Welato! 09:59 17.08.2023   Hacî Demîr Di dergûşa te de zîndanî û dîl im di ciwaniya sirûşta te de bi çar zara dinalim di şevên te yên şînê de stêrek melûl im di erdnîgariya te de bê sitar û mal im bi çar zara bê ziman û lal im şepirze derbeder û bê delîl im ji derdê destûdarê jiyanê bêhal û kal im Dîl im, dinalim, melûl im, bêhalim, lal im, bê delîl im, kal im... heya mirinê desta ji te nahêlim bi çîya, dar û berên te re hogir û heval im cotyarek xwedî sond û bê emsal im dê aqar û beyarên te ji dirk û stirîya vemal im bi parêzim xepar bikim û bikêl im lawê te welatî'me aza û şîr helal im li hemberî dijmin û nemerda rim û mertal im peyrewê Hucam, Egîd, Mamerîş û Rûstemê Zal im. 16.08.2019