Xwebaqilê Kêmaqil (Dunning-Kruger sendrum) 10:38 26.05.2026 Ev têgîna min ji bo vî navî bikaraniye çiqas di cih de ye, ne di cih de ye, li aliyekê, bes min ev nav xweştir û watetir dît û bikaranî. Nexwşiya herî zêde li Rojhilata navîn bi giştî serdest e: rasterast ev nexweşî yanê „Xwebaqiliya kêmaqil“ e. Bi zimaneke din nezanên bûne rêzan, hewl didin ku xwebaqiliya kêmaqil li nav me bikin rengeke bîr û mîzan. Hem jî wisa kirine ku ev rewş bi zelalî di her warê jiyanê de xuya dike. Ta niha me nekaniye ku em vê nexweşiya kesî û civakî ya ku bûye bela seriyan bi teorî yan jî têgîhîştîneke zanistî re bigîhînin hev.  Ev nexweşî bûye bingehê gelek pirsgirêkên civakî û serêşan. Dagirkerên welatê me jî, di her serdemên lêhatî de van kesok yan jî mejîgeniyan bi rengên cuda derdixin pêşberî me. Heta bi rêya wan gelek kesokên bê kesayetî bi xwe ve girê didin. Lema ev mijareyeke pir girîng e, bi hêviya bi her awayî were nirxandin. Ji ber vê rastiya wê min xwest hinek jî be, vê mijareya ku kes nabîne, yan jî naxwaze bibîne, hinek vekim. Bi hêviya hin dostên têgîhîştî jî mijarê hê xwirtir vejenînin. Di zimanê zanyariyê de ji vê nexweşiyê re „Dunning- Kruger Sendrum“ yan jî „Dunning- Kruger efekt“ dibêjin. Yên ji vê nexweşî yan jî rawestana psîkolojîk re „wêrekiya cehaletê“ dibêjin jî, hene, hem jî anegorî rastiya wê peyveke gelek di cih de ye. Bes bi dîtina min di zimanê kurdî de tenê û tenê biwêja „xwebaqiliya kêmaqil“ yan jî „jîrîya nezaniyê“ dikare di vê wateyê de were bikaranîn. Lewra kesên bi vê nexweşiyê ketine, bi rastî jî xwebaqilên kêmaqil in. Hin pêvajoyên vê sendrûma ku bela serê me ye jî, hene, yek; ev tîpolojî tim qure ye, tux e, di her rewşê de xwe li ser her kesî re dibîne, qaşo aqildêre. Ji wî wetrê her kes muhtacê baqiliya wê/wî ye. Ji wê gelek caran ji jor ve li mirovan dinêre. Merheleya harbûnê ya van kesan jî heye, ji bo baştir têgîhîştinê ev merhele wekî gelê me dibêje: „Xwedê kurekî daye nezanan, girtine cucikê lawik di ber de jêkirine!“ A ev pêvajoya harbûna vê nexweşiyê ye. Ev kesana dema sergejiya vê pêvajoyê de hin erkên sereke bidestxistibin ji hemû sînoran dibihurin û xwe ne tenê ser her kesi re nabîne, gelek caraî xwe weke xwedê hîs dike. Bi zimanekî din di vê pêvajoyê de dibe wek pisika padîşah, ya li ser paytextê padîşahtiyê daye rûniştin. lê dema mirov mişkek rava bike, tac û text davêje û dide pey û rengê xwe yê rast nîşan dide. Ti car şiyariyan jî napejirîne. Ev kesana dikare tenê bi dek û dolaban, bi alîkariya hin aqildêrên canbaz, qeşmerên bê perwa yên di xizmeta xwe de erkê wergirtine bi awayekê bi rêve bibin. Bes weke bêhişak bê vîzyon, bes bi hişê kesên din. Li gelek welatan hin padîşahên psîkopat derketin, bûn bela serê gelan, ew kesana tev de dîlên vê nexweşiyê bûn. Em hineke din vê mijareyê