Çend Fikarên Min Hene 09:40 16.10.2023 Hasan Harrani Başe bila bi xêr be. Lê çend fikarên min hene û heta niha di derbarê sîyaseta derve de bû çend sale ev partî ( doh HDP îro jî HEDEP) ti hêvîyek nade min. Ev qanadê legalê bû çend sale jibo qedera Kurdan di nava qada navnetewî de nûner bike û bikaribe biryarek .serbixwe bide ti hêvî û nîşaneyekî nade mirov. Me nêzîkatîyên vê partîyê di konferansên sedsalîya Lozanê de dît û me di daxuyanîyên wan yên derbarê sîyaseta derve û têkilî û nêrînên wan yên li dijî sîstema cîhanê ya medenî dît. Dema ez van gotinan dibêjim bi piranî kesên ku ser û mejîyê wan bi xeyala avakirina cîhanek nû hatîye dagirtin gotinên min wekî ku ez dixwazim Kurd bibin xizmetkarê Emerîka û dewletên rojava famdikin. Lê haya van mirovên me ji tayîn û tenzîmkirina cîhanê nîne bê ka cîhan çawa tê avakirin. Mînak van heval û dostan nizanin ka sedsal berê ev nîzama niha difelişe kî û çawa avakir. Yên ku vê nîzamê avakirin îro dîsa ew bi destê xwe xeradikin û dixwazin ji nûve gelek deverên cîhanê tenzîm bikin. Jixwe pirsgirêka me û nelihevkirina min û heval û dostên min jî ji vê xalê dest pê dike û me jihevudu dûr dixe. Mijara me bi ya min neanalîzkirina vê sedsalê ye. Hetta bi ya min ne tenê a vê sedsalê rast neanalîzkirina sedsala çûyîye jî. Ezê vê pirsê bikim. Gelo me çima sedsala çûyî wenda kir? Gelo tenê pirsgirêka me ya neorganîzebûnî bûn? Yan jî wekî herkes dibêje ya bêferasetbûna giregirên Kurdan ên wê demê bûn? Yan jî çi bû? Mîsal sedsal berê kesayet û rêberên Kurdan tinebûn? Mijara me li vir dest pê dike. Belê sedsal berê jî pir-hindik, baş - xerab sazî û rêber û pêşengên Kurdan hebûn. Kurd jî hebûn. Lê başe yê tinebû çibû? Yê tinebûn zîhnîyet, fambarî û bêhelwestbûnî bûn. Helwesta bê alî, helwesta serbixwe ku karibe jibo maf û meslehetê xwe biryar bide tinebûn. Ên ku hebûn jî bi bertek û xapandin û tirsandina dewleta Tirkîyê hatin berterefkirin û hinek jî bûn aparatê hebûn mîsogerkirina dewleta Kemalîst. Ger di avakirina nîzama piştî şerê cîhanê yê yekemîn li rojhelta navîn Kurd bi rêk û pêk bûya û jibo meslehetê xwe kar û bar bikira û jibo vê armancê bi hêzên cîhanê re ên ku vê nîzamê ava dikin retêkilî çêbikira wê wan jî pêşeroja xwe ava bikira û misoger bikira. Lê di wê demê de di nava şert û mercên wê demê de mialesef Kurd xwedî angaştekî wiha nebûn wî şensî wendakirin. Sedem çi bû? Sedem bêhelwestbûn bû. Ne tenê bêhelwestbûn bû. Ji ber ku xwedîyê ew hişmendî bû nedikarîbûn xwe ji hêzên ku di nava karûbarê ji holêrakirina pêşeroja wî de bûn helwest dayne û benê xwe biqetîne, jibo meslehetê xwe biryar bide. Ew hişmendî û famayîya wê demê bi Kurdan da wendakirin. Dewleta Tirk di wê demê de jibo amadekirina çûyîna wan platforman çend sal berê kar û barê vê peymanê dikir. Lê haya Kurdan ji bavê felekê tinebû. Dewletbûnî çîye, têkililîyên navdewletîyê çîye nedizanîbûn. Îro jî nizanin û dewletbûnê wekî xeter û bobelat dibînin. Ên ku bi vî çavî li mijarê binêre gelo wê jibo platformên tayîna qederê gotinê wî çi be an jî wê   hebe? Ji ber vê feraset û bê helwestbûnî sedsal berê cawê ku li serê wan dihate lefandin çîye nedizanîbûn. Ew feraset bi giregirên me yên wê demê re