TOBEYA NESÛH 05:05 27.05.2019   Memê Miksî Nesûh hebû dewrê berî Xwediyê wechek enwerî L' hevhatî bû xortê ciwan Kêlqamet bû wek ta rihan Kose bû ew şibhê jinan Hem l' xwe dikir libsê jinan Tellaqî kirbû bo xwe pîş Jin ber desta dibûne şîş Hemaman da dikir ev kar Lê kes nedikir jê fikar Talib dibûn ji dûr û nêz Xwirthogeç bû nav bira pêz Bi vê terzê gelek hêsan Dest ve dihatin ramûsan D'hatin ber dest çi gerdenzer Rûsipî him dêmê qemer Lêv kaxedên diranmircan Vedizelan li her kuncan Rêzêda bûn l 'ber ava germ Çeq tazî bûn tinebû şerm Ne dizanîn Nesûh mêr e Nîşê didan jor û jêr e Dûşişt serê wan yek û yek Qet jê ne d'birin şibh û şek Digirtin wa reqs û semah Ta bigre keçên padişah Dil diket xwezaya bihûşt Gava laşê jinan dişûşt Xweş dihûnand bisk û kezî Mest dibû wek marê tezî Salan dewam kir vê lewnê Rokî hişyar bû j'vê xewnê Ji kirnê xwe bû poşiman Levzek fesîh anî ziman Got : Min tobe ji vî karî Neçim hemaman yek carî B'rastî tobe ne ji dil bû Dîtna qîza dilda kul bû Ew şehweta li dil serdest Wek zamahra Nesûh digest Dikir bêriya reşkakul  Sipîsingên te'm bi kakil Nefsa xeddar lê nebû qam Karê xwe wî kir berdewam Eyamek borî di navbeyn Dîsa tobe li xwe kir deyn Qest kir çu cem şêxek meşûr Derdê xwe jê re got bi kûr Got :Ji bo min tu ke nîda Qedrê te pire l'ba Xweda  Ev şehweta dil da zûhur Wek masiya xisti me tor  Şêx civata Nesûh vema Dest wî rakir erş û sema Got :Ya Rebbê bê cihmekan Ser 'alemê tû yî xaqan J'bo vî ' ebdî be alikar Felat bike ji tengîzar  Hingav ji şêx xwest wî xatir Riya mal girt şeng û şatir Hat mal raza lê bû sibe Avêt pijguh şêx û tobe Çibke nika dev jê berde Hatye l'ber çavê reş perde Demek bi zû hilda wî tas Hatin dîsa biyanî , nas Keça padişah da derî Digel wê carî û zerî Hebû guharek li guha Qaşmercanekê pir biha Qaş ji guhar ket wê demê Qalka xalî ma li cem ê Pir lê geran nebû diyar Keçka lawîn ma hustuxwar Gotin jin bila bêne nêz  Temamê wan bikevin rêz  Tev yek û yek bêxin kiras Li wa bigerin bê libas Gava Nesûh bihîst ev deng Kete nav dil ar û peleng Sirra mezin bit eşkera Xelas nabe b'zêr û pera Kete tirsa canê şirîn Herdû çeşman berda girîn Got: Ya Xaliq tû yî Settar Pir mehzûn im û hem neçar Ger tû nebî li min delîl Li nav 'êlê dê bim zelîl Şerma dinê ya Rebbê jor Xerabtir ji ezabê gor Tu xelas ke j'vê zehmetê Tobedar im heta hetê Xweda nîşan da mû'cîzat Ji tengasî ew kir azad Berî camêr mabû yek kes Nişka ev deng bihîst herkes :Mizgîn li we min dît mercan Nexe Nesûh ! libs û kincan Ji bo Nesûh çi xweş seda Felat bû can ji gor heda Nema xem dil bûne goşad Tilîlî rabûn semawat Ji şahiya girtin dîlan Xoxan li paxlan kir hêlan Reben mabû şaş û heyret Çawa xelas bû ji zûlmet Recfekê girt ling ,kab û pa Çû secdê nav bû dû ta Pir bi nazî kirin gazî Ew jinên ûryan û tazî Gotin :Nesuh nemîne dûr Ey lîfikvana pir meşûr Keça padşah amade ye Tas û lîfka te hewce ye  Pir hûner î bi karê xwe Qurban vede tu zendê xwe Bihûne kezî û biska  Lêwerke 'ember û miska  Da xwe rabû li ser piya Ew xortê wek jinan xuya Bê pêjin girt riya derî Li pey xwe êdî nenêrî Matmayî man ehlê hemam Ji wê sirrê man bê 'ilam Ev bûyer bû derbûmesel Çi xweş we'ze ji bo ' emel Rehma wî pir hingî bê bes Na'enire Xweda ji kes Derî vekirî her midam Ji bo tobê heta qiyam Ji Nesuh tu ne kêmî Mem Gunehkarek her terkexem Aqil nagrî j' mu'cîzatan Hem keramên welîzatan Nefsa te jî hertim Keya Şahsuwar e tu l'pê peya.