vekin. Mirovên ku ne xwedanê zanînê ne, bi gotineke din di derbare erk û rola wergirtine de bê agahî û zanista pêdivî pê heye, ne; bîsta her bi çi awayî bûbe, wî erkî ew lê werdigirin xwe di dîmenziyoneke din de û li ser her kesên ku di wê beşê de dixebite, heta ser hemû serwer û padîşahan re dibînin. Ew baweriya xwe ne bi kesên dixwazin li gor têgîhîştina wî erkî hinek alîkariya wî bikin û rê nîşanê wî bidin, tenê bi xwe û bi kesên serî lê diwerimîne tîne. Di vê rewşê de berçavikên wê/ wî wek neynika dêwa ne, jiwê ew wer zen dike ku ew bi rastî jî ji ber wê mezinahiyê gihîştiye wê merheleya erk wergirtinê. Yan jî xwedê ew erk weke erkek pêximberî tenê layîqê wî dîtîye. Di gundan de dema nezanekî dibe Muxtar, gelek caran bi rengê vê sendrûmê rastiya xwe dide der. Ya baş em li nirxandina Dunning binêrin: Dunning û şagirtê xwe Krugerê jîr vê mijareya bûye bela serê hin gelan û gel hetanî felaketan birine wiha dinirxînin: Van kesana perwerdeya pêdivî pê heye nedîtine. Ne di têgîhîştîna kapasîteya xwe de ne. Di mijareya ku wek erk wergirtî de bê agahîne. Ti hewldanên wan yê xwe di vî warî de perwerdekirinê tine. Di rastiyê de ew bi gotineke zelal zir cahîl in. Bes ji ber ev erkê ku bi destketiye bandor li kesayetiya wî ya negihîştî dike, ji wê xwe di pozîsyoneke gelek taybet de dibîne. Ew di ti warî de ne xwediyê agahiyên têr e, lê naxwaze ku kesek wî bi wî erkî serwext jî bike. Dunning piştî vê zelalkirinê di bin van xalan de hewl dide ku rastiya tîopoliyên bi vî rengî li ber çavan raxîne: 1 – Bê sinorbûna bêexlaqî û rawestanê: Baş tê zanîn ku zanyariya têr û xwedan anora mirovbûnê mirovan vedixwîne hişmendiyê, nahêle mirov têkeve nava tevger û rewşên ji etîka civaka lê der. Kesên ne xwedanê van têgîhîştin û terbîyeya pêdivî pê heye, bin, ti sînoran nasnakin, tenê ez û ez dibêjin. Her hewl didin ku bi dek û dolaban bigîhîjin armancên xwe. Ji jor ve li dijberên xwe û mirovên têgîhîştî û ji rêzê dinêrin, bê xwe anora ti kesî ciddî nagirin. 2 – Dunnig-Kruger radigîne ku li van kesan wêrekiya nezanînê /cehaletê heye. Ew şermê, bi awayek anora pozisyona xwe yan jî cihê lê ti car nagirin berçav. Ew ne di têgîhîştina erk û pozisyona xwe de ne, lema bêtirs in. Her li pey dekbazî û firsendan e. Li gel wê her hewl didin ku kesên cuda ji bo dekbaziyên xwe bikarbînin. 3 – Ev kesên bi vê sendrûmê ketine, nikarin kûr û dirêj bifikirin û binirxînin. Di têgîhîştina pîvana zanîn û kanîna xwe de nînin, ji wan wetrê ew her tişt in, ji wan baqiltir kes tine. Encamên karên dikin ti carî nahesibînin. Ew tenê hin firsendên bi destxistî û jê sûd wergirtinê dizanin. Anora kesan ciddî nagirin. Bê xwe her kesî piçûk dibînin. 