîz ê Cewo, “Êzdîtî: Divê mirov rastîya wê li ku bigere?”, Amed – 2017, rû. 72 – 78. (Dûmahî li dû tê – di posta li jêr binihêrin!)   Aziz Mamoyan43 (Destpêk li jorê ye – di posta berî vê da!) Byuraspi Aždahak) da di pirtûka xwe da cî bike, ew ne tenê helwesta xwe ya neyînî li hember wê dîyar dike, lê wisa jî, li dijî nivîsîna wê ber xwe bide, bi Sahak ra dikeve nava gengeşîyan: “…Çi pêdivîya te bi van çîrokên bêwate heye, an jî tuyê çi ji van gotinên bêwate û bêkêr bikî?... Lewra, ji bilî wê, ew (fars) bi xwe jî wan hemûyan tê nagihîjin...”11 … Lê, dema piştî berxwedaneke weha, ew dîsa neçar dibe wê mîtê di pirtûka xwe ya “Dîroka Ermenîstanê” da cî bike (bi ferzkirina Sahak!), ew wê di dawîya pirtûka yekem da (“Dîroka Ermenîstanê” bi xwe ji sê pirtûkan pêk tê), wek pêvekekêdatîne, û hema li wira, bi wê ra wisa jî serpêhatyeke dinê ya di derbarê heman Îştûvêgûyê Pirhespî yê padişahê Medyayê yê dawîyê da datîne, ya ku ewî “...di pirtûkeke keldanîyan da dîtibûye...” “Ev çi xwestek e, gelo, ku tu li hember wan mîtên bêkêr û bêcûre yên di derbarê Ajdahakê Byûraspî da didî pêş? – Xorênatsî dinivîse. – An jî, tu ji bo xatirê çi me bi van çîrokên farsan ên bêwate û bêtem va didî mijûlkirin, an çêtir e, mirov bibêje – bi wan çîrokên di derbarê qencîyên wî yên ne qenc da, di derbarê wê da, ku dêwan xizmeta wî kirine, ku ewî nikaribûye rastîyê û derewan ji hev cuda bike, ku dêwan sergirkên milên wî maçkirine, û ji wan zîya derketine... ...Ji bilî van ...îro ez peyv û gotinên wan bi destê xwe dinivîsim, ên ku em ji wan nefret dikin, heya mirov ji demgê wan jî zivêr dibe: – ez wateyê didim gotinên wan ên bêwate û bûyerên wan ên pir kevn, ên ku ew bi xwe jî tê nagihîjin, weha, ez şirove dikim, her tenê bila dilê te şad bikim an karekê bigihînim te. Lê tu divê nefreta me ya li hember wan gotegotan bizanibî, lewra jî me di pirtûka xwe yekem da cîh neda wan, ne jî di beşê dawîyê da, lê em ewê di cîhekî dinê yê cuda da datînin. _________________ 11 Di heman cîyî da. 44 Û ezê weha destpêbikim. …Min ew di pirtûka keldanîyan da dîtye... Ewî (Astîyag// Ajdahak//Աժդահակ. – E. C.) gotye, ku divê hemû fêrî jîyana bi şêwazekî hevbeş bibin, ku divê hebûna kesekî ya cuda nînbe, lê divê her tişt ji bo hemûyan giştî-tomerî be. Her gotineke wî, her karekî wî vekirî, li ber çavan bûye. Tu ramanên wî yên bi dizî û veşartî nînbûne, û her tiştê ku di dilê wî da hebûye, ewî li ber hemûyan vekirî anye zimên: û ewî biryar dabûye, ku mafê dostan heye, şev û roj bikevin bal wî û derên. Û ev jî, wek ku tê gotin, qencîya wî ya neqenc bûye”.12 Balkêş e, ne?! Ma, Îştûvêgû di tevahîya dîroka mirovahîyê da çi ne serkêşê ramana wekhevîya sosyalî bûye?! Wek ku tê xuyan, hema ev jî bûye sedema wê, ku mirovên nêzîk xiyanet li wî kirine, bûne hevkar û hevparên derbekaran û bi wê yekê di dîroka Împêratorîya Medyayê (Li xerîteya Împêratorîya Medyayê binihêrin – di pêvekê da, rû 122) da xala dawîyê danîne... Qey bibêjî, her tişt hatye gotin, tenê pêwîst e, ku mirov ewan hemûyan rast têbigihîje û rave bike, bi taybet jî, ya ku Xorênatsî vekirî dibêje, ku ew bi xwe neçar bûye, wan hemû gotinan binivîse, yên ku ew ji wan zivêr e û nefretê li wan kirye, yên ku heya dengê wan jî li guhên wî zid bûne,... ku ew neçar bûye, wateyê dide çîrokên kevn ên wan (farsan) ên bêwate, ên ku ew (fars) bi xwe jî tê negihîştine, her tenê bila dilê Sahak Bagratûnî şad bike an karekê bide wî… __________________ 12 Մովսես Խորենացի, Հայոց պատմություն, Երեվան,1991//Movsês Xorênatsî, “Dîroka Ermenîstanê”, Weşangeha “Hayastan”, 1990; têbînîyên rûsîji weşana wê ya rûsî: Мовсес Хоренаци, “История Армении”, Издательство “Айастан”,1990, rû. 89 - 92.: Ezîz ê Cewo, “Êzdîtî: Divê mirov rastîya wê li ku bigere?”, Amed-2017, rû. 72 – 78.” Wekî dinê, bi hûrbînî di pirtûka Ezîz ê Cewo: “Zerdeşt pêxember (Rûpelên dîroka “windabûyî”…)” da – rûpelên 41 – 51. Yên ku pirtûk li ber destê wan nine, dikarin li vira bixwînin: https://www.academia.edu/.../ZERDEŞT_PÊXEMBER_RÛPELÊN_D... academia.edu ZERDEŞT PÊXEMBER (RÛPELÊN DÎROKA “WINDABÛYΔ... )