tinebû. Mînaka Hecî Evdilqadir mînakek gelek girînge. Helwesta wî jibo Osmanîyan trajîk e. Lîstik çi bû? Lîstik ev bû. Îttîhatçî dizanîbûn çidikin. Karûbarên xwe hemî di nava pîlan û bernameyekîde dimeşandin. Ji giregirên Kurdan yên xwedî hesasîyeta olî û alîgirî û pêgirîya xelîfetîyê re digotin em hemî bisilmanin endamê dewleta Elî Osmanin. Veqetîna ji xelîfetîyê îxneta bi îslamêreye. Kurdan bi vê hesasîyetê qaşo bi xelîfetîyêve girêdayî hiştin lê di rastîyê de bi Tirkbûnê ve girêdayî hiştin. Seyîd Evdilqadir mirovekî giranîya wî li ser gelek şêx û kesayetên Kurd hebû. Ji Başûr heya Bakur gelek derdor kesayet wî gohdar dikir. Hemleya pêşîn bi destê wî hate astenkirin û ev bû misogerkirina rizgarbûna kadroyên îttîhadê ji xendeqekî girîng. Yê ku Kurdan bê helwest hişt işt Tirk pêşeroja xwe misoger bikin di dawîyê bi destê heman kadroyan ji îdamê xelas nebû. Yanî ti rê didî vê dewletê lê dema ev dewlet xwe dixe garantîyê ew bi xwe te jibo xwe xeter dibîne û te bi destê xwe ji holê radike. Gelek hêlên din jî hene lê di vê nivîsara kurt de ne mimkune ku em cîh bidin wan hêlan. Lê tenê jibo helwesta Kurdan ya wê demê mînaka Seyîd Evdilqadir bese. Niha em werin vê rojê. 10 sal berê destpêkirina ji nûve dîzaynkirina rojheta navîn fîîlen dest pêkir. Di vê tenzîmkirina nûde rewş û dahatûya Kurdan bêguman wê bala hêzên navdewletî û cîhanê bikişandana û kişand jî. Tirk bi aqilin. Berîya ku Kurd vê yekê bibînin wan dît û dest bi girtina tedbîran kirin. Ev bû 5-6 sale dewlet hemî giranîya xwe da ser girtina tedbîran jibo rojên pêş. Dewletê starta vê yekê bi ji kargirtina rêveberîyên şaredarîyan da. Paşê jî tayînkirina qayyûman kir. Kurdan hîna jî tiştên wê demê hatin kirin jibo çi bû û armanç çibû fam nekirine. Kurdan tenê wê mijarê wekî tiştekî normal ya ji kargirtina şaredaran fam kir. Lê mesele ne ev bû. Ew gavek bû domahîya wê gavê desteserkirina sîyaseta legal û rêveberên wî bûn. Dewletê biryar da. Dizanîbûn ger ev şeklê vê sîyasetê wekî xwe li pîyan bimîne û bi vê hebûna xwe heya dema mizekereyên peymanan biparêze ew dem sedî sed îhtîmala helwestekî cuda ku bikaribe ji min veqetên çêbibe. A jibo vê yekê ev deh sale sîyaseta Kurd dîzayn dike. Zêdetirîn angajekirina sîyaseta Kurd û qaşo çep û demokratên Tirkan xurt dike û teşwîq dike. Sîyaseta legal îro bi piranî di bin bandora van derûdorên ku bi piranî di pişt perdeyê de ji hêla dewletê ve jibo rojên pêş hatine amadekirindeye. Em vîya çawa dizanin? Em vîya bi helwest û daxuyanîyên wan yên di derbarê sîyaseta cîhanê û hêzên ku dixwazin rojhelata navîn ji nûve dizayn bikin de dibînin. Ez fam nakim çawa li hemberî tenzîmekî wiha disekinin û îtîraz dikin. Sankî her tişt çi gorî Kurdan e û ji nûve dîzaynkirina rojhelata navîn zirarê dide Kurdan bertek didin. Dîsa cîhnîşana wan de em vê xetereyê dibînin. Megot ku sed sal berê jibo ku ew feraseta me Kurdan ya têkilîçêkirina nav dewletî tinebûn û jiber ku bi saîk û hişmendîya xelîfetîyê tevgerîyan sedsalekî dirêj bi gelê xwe dan wendakirin. Îro ji bi dîzaynkirina sîyaseta nav Tirkîyê de jibo Kurdan ev xetere heye. Du sê salên dawî de hemî emare didin nîşandan ku dewlet di vî warî de gelek rê girtîye. Lewre di hemî