GUR BÛ ŞIVAN 12:00 17.05.2020 Gur dît îcar wek berî Karê wî naçe serî Ji mihan û berxikan Û bizin û kehrikan Teng bûye rizq û nesîb Lew ket pê hîlek xerîb Wek rovî bi qurnazî Dixwest li wan be nêzî Dema hîlê destpê kir Melûm tişt jê kêm nekir Rast dibêjim bê henek Gur hilanî kepenek Hem jî kopalekî stûr Digel kulah û bilûr Ca ku kar qenc pêk bîne Hin mabû binvîsîne Navê xwe li ser kulah Şivanê jîr "Feyzilah" Bi vê rewşa guhastî Amade bû bi rastî Ji bo nêçîr vê serê Gur berê xwe da birê Xwe gihand li çengê pêz Bi hêdîka hate nêz Çi dît şivanê guhbel Raza ye di nav mexel Ma qey şivan bi tenê? Digel hin pezên dinê Ew seyî boz û kabreş Didîtin xewnên pir xweş Pir pê hat keyfa gurî Ji şahyan dibişirî Ca ku wan pezên mayî Yanê yên nerazayî Bibit ber bi kelha xwe Ku her dan ji wan bixwe Pêdivî dît deng lê ke Wek şivanî bi rê ke Ema çi kir nekarî Bê hemd ya jê hat urî Ev dengê pir xof û xav Li nav rêlê bû bilav Bi vî xetayê xwe gur Li wir eşkera kir sir Hişyar bûn se û şivan Di gel pezên li rex wan Ma şaş gurê belengaz Ne baz da jêr ne ervaz Ji ber kulah û kulav Nema xilas bû hingav Dawya hîlan miheqeq Tête li ser rêya heq Îcar qayîdek heye Bo herkesê hewce ye Dê gur jî wek navê xwe Biavêta gavê xwe. LA FONTEN Lêanîn: Memê Miksî