LORÊYA FÎSTAN SOR 07:15 24.11.2019     Mordem Zel    Di dîroka hunera kurdan de hin stran hene heta çerxa dinyayê bizivire dê ji aliyê hunermend û stranbêjan ve bêne gotin. Lorê jî yek ji ew stranên vê çêrxê ye..   Strana Lorê, weke bi sedan stranên folklorê gelerî tê zanîn. Di gotinên stranê de jî kifş e stran aydê herêma Wêranşarê û derdora wê ye.   Bi raya min ji salên 90'î vir de kirasê hunera kurdan ewqas li stranekê xweş nehatiye..   Wekî tê zanîn folklora Kurdan di dinyayê de bi nav û deng e. Folklora Amedê li gor herêmên din bêtir pirrengîn e. Lê govenda herî zêde tê lîstin bêguman giranî ye. Her wiha li Mêrdînê milanî û cîda, li Botanê şêxanî, li Serhedê eyşokê û şemamê, li Dersîmê jî qereçol û sê ling zêdetir têne lîstin.   Li herêma Wêranşar, Girê Sor, Qerecdax, Dêrikê, Erxenî û derdora Rihayê jî govenda Şewqo navdar e. Li herêma Amedê ji vê govendê re Dizo tê gotin.   Reqs û govendên bi navê Delîlo, Esmerê, Eyşokê, Keşeo, Şêrizdîn, Çaçanê, Meryemo, Şemamê, Şewqo û hwd hemû navên xwe ji navê bedewiya keç û mêrxasiya xortên kurdan girtin e..   Bi hezaran stran hene li gor rîtm û ahenga van reqs û govendan têne gotin, lê di salên dawî de kêm stran hene mohra xwe li rojeva reqs û govendê xistin e..   Stranên şoreşê ne tê de, herî dawî stranên salên 90'î yê ji aliyê çend komên kurdan ve hatibûn xwendin mohra xwe li dîroka reqs û govendê xistin e..   Weke mînak tu hunermend û stranbêjekî di dawetan de bê stranên salê nodî nikare bernameya xwe biqedîne.   Strana Lorê, ji bilî herêmên weke Dêrikê, Wêranşarê, Girê Sor heta Erxeniyê û hwd gelek bi derengî hatiye kifşkirin..   Rîtm û ahenga strana Lorê, li gor govenda Şewqo an bi navekî din Dizo ye û di demên dawî de li Amedê ev govend weke Lorê tê binavkirin û lîstin..   Stranbêjekî kurd ê bi navê Tekîn Bozkurd ji bo ev strana Lorê vîdeoklîbekî çêkiriye. Dibe ev ciwanê kurd ne profesyonel û navdar be lê xebata wî hêjayî teqdîrê ye. Eferim jê re!   Bila ew kesên ku xwe hunermend dihesibînin û du gotinên şîretê li xwe digirin û weke zarokan dixeyîdin ji vî ciwanî fedî bikin!   Huner bi pizlekî û diziyê nabe, divê an tu bi xwe biafirînî an jî bidî afirandin!   2019 Amed