HÊVIYA RÊWÎ Û XIYAL 01:14 25.08.2025 Di dawiya sala 1990 î de, mîna kelemperekî ziwa ber bayê ketî, bêhêvî û şikestî min berê xwe da riya çûn û nehatinê, riyek bêveger min da pêşiya xwe. Ber bi dilê wendabûnê ve min her xwe ber dida ber bi jêr ve. Min bawer dikir di nava çîrokek bê wate: Hebû, nebû, tiştek nebû. Kûr ber bi binî ve diçim. Çend soz û peymanên cangoriyên ku yek bi yek dibûn firîşte û difiriyan di serê min de diçûn û hatin. Lê min bawer nedikir ku careke din vegerim Rojavayê Kurdistanê. Di berîka min de mistek ax ku şervanekî pêça bû û got: Bila ev bi te re be, tê ticarî me û vê xakê ji bîr nekî, bila bibe hêviya vegera careke din vî welatê ku ji dîrok û nexşeya cihanê ketî. Bi wê hêviyê bijî ku tê careke din vegerî ser vê xakê, lê ev xak jî dê vegere ser xwe û azad bibe. Piştî 35 salan wan sozan ji Rojava zîl dan û ber bi xewna mezin ve diçûn. Ew perçeyê hebû nebû tiştek nebû, bû mizgîna hebûnê û niha bi tevahî kurdî dijî, kurdî diaxive û bi kurdî xwe û me ava dike. Ev helbest cudabûna wî wextî û piştî 35 salan tîne ziman; bêhêvî û tunebûn, hebûn û man. Beşê yekem di salên 1990 î de hatiye nivîsandin, beşê duyem piştî 35 salan hatiye nivîsandin.   1 Liva dawî, xewna dawî Pêçekek qedexe, hebûnek qedexe, zemînek qedexe, giyanek qedexe sipart kulîna xewnistanê Bêzariya xewnê bû, birîn bi ser giyan de diponijî şevên şêt bedewiya taristanê bo birçiyê xewnan diristin konê hebûnek tazî, li valahiyê, gulistanek bêgul, çolbeyarên rut, bi azara hêstiran lorandin Diyariya mirinê bo jiyanek zivistanî, di valahiyê de, kaniya êşê tije sorgul kir Di kêliyekê de hezar sal bi cih dibûn Di hezar salî de kêliyek têk diçû Ew û têkçûn hevrêyên xewnê bûn sozên zêrîn berz bûn Kujar bû destpêk, sergêj kir dawiya hîn nehatî Şahsiwarê xewnên têkçûyî Bexçeyê azarê bost bi bost dipîva Dibû niştecihê hêstiristanê, tazî hat, dawiya nehatî pêşwazî birînê kir Li vir, li vî kavilê wêran, Li pey kelemperan, bihara bêbextiyê dipişkivî wêneyê xewnê lerizî li noşgeha çavên te, rastî wêran bû Fermo, ji payîzokên nehatine zimên, ji heyranokan, xewnan bihûne Bipîve kavilê dilê min, ka çend qûnaxên te lê hene? Min ew li wir hişt, tu li vir û xwe?... Rût û şêt e poşmanî Çîrok nayê dawî, dirêj e mîna şevên me, reş e mîna bextê me Kolanên bêbextiyê min û te bost bi bost dipîvin Ez hîn ji xwe dipirsim, ew riya hewqas kin çawa bi salan ajot? Wê rojê rê bû girav, dawî lê nehatiye Ji Tirbasipiyê diçim Qamişlo Bermayên min belav dibin Hîn bi rê ve diçim Hîn ew hêstira zîz dibû li qoziya çavên min semayê digerîne Em bi ku ve diçin lawê min? Ji min pirs kir, Li hêviya bersivê ye Li wir, li wan kavilên wêran, pirs zîz dibe, bi ava Cerehê re dixwişe, dibe şape, nalîna lehiyan Diyarê Felekê dilerizîne Kanîgurê, Warikêkewa, Kevirêhêmid, Qubika wêran, Nêrdiham, bi zarîn: Hun bi ku ve diçin? ... Ez di rê de me periya min, rêwingiyê bihiştê me, Lê riya Qamişlo bûye girav, bêdawî dikişe Kêlî dibin sal, sal di nava kêliyan de têk diçin, Min bibexşîne, ku bê bersiv diçî! Dilê te seyrangeha tenêbûna min bû, di rêwîtiya bêdawî de, hembêza te vehesîngeha min bû Dem di aramiya bêtebatiyê de radiweste, cih, di tunebûnê de zîz dibe, Ma ev konê reş wê li ku bê vegirtin, emê li ku peyva dawî biweşînin, li ku hêstira dawî birijînin Xaka biyaniyê germiya hêstiran napejirîne Pirs û bersivên me li hev tên alandin, tênagihîjin mirovên nûjen! Te çawa rê dît ku bêbersiv bar bikî? Te çawa kari bû rêwîtiya bêdawî di destpêkê de bibirî? Te çawa kari bû hêstira dawî bisipêrî Diyarê Felekê? Di tunebûna cih