AHÛYÊ EZ PIR ZELÎL IM 11:27 18.08.2019 Dikim nezir canê şîrîn Ger canan carek nezer ke Binefşa geliyê Hêrîn Bo her derdên me tuberk e     Tuberka bo derdan dewa Xistin kemînê wek kewa Hew jê tê pêjin û newa Kula dilkê xwe naderke     Narêj ew ya dilê pakîn Ya Reb niza dê em ça kîn Ji vê heznê ber helak în Bi serê Mem û Qember ke     Bi navê tev rêhevalan Pîrebokên dor li malan Xapandin bi sihr û falan Ca li ber çavan me qer ke     Li ber çavan qer û qîl im Heqîqet ron û qendîl im Ahûyê ez pir zelîl im Bes ji vînê dil heder ke     10.08.2019 Memê Miksî   qer û qîl (Hemwate) : Reş