DENGBÊJÊ NÎVSERHEDÎ, SIDÎQ QARLÎOVA (Sidik Çîçek) 10:22 23.05.2019 Di dîrokê de parastina çandê hema hema temamî bi dengbêjiyê li ser piya maye heta roja îro.   Dengbêjan, bi deng û awaza xwe, bûyer û hewalên li Kurdistanê qewimî ne, bi şêwazeke lîrîk û bi meqam di nava civatan de stirîne û gotine.    Dengbêjên berê, pirrî wan mirovên gerok û çerçî bûn.    Dengbêjên bi nav û deng, gund bi gund, bajar bi bajar digeriyan.    Li kuçan, li ser bêderan, li koşkên axan û began, li bin konên koçer û bêrtiyan, hemû mirov li dor xwe kom dikirin, ji wan ra çîrok û kilamên li ser dilan, yên şer û mêrxasiyê digotin û jiyana reş li mirovan şa dikirin.     Wekî tê zanîn, zimanê kurdî zêdetir di warê dengbêjiyê û çîrokan da dewlemend e.    Zimanê kurdî di rojên herî dijwar û xeternak de bi gotin û klamên dengbêjan hetanî roja îro hatîye parastin û wenda nebûye.    Mijarên sereke yên dengbêjiyê, mêrxasî, lehengî, şerên axa û axaletan, mîr û began û li ser egîd û qehremanên kurdan in.      Dengbêjan li hemberî hemû astengî û hewldanên asîmîlasyonê di parastina çanda xwe de biserketine û beşeke girîng a muzîk û çanda kurdî gihandine dema îro.   Bi saya wan e kilamên dengbêjiyê hê jî wek dîrokek zindî ji aliyê guhdarvanan ve rastî eleqeyekî mezin têne dîtin. Lewra jî klamên dengbêjiyê ji hunermendên ciwan re dibin çavkaniya îlhamê.     Yek ji wan dengbêjan jî, dengbêjekî herêma Kanîreşê, Sidîq Qarlîova ye.   Di nava xelkê herêmê de wek Sidoyê Bozo, Sidoyê Dudeng, Sidîqê Baxçê jî tê naskirin..   Sidîq Qarlîova, di sala 1954'an de li gundê Baxçê yê girêdayî ser navçeya Kanîreşa Çewlikê hatiye dinê û di sala 2006'an de çûye ser dilovaniya xwedê.   Ji Serhedê heta Amedê, ji Botanê heta Binxetê gund bi gund bajar bi bajar geriyaye û di dîwanan de rûniştiye û bi klamên xwe dilê guhdarvanan şa kiriye.   Di nav dengbêjên kurd de bê guman yê herî zêde klamên lehengî û mêrxasiyê gotiye Sidîq Qarlîova ye.   Klamên wek, Xalid Begê Cibrî, Rizayê Xêlid, Cemîlê Seyda, Bavê Becet, Şerê Mihemedo, Seyîdxanê Kerr, Mala Şekir Axa, Şerê Xuricê, Bişarê Çeto û her wiha klamên wek vana gelek gotiye.   Ji bilî klamên mêrxasî û egîdiyê klamên wek Siyabend û Xecê, Evdalê Zeynê, Salo û Kejê, Huso û Nazê ku di wêjeya kurdî de herî zêde eleqeyê dîtine bi deng û awaza xwe daye jiyandin.   Yek ji van klaman jî li ser Cemîlê Seydayê Licî û 17 hevalên wî ye..   Gotinên klamê wisa ne..   "Dibê ha dayê ha dayê de ha dayê ha dayê De dayê sibeye, sibeye dilê min di xemê da Min dî xeman û kulan daye ser demê da Xwedê xira bike mala silêmanê evdilqadir, ûsivê rehîmê, emêrê koperî Min dî rabûne vê sibê ji malê her sê siwaran keko kesî bi ortê de meke gira mi dît bejna xwe girêdan aax ey   Xeberê dide qereqola bismilê dibê başçawîşo tu pirsa mehkûm û satê binxetê ji min dikî  Sêzde peya wane li fetlê çêwlikê li çola çetelê li çemê dirrikê li kendalê heso jîjo li rasta meledarê wane di xewê da  Ji êvar da yuzbaşiyê romê wayê di nobeta wan da  Xwedê zane keko wane ji me wê da Eger tu îna nakî filanî binî bêvan torinê serhedê derbasî vî aliyê xetê bûne ji êvar da wane di dehlê da aaax û eeyy   Dibê wane di dehlê da Başçawîş dibê silêmanê evdilqadir ûsivê rehîmê hûn nizanin serekê wan sêzde mehkûman gelo kî û kî ne dibê çar heb in Yek jê re dibêjin şêx îsmaîl kurê şêx nûreddîn e Yek jê re dibêjin Şêx evdilrehîmê birê şêx saîd efendî ye Ew e yek jê re dibêjin Cemîlê seyda Licî bavê evdilbarî ye Ew e jê re dibêjin silhedînê Ferxê mala ûsivê seydo ye li heyfa apê xwe digere  Li kuştina emerê mihê tirîfiroşê xiya daîma dicehdîne bi leqema kurmancan jê re dibêjin seyîdxanê ker e Dibê hewar hewar hewar hewarî lawo   Dibê dayê dayê dayê De dayê Sibeye şerekî li me çêdibû çemê dirrikê li kendalê heso jîjo fetlê çewlikê li çola çetelê li rasta gelo gidî meledanê Xwedê xira bike mala silêmanê evdilqadir ûsivê rehîmê emerê koperî derpî spîyê silîviyan bekçiyê qeza tirkan qizilbaşê dora bismilê pêçaroxê gidî girê reşmiliyan keko ji berê da ehlê fesadî û tevdanê xeber dane qolordiya mezin diyarbekir  Min dî ji êvarda elbe danî Min dî ji êvarda elbe danî keko eskerê romê girane heta şefeqa sibê bi qamyon û makîna tev kişiyane dibiri di şefeqa sibê de di zirîqa rojê de  Di jêr da jor da min dî bi hevre halan danî Heyatê van xortê nazik nema li ser darê girikliyan diherike gola xwêdanê Kesekî xêrxwazî tune xeberê bibe seyîdxan û elîcan û teyfûq ra bigîne Bê çavê we rijyano hela serê xwe rakin ji axê kendalan û mezelan sêzde peya germa havînê tîna hezîranê kelekela nava rojê kirine nava genima girtine gelo bi saxî ji xwe re ar berdane aax ayy   Dibê hewar hewar hewar dayê Heta saxbim li dinyayê axîna van xortên delalî torinê serhedî êsîrê nav genima ji dilê min dernayê aax eyy   Dibê dayê ha dayê de ha dayê De dayê sibêye bejna şêx evdilrehîmê mîrê zirav, ziravê ji dara ketin Bila xwedê xira bike mala silêmanê ebdilqadir, ûsivê rehîmê, emerê koperî, derpîspiyê silivan, bekçiyê qeza tirkan, qizilbaşê dora bismilê, pêçaroxê dora mêrdînê keko ji berê da Xwedê zane ziya beg casûsê hukûmetê, Xeber dane diyarbekir, qolordiya mezin weka letê dibê sêzde mehkûman rextê alemana girêdane ji nîvê şevê derbas bûne keko vî aliyê xetê Kesekî xêrxwazî tune xeberê bi seyîdxan û Elîcan û teyfîq re bigîne De rabe çavê wê rijyano Serê xwe rakin ji axê û kendal û mezelan sêzde peya van xortên delalî Germa havînê kirine nava genima agir berdanê Li ser serê xortan bûye roja heşr û nîzamê rojek ji roja qiyametê    Hewar hewar hewar hewar hewar hewar De hewar vê sibê hewar dayê Gazî dûre weleh îmdada kurdan xayîn e Kesekî bi îmdada xortan nayê Heta saxbim li dinyayê axîna van xortên delalî şêxlerê nav geniman tu caran ji dilê me dernayê."     