û demê de, çawa mirov bi şûn de vedigere? Di xelekên zincîra qedexeyan de, çawa ew kon hat vegirtin? Ew xak dikare bersiva pirsên me bide? Em rêwingiyên, bi tunebûna cih û demê re dizîvirin, bi ku ve diçin em?! Em pirsan dubare dikin, bersivên me pirs in. Di xatirxwestina dawî de, em, pirs û bersiv dibin yek, di tunebûnê de, destpêk û dawiyê digihînin hev. Melaka afirandinê! Ez rêwî me, rawestan ji min westiya, li serê wê kolanê, li ser riya Dugirê, ber bi Qamişlo, ez û dem û cih bûne yek, bêaramiya xewnê, min di nav netebatiyê de digevizîne bi hev re, riya bêveger, em hembêz kiri bûn, te ez sipartim tenêbûna xewnê. Karwanê vegera bêvegir, bê silava dawî, tu ber pêlên xewnan ve birî. Rêwiyê! Li xerîbiyê, te çend hêstir tevî kederan kirin? Çend axîn te dan ser hev? Çend şev te lorandin? Di kêliyekê de, te çend sal didan hev? Te çend caran pirsa xwe dubare kir? "Em bi ku ve diçin?" Û ew bexçeyê êşê, te bi hêstir û axînan av dida, xewnên te, ji Bagokê vezîlehan, li Cerehê şax vedan, li koçberiyê ber girtin, bûn gerdûnek ji azar û kulan, ez dorpêç kirim, Dibim natorvan. Di kolika êşê de, natoriya kovanan dikim Em bê veger bi rê keti bûn, tu bêveger vegeriyayî, di rêwîtiya xwe de, bi nalînên te re dijîm Te bar kir, tu çû, lê ez?! ... Û ya din?! Ev pencere vekirî hişt Ji çaviyên birînê, ferhenga peyvên qefilî stoxwar, sipart hewesa şevê Kizîra biharên me, bû surûda têkçûnê Melodiyên bêbextiyê me dilorînin Hesretên biyaniyê me dipîvin Xewn ji nalînên me dicefilin Wê rojê, li ber wê avê, bi lerizîna stêrkan, peymana xwe, me nîşan kir Bi tunebûna cih û demê re, em bûn liva xewnê, Yekîtiya me, bi Şerefdînê re berz dibû, Berfînek rakişiya ji nav sipehîbûna sipiyatiyê Biriqîna zerahiya wê, silava xewna beravêtî da Di tebatiya liva xewnê de, peyman lerizî, stêrk behitî man, xewn li şevê qedexe kirin Wê rojê, li ber wê avê, tu bû xwedayê wê xewna nedîtî Di xewnê de bûyî xewn Bûyî destana xiniziyê Şermezariya çiyayên serfiraz, reşa xwe ji sozên te vedigire Bilorîne, da liva dawî me bihûne, xewna dawî me bibîne Ez û rê û dem, rêwî ne, di hev de radiwestin, bêdeng, ber bi Qamişlo, di cih de, dizîvirin Û ew çiya! ... Çiyayê Sipî Çav li siwarên rojê, sernixûn dibe Serpêhatiya şervanekî ji êgir, ji girava bêbextiyê dinoşe Me dipêçe bi çîrokên şan û bêrûmetiyê, serkeftin û têkçûnên li hev alandî, rastî û xiniziya şevên me Me zarokên xewnan, pêrgînî helbesta azadiyê dike Me xewn dirêse Me xwîn dirêse Me şîn dirêse Me sor dirêse Me girî dirêse Me ken dirêse Me Mem û Zîn dirêse Me Beko dirêse Tevnepîrên berehên xwe, ji guliyên amedî dihûne Diyariya zindanê dibe al, Rûyê sipî sor dike Em biran e! Birayên xwînê, xwîna keçikaniya xwîşkên me Ma wê çawa Qamişlo nekale Wê çawa rûyê xwe bide min Bi hêviyên me sermest bûbû Tu hembêz dikirî Hoooy Çiyayê Sipî! Biqîre, bila dilopên xwînê bipijiqin Bila berfîn bel bibin Bila sipehîtiya te sipî bimîne Bila dem bilive Bila cih bilive Bila bêdengî biqîre Em bi ku ve tune dibin?! ... Ji wê pencereya birînê Ji wê çaviya xwînê Şêlehan soz, Li jêrzemîna dilê min, alandin koremarên nankor Şahiya vekirina girtina deriyan Kilît li dest te, bi ku ve diçe Gilgameş? Enkidû, di xewna me de, winda dibe Em neviyên rojê, dibin dîliyên taristana peyvê Tu şahsiwara sozan! li şahiya mirinê liba dibî, şermezar dibe çiya Vedenga sitiranên me, çardara Xwedê, pêşwazî goristanek bênav dike Bi ku ve diçe Gilgameş?! Çûn bêveger e! Veger bêveger e! Li ser sînorê çûn û vegerê, peyv dişewitin, soz dişewitin, pirs dişewitin, bersiv dişewitin, em dişewitin Tu