Li ser mijara Temo: Temo, timo, temiros 05:02 09.04.2024    Fêrgîn Melik Aykoç Hasan Harani mijara navê „Temo“ vekiriye, ragihandiye ku ev peyveke xas kurdî ye. Bi xwedawendê Mezopotamya Tieman, yani bi xwedawendê deryayê Tiamat ve girêdaye. Ez dixwazim vê mijarê hinek vekim. Di çanda kurdî de çîrokek û stranek gel heye, „Temir Axa“, dema mirov çîrokê guhdarî dike dibîne ku çîrokek gelek kevn e. Jê xuya dibe ku hin elementên di nav de hetanî berê mîladê diçe.   Têkiliya Temo û Tîmür -Leng Bi bihistina nav re hima navê tîranê moxoli Timür tê bira mirovan. Em dibînin ku di çand û zimanê Moxolan de bi navê „Tîmüçîn“ forma kurt „Timür“ (Tedmir) yanê „hesin /hesinkar“ navekî heye. Hem jî navê qiralê wan yê herî xwînxwar e. Bes divê em vê bizanin têkiliya peyva Temo / temir û Tîmüra moxolan hiç bi hev re tine. Em dizanin ku di gelek zimanan de peyvên di nivîsandin û bilêvkirinê de dişibin hev, lê xwedanê wateyên cuda, û di warê riçalnasiyê de jî bingehê wan cuda ne, hene. Minak peyva almanî „mast“ û peyva kurdî „mast“ xwedanê wateyê cuda ne û ti têkiliya wan bi hev re tine. Almanî mast = (i)stun, kurdi mast = şirê meyandî ye. Mirov dikane di vî warî de bi sedan mînakan bide. Yanê şibandina du peyvan ti wateyeke xwe tine.   Têkiliya Temo / Timo û Timoteus Peyva Greki Timotheus, Theo, theos jî bi grêki navê xwedê ne. Gelek zanyar û lêkoliner di wê baweriyê de ne ku xwedawendê Mezopotamiya „Tiamat“ (xwedawenda deryayê ye) û yê grêki „Timotheus“ ji heman bingehî ne, ji ber ku „Tiamat“ kevtirîn e (4000 sal berê miladê hatiye bikaranîn) Tiamat wek Timotheus derbasê grekiya kevn bûye. Dibe çima nebe!... Temiros a serweriya Lidya. (900 – 500 berê miladê) Navê Demirciya navçeya Manisayê û çemê di nava Demirciyê re diherike, di dema Lidyayiyan û împaratoriya Bizansan de „Temiros“ e. Komara tirk Temiros dikin Demircî. Anegorî hin daneyan „Temir“ navê parêzvanê Alyanîsa Keybanuya Med (jina Aştiyago). Alyanîs jî ber êrişên Persan direve tê li bajarê Sîdas a li keviya vî çemê Temiros demek dijî. Tê îddiakirin ku navê çem ji parêzvanê Alyanîsê maye! Yanê navê Demirciyê jî Ji Temir yan jî ji Temoyê fedaiyê Alyanîsê maye. Lewra Gora Keybanuya Med Alyanisê li bajarê Lidya Sidas a li ber çemê Temirosê ye. Dîsa navê Bozdaglar ya li Egeyê yê orjin Timolos e û di wateya "çiyayê xwedê" de ye. Navekî xwedawendên Urartuyan /Xaldiyan Teişeba jî Taima /Teimo ye û ji Tiamat tê.   Em li kiteyên peyva „temir“ pêk tîne binêrin. Di kurdî de bi pêşkiteya „te“ gelek peyv hatine çêkirin: „Te- şe, te-şi, te-pik, te-res, te-ker, te-vir, te-nik, te-mezi   Kiteya „mûr“ di tirkî de tine. Peyva „çamûr“ peyveke arî ye, di rûsî, bulgarî u yünani de jî heye. Peyva „hamûr“ ji peyveke erebi ye û ji „xmr“a erebî tê (Yê ev peyv ji tirkan re çêkiriye jî Ziya Gökalp e. Li nivîsên Murat belge binêrin). Di kurdî de peyva „mûr“ weke rengdêrekê tê bikaranîn. = Mirovê rûçik mûr. Peyvên di kurdî de bi tîpa „o“ diqedin bi giranî formên kurtkirîne. „Temo“ jî dibe ji „Tiamat“ û „Tinatheus“ hatibe û hatibe kurtkirin. Di zimanê ewropî de ne tenê Tîmo, Timothy, Thiemo jî hene Li gel wan gelek zanyar peyva „Tîgrîs“ (navê çemê tîr /dîcle) jî bi tîrej û Tiamat ve girêdidin. Bi gotineke kurt mirov bi hêsanî dikane bibêje; peyva „temo“ ji navên bingehîn ê Kurdan yek e.   Hin Çavkani http://aksozluk.org/camur https://www.bibelwissenschaft.de/ressourcen/wibilex/altes-testament/horiter-hurriter https://www.wissenschaft.de/allgemein/hurriter-grossmacht-im-alten-orient/ https://www.roj-union.com/index.php/die-hurriter Brigitte Groneberg: Die Götter des Zweistromlandes. Kulte, Mythen, Epen. Artemis & Winkler,   Tiamat (akkadisch tiām(a)tu(m)/tâm(a)tu(m),[1] auch tiāmtu,[1][2] tâmtu[2] oder tâmatu[2]) ist eine Göttin in der babylonischen Religion. Sie verkörpert das Salzwasser[3] und bildet den Gegenpart zu ihrem Gemahl Abzu, dem Süßwasser. Timotheus aus Timo-/-timo („Ehre“, „Ruhm“) und Theo-/-theos („Gott“) zusammen, bedeutet also „Ehre Gott“ oder „Rühme Gott“, was in etwa dem deutschen Fürchtegott entspricht. Der Name Timo ist die Kurzform der Namen Timothy Thiemo bzu Gemahl und Gegenpart der Meeresgöttin Tiamat, die den Salzwasserozean symbolisiert, der das Rund der Erdenscheibe wie ein gewaltiger Strom umfließt, ohne sich mit dem außen angrenzenden kosmischen Süßwasserozean völlig zu