SERPÊHATIYA CEMÎLÊ SEYDA Û HEVALÊN WÎ   Cemîlê Seyda, di serhildana 1925'an de serleşkerê eniya Derê Mêrdînê bû.   Pîştî şikestina serhildanê tevî hin hevalên xwe bi qasî du salan li çiyayên Licê û Darahênê li dijî dewletê şer dikin û piştre derbasî binxetê ango Suriyê dibin.    Di serhildana 1937"an a Dersimê de rêxistina Xoybûnê li Suriyê biryar digire ku alîkariyê bidin serhildana Dêrsimê.   Rêxistina Xoybûnê komeke ji çekdarên leheng û mêrxas yên serhildana 1925"an dişîne hewariya Dêrsimê.    Di nav komê de çend kesên ku di artêşa osmanî de fermandarî kirine jî hebûn.   Yek ji wan bi navê Ziyayê Serpel ku jê re Yuzbaşî Ziya dihatin gotin hebûn, bi eslê xwe ji Dêrsimê bûn.    Her çiqas rêxistina Xoybûnê di derbarî wî de bi şik û guman be jî Ziyayê Serpel berî rêxistinê tevdigere û giliya hevalên xwe dike.    Dema digîne deşta Bismilê, li nav zeviyekî bêhna xwe didin û dikevin xewê..   Yuzbaşî Ziya, diçe qereqola gundê Sînanê yê Bismilê û giliya hevalên xwe dike.   Dewlet, bi hemû hêza xwe bi ser wan de digire û zeviya genim dorpêç dikin    Di navbera wan de şerekî dijwar diqewime û bi rojan çekdarên kurd li ber xwe didin..    Dewlet, ligel hemû hêza xwe nikare bi wan re bi serî derkeve û agir berdidin zeviya genim.    Ji van şervanên kurd tenê 3 kes ji nav agir rizgar dibin û 17 kes di nav zeviya genim de têne şewitandin.    1- Şêx Evdilrehîm 2- Cemîlê Seyda (Licê) 3- Hecî Teyîb (Licê) 4- Xalidê Şerîf (Licê) 5- Evdilsamed (Licê, ji gundê Tilê) 6- Mihemedê Xatê (Licê, ji gundê Markê) 7- Mele Evdila (Licê) 8- Şêx Misbeh (Erzerom) 9- Hesen Aga (Palo) 10- Seyîdxan (Mûş) 11- Sihledînê lawê Seyîdxan 12- Yuzbaşî Huseyîn Beg (Stewrê) 13- Yuzbaşî Elî Beg (Stewrê) 14- Yuzbaşî Mustafa (nediyar e ji ku ye) 15- Hilmî Beg (Mûş) 16- Silê Salikî (Mêrdîn) 17- Şoreşê Baxistanî (Mêrdîn)     Hin klamên Sidîq Qarlîova gotiye ev in...   Cemîlê Seyda Lawikê Bişêrî Xalid Begê Cibrî Filîtê Quto Seyrê û Mihemedo Mala Şekir Axa Heyla Lê Metê Temo û Evdal Kewa Gozel Bilbil Mêvanê Gulê Bejna Zirav Têlî Silhedînê Pûse Seydoyê Axao Hizniyê Mihemed Elî Xezala Çiyayê Şingalê Bavê Lalo Şerê Mihemedo Seyde Ehmed Emîne Hizna Xanim Keşîşê Dêrê Seyîdxanê Kerr Hesen û Asê Feqî û Keçika delal Mala Cemîl Paşa Evdalê zeynê Delalê Salo û Kejê Siyabend û Xecê Rizayê Xêlid Şerê Xuricê Mala Nasir Îbo Begê Mistoyê Tofan Xêliya Hecî Şerê Goma Mistoyê Esker Hawer Tirî Feyzo Bavê Îpekê Lo Bira Bavê Seyro Evdilcebar çawîş Bavê Behçet Li min lo Siwaro Hecî Mûsa Beg Bavê Fexro Bejna Zirav Birîndarim Keçika Delal Resûlê Zava Emînê Ehmed Huso û Nazê Bişarê Çeto Bavê Elî