4 – Ew ti carî li ser encamên karên dikin nafikirin, bi dîtina wan ew çi jî bikin karên wan rast terin. Anegorî wan her kes wan weke hêvî dibîne. Ji bo pozisyona xwe parastinê her dek û dolabê weke alaveke serkeftina xwe dihesibîne. Di vî warî de ji bikaranîna mirovan zewq digire. Tirşikçiyên li û dor kombûne hê bêtir serî li wan diwerimînin. 5 – Her pisporiyên zanistî û siyasî piçûk dibînin, Zanyarên bêtirs û ji şêlavî dûr ji bo wan mirovên herî talûke ne, ji bo pêşî li wan girtinê serî li azîn û metotên nayên aqilan didin. Ji bo pêşî li wan girtinê jî canbazan bikartînin. 6 – Ji mirovên têgîhîştî, xwerû yên dek û dolabên wan ên ji nezanîn û cehaletê tê bi daneyên zanistî zelal dikin û wek şamarê li rûçikê wan didin, nefret dikin. Mîna dijminahiya Reîsê Roma reş yê axretê ya li dij Silhedînên me Kurdan. Ez bi xwe jî gelek caran rastê tîpolojiyên bi vî rengî hatime. Ez û gelek kesên bi vî rengî, di gengeşiyên rû bi rû û li ser medya civakî hatinin hev. Ev nexweşiya giyanî û derunî herî zêde li welatên dekbazî, paşlink avêtin bûye hunera serkeftinê derdikeve pêş. Mînak li Anatolya. Ji ber vê rewşê gelek gotinên bi vî rengî di nava civakê de jî tên bikaranîn. Em ji wan çend mînakan bidin: „Dek û dolabên Osmaniyan bê dawî ne!“ her wiha gotinên mîna: „Yê bikaribe keştiya xwe bajo Qaptan e. (Gemîsînî yürüten kaptandir.) Alavêre dalavêre Kürt Memet nöbete! Ut û hut lingan lê têke çût. Diya xwe makyaj dike û difiroşe bavê xwe (Anasini boyayip babasina satiyor!) De rastiyê li cih bihêle, karê xwe bi rêve bibe..... Mînakên vê ji padîşahan bigire hetanê Reîsê Romê yê bêpaye, ji hin teorîsyenên medya civakî bigire hetan kesên li pişt textê Okey dirêj dibe. Di vanan de exlaq tine, şerm tine, klêşa wan ya viran tim di destê wan de ne. Carna di kodika têgîhîştina xwe de jî dirîn. Ji sibehê hetanî êvarê di nava xewn û xeyalên em bikarin kî reş bikin, ji çavan bixin de ne. Yên ne troler jîbin, sedîsed ew trollerên zimî ne, bêpîvan in. Li parzemîna me bingeheke vê nexweşiya giyanî ya dîrokî û baweriyê jî heye. Mirov li padîşahên Osmaniyan dinêre, li Reîsê cihan û axreta romiyan yên vê serdemê li ser kar e dinêre, vê rewşê bi zelalî dibîne. Ti car bê axaftinên amadekirî nikare çar gotinan li pişt mîkrofonê bîne ba hev û li ser mijareyen biaxive. Birêz Selhatîn Demirtaş çendî car ew vexwend gengeşiyeke zindî, lê nehat, ji ber ku ew heredarî li wî tine. Yanê tîpolojiyeke anegorî venivîsandina Dunning-Kruger e. Dema em hewlbidin hemû kesên ku li ser medya civakî bûnin urfît, tenê bi gotinên dijber û heqaretê ekranan dilewitînin, vejenin, yan jî tehlîl bikin. Herî kêm ji %90 ê wan dikevin nava vê çarçove û nirxandina sendrûma Dunning-Kruger venivîsandine. Gotina dawiyê: Divê em her nirxandin, her gotinên li ser tevgerê, mirovan civakê tên gotin, weke rastî tênegihîjin. Em bikarin paşxana wan kesên ku bi van rikan derdikevin pêş bixwînin. Bi hêviya mijar hinek zelal bûbe.