Rêçên ku mîna tozê direvin* 10:32 25.12.2010 Min destên te li ser durêyên sawê ji bîr dikirin Min bêriya pêjna te dikir Wek ku rê ne ji gava me re hatibû xemilandin Nasnameyên me di qelşên wê re winda dibûn û dara tûyê di hembêza te de digiriya Şopên kelogirî tika dikirin û serê roavahiyê li ser balgeha bîranînê ditevizî Xewên xilmaşbûyî li hêviya bidawîhatinê bûn Lêbelê dawîhatin bi kesera te dest pê dibû Em di terkên nenas de ber bi bênavnîşaniyê ve digindirîn De min ragire! û zimanê xwe li şûna vê xweliyê li cih bihêle ey sefer! Û qîlên xwe ji nav parsûyên bîranînên birîndar bikişine! Dayika min ji te hez nedikir û ne jî ji bagera te Bavê min zimanşikestî ji hevdîtina te vegeriya Bişkojên peyvê radestî destana te dibûn Ewrên te saw di pêsîrên jinebiyan de diçandin Lê tu bi nexweşiya tozê diketî, ey zersosina vegerê!! Berî her pizanê tu bi karwanekî laşên lal ber davêjî Û sirûdên xwîna te asoyên xwe dikujin Mirîşo di govenda kurtêlxwarinê de serxweş dibin Ne darbesta te hêjayî mirinê ye û ne jî mirina min têra axa te dike Tu di devê topa nehezkirinê de nifirek î Tu bi şevçirayên xwe xewna dayika min dilorînî De destê xwe ji paxila bêrîkirina min bikişîne û bîna êvarê bi ser berbiskên çîrokê de nerijîne! Bila siya terkên te nebe hîzarê destbirîna me De bila darhinara te welatan dorpêç bike û de bila Cûdiyê te hînî xemsariya pêxemberan bibe û çiyayên bûzgirtî ji tîna te ta digirin Min xwelibakirin û semageriya şînîgiriya te dipesinandin Û min bi heyvanê te êşa xwe dimeyand, va ye tu min di meşka xwe de dispêrî dewkêlên çavnebar ên berbangê Reşgirêdana te ne bi dilê min û ne jî bi dilê şevê bû, reşgirêdana te wek dastanekê hêjayî xwekuştina gulê bû Di bêdengiya kêliyan de hezar şevên kanûnê derbas dibûn Û dema ku axîna min pêrgî nexşeya te dibû, sînorên te di dilê min de diteqiyan û min bawer nedikir Siya xwîna min dibû xaçerêka pevgirêdana zîvalên te û destên min ji cegerdariya kêla te nedibûn De hilbe ey xwedayê seferê û mohra xcwe ya ji bêhûdayiyê li ser eniya rêçcen qederê li şûn bihêle! De were û bargehên xwe yên nenas, nejdeyên kêferata xwe, hespên serberdayî yên nifira xwe di rûpelên qonaxê de daçikîne û vê xweliyê hînî sistegavên penaberan bike! Wêneyên kulên me li hemû koşeyên axên perçebûyî bi dar veke Û ji karwanê berbeyabiyê   re bibêje: Xelata reçên seferê helbest e Xelata rêçên seferê darbest e... Têbînî: * Ev helbesta hevpar a Ehmedê Huseynî û Hekîm Sefkan, di 2000/ 11/ 24`ê de, di trêna navbera Bruksel û Kolnê de hatiye nivîsandin.