Heware 02:24 29.01.2011 Çima wisa bû Nesîbê zaroktîya min qedexekirina jîyanê Çima bû kemina jîyana min liser ziman qedexe bûn . Heware dayê ez êdî nikarim feryad û qêrîn bikim Liser hebûna min bazar tê kirin Latên welatê min dixeyîdin Gul û sosin tên çilmisandin Çem û rûbarên welatê min tên miçiqandin Heware heyyyy heware Welatê min disa dinale Dergûş di zikê dayêka xwe de, tên fetisandin bê ziman lal tên hîştin !.. Bang dikim Yezdan û xwedawendan bila qêrîna me bibhîzin Heware heta erş û ezmanên ku bi berf û baranê hatine dagirtin Hêstirên dayîkên bê guneh tên hewarê Tenê jibo mitsek azadî . Tenê jibo xîretê Tenê jibo rûmete…  Bawer Yekta