warê sîyaseta derve de sîyaseta Kurd bi dewletê re di heman mecrayê de dimeşe. Ti gotin û bertekên wan ji a dewletê cudatir nîne. Hela di vê dema dawî de di mijara Filistîn û Îaraîlê de sîyaseta Kurd xetayên ku nayê qebûlkirin dike. Em ne mecbûrin di freqansên dewletê de helwest û bertek nîşan bidin. Sibê wê van şeran bi dawî bibin. Wê bazên şer karê xwe bi dawî bikin û wê cihê xwe bidin melekên aştîyê. Lê tiştên ku di dema şerde hatina kirin ji hêla kî ve û çawan hatine kirin wê neyên jibîrkirin. Dîrok doh, pêr û îro çi kirîye û goyîye tomar dike. Û wê van kiryar, hewest û   bertek wê hemî bêne ser masê. Ew çax yên ku ne li hêla van hêzan bûne ji wan re mafê axavtinê jî namîne. A Kurd vîya nayînin bîra xwe an jî pê şîyar nînin. Sîyaseta Kurd divê gavek zû pozîsyona xwe jibo dema pêş jibo merheleya bazarîya ser masê ji îro de dîyar bike. Hemî helwest û bertekên xwe li gorî pozîsyona wê rojê an wê merheleyê nîşan bike. Ne mecbûre bibe dûvikê çepgirên Tirkan û hebûn û dahatûya xwe bixe xetereyê. Ê çepên Tirkan welatê wan heye. Di rû de dijberîya Emrîka û Ewropa bike jî ji wan re xem nîne. Lê ey Kurdo! luksîyetekî te ya wiha nîne. Îro ti çi bikî wê sibê bê pêşîya te. Dewlet bixwe wê van hemî bertek û helwestên we wekî dosya bîne ser wê maseyê û bêje ey Emrîka û Ewropa aha vana evin yê ku bi we re doste ezim. Sîyaseta legal li gorî qanûn hiqûqa navxweyî kar û xebatekî ez behsa wê dikim bi vekirî nikare bike. Ez vîya dizanim û di vê ferqêde me. Û ez vê yekê jî ji wan naxwazim. Lê dikarin van helwest û bertekên eletewş ku di pêşerojê de jibo Kurdan gelek xetere nedin nîşandan. Rê û çareyekî din ya maqûl dikarin bibînin û li gorî zimanê dîplomasîyê bertekên xwe bidin nîşan. Lê ne mecbûrin di heman mecraya dewletê de bimeşin. Meselên me Kurdan ne meseleyên dewleta Tirkin ku em jî daxilê wan meselan bibin. Mesela me ya cuda heye û doza mafê me yên etewî heye. Divê em li gorî vê rastîyê tevbigerin. Ger sîyaseta Kurd di demekî kin de xwe jibo mafê gelê xwe di warê sîyaseta navxweyî û navdewletî de ji nûve xwe tenzîm neke divê welatperwerên Kurd, dildar û berpirsîyarên Kurd ên Kurdewar demildest bizavekî nû ava bikin kar û barê xwe li ser esasê bidestxistina mafê Kurdan di platadormên navnetewî de nûner bikin. Ev mafê Kurdan e. Yan bizavên heyî divê vê yekê bikin yan jî ger ew nekin ew çax mafê Kurdên welatperwer , netewperwer heye ku ew vê yekê bikin. Jibo vê yekê dem ne kêm e. Dem heye û ger bixwazin tiştek bikin dikarin bikin. Lê dîsa dibêjim jibo rojên pêş ev sîyaseta legal ya heyî jibo mafê Kurdan bi awayekî serbixwe biparêze hêvî nade min. Kongre, peyam û tenzîmkirina di vê avakirina partîya nû de hatîye hasilkirin vê yekê nîşan dide. Ez îro nafikirim. Ez piştî qedandina vî şerê li rojhelata navîn tê dayîn difikirim. Kurd ji hêla hişmendî û feraseta bi cîhana nû re bimeşe di kîjan pozîsyonêdene? Ya girîng ev e. Ev tiştên ku min heya niha gotîye jibo KCK ê jî derbas e. Gelo KCK jibo pêşeroja Kurdan bi dewletên tenzîmkar re dixwaze çawa têkildar bibe? Gelo jibo wê merhelê çi amadekarîyên wan hene û di îro de dixwazin çi bikin. Ger ew jî wekî ku sîyaseta legal difikirin ew çax karê me Kurdan bêtir zor e.