dizanî bi çend sorgulan min bejna te pîva? Bi çend rûpelên endekoyê min xemla te hûna? Çend helbest di bîbika çavên te de, şikestin? Çend şev, bi navê te min lorandin? Çend ez, di xewna te de têkçûn? Tu dizanî...? Ji wê pencerya vekirî, çavnihêriyê berbangê dimînim Di xewna min de, tu xewn dimînî Bila ev pencere jî bê girtin Riya Qamişlo bêdawî ye Ew bêveger vegeriya Tu bêveger çûyî Ez Bêhatin Bêveger Bêçûn Di aramiya netebatiyê de diçim  ... Ev çi baran e av dide daristana xemgîniyê Gulên xiniziyê dixemilînin bexçê bedbextiyê Bêriya lala dikin çolbeyarên rût Li hewesa henasa te pirs dikin Li ku man ew naz? Ji keviran dirêsî tevna evînê Sosin digirîn, ji xalepirsan dixemilînin beyarbanê dil Tu şêrîntirîn dijmina dost! Bi ku ve diçî? Bi şiliya nazên xwe, ziwa dikî kulîlkên me Em dibin destpêka çîrokek tune, hebû nebû, tiştek nebû Dirêj dibe çîrok, vedizîlehe mîna mirina me Sirûda tunebûna çîrokê ne em Em hebûn, nebûn, tune bûn Nebûniya ahenga birînek jibîrkirî, dilorîne fîxanên me, sergêj dike tewanbariya xewnên netebût Ev lerizîna bêbextiya bextreş e Di bêaramiya hêstiran de zîz dibe De bila bikişînin xêzan ev tiliyên şewitî Ma kî dixwîne giriyê me? Hespên me li biharên ziwa, tewl dikin şevêniyên xwerên Xatir nexwaze Bi rijiya tiliyên şewitî, navê te bêmirin, dineqişînin li ser banê dilê Xwedê Bi êgir, me dinivîse çîrok Ev tiliyên şewitî, li ber xunava kizîrê, li ser asoyan, sitewr diçînin peyvan. têr nakin şevên me ji maçan, rojên me ji ken Leylana dûmana kederan, me dikişîne dûrbûna bişirîna hêviya şewitî Şerê peyv û tiliyan dîlana bizotan digerîne Şevên tewlaz, kenê serserî, sirûdên dînîtiyên me, li meydana xiniziyê, hespên şînê didin cirîdan Peyvên tirsonek dibin siwarên çalak, li dilê tunebûnê, sema çîroka me digerînin Pirs ne ew e, çîrok bi ku ve diçe, em bi ku ve diçin, agir bi ku ve diçe, şev bi ku ve diçin, bîranîna kulîlkan, bêrîkirina lêvan, giriyê maçan? Em li ser lêvên hesretê, mirinê dipên Tevzînoka pêlên xewnê, me bi êgir dişo Kefenekî ji dirihreşkan me dipêçe Gul bi sitiriyan dixemilin, dibin taristan li dilê evînê Em dibin hesreta xaka ziwa, li ser ramûsanek dilopên baranê dikewgirin Sitiranên me, Şêxê dînê, Bavê Seyro, Ehmedo ronî, … şîna mirina Xwedê Digerînin Sersem dibe konê Qederê Pêxwas, bi tîna xweliya germ, me dihûne çîrokek, HEBÛ, NEBÛ, TIŞTEK NEBÛ 2 Piştî 35 salan ji windabûnê De bila kizîra şewatên hesretê me hildêre Em ê rojekê baran bibarin Şîlanên derengmayî dê li nav ariya me zîl bidin Ҫîrok hîn dawî nebûye Em destpêk in destpêk Hêvî hesretên nîvco ji şevên bêxew re dinehwirîne Ne ez ji fira xewnê westiyam Ne tu ji xunava baranê Șev dilê me şil dike Hêstirên xwedê ne firîşteya min! Ew ne baran e keça Agiristanê! Dîsa ez bûm hatibûm civanê şemamokan Ҫend caran dilê min li pencerê da, tu şiyar nebûyî Kurtepista xewnê ez kişandim nav hinavê xwe Ma tu hîn li wir î? Dengê firîşteyên xewnê ji çiyan bilindibûn Em hîn siwarên rastiya xewnê ne Li aliyekî me rok, li yekî çiya û di ser me re firîşreyên siwarên êgir difirin Em tên û bi me re cangoriyên vê rê Bi me re lehî, aşit û agir gur dibin Di dilê me de rastiyek heye tu xewnan li pey xwe nahêle Ev xak wê tenê kurdî biaxive Wê tenê kurdî bijî Wê tenê bi kurdî hebe Ev welat bi ba, agir, ax û avê hatiye meyandin Hevrêyê tîrêj û ronahiya rojê ye Dê her weha ronî bimîne Cihê taristanê li vê xakê dê tune be Vegere! Ji Rojava roj hiltê! Ber bi Rojhila diçe û dîsa hiltê Li Başûr û Bakur jî dê rojhilat bimîne Vegee li lûsê hatina xwe! Hebûn dê bê êş be! Ҫûn jî,  dê bê êş be!