Em bi K’urdî Diaxivin, Dinivîsin û Dixwînin, Lêbelê Çawa û Bi Çi Awayî 09:35 02.06.2026 Nobeta zimanê k’urdî EM BI K’URDÎ DIAXIVIN, DINIVÎSIN Û DIXWÎNIN, LÊBELÊ, ÇAWA Û BI ÇI AWAYÎ?! I P’êwendîyên namenûsîyê di navbera me û xwendevanên zimanhez da êdî jizûva bûne kevneşopîyekê. Xwendevan çapemenîya k’urdî, bernameyên r’odîo-têlêvîzîonan û medya civakî dişopînin, li bal wan di derbarê zimên pirsên cuda r’ûdidin, û ew wan ji bo me r’êdikin, û hinek jî, heya astekê, bi pirsên xwe beşdarî pêvajoya nirxandinên me yên r’êzimanî dibin.       Û, her carê, dema mînakên çewtaxavtinê, çewtnivîsîn û çewtxwendinê r’astî wan tên, ewana berê pirsên xwe didin me, bi wê hêvîyê, ku ji me şirove û nirxandinan bibihên. Lê ya balk’êş û girîngtirîn ew e, ku hema di sernivîsên nameyên wan da êdî p’eyamên sergirtî hene, yên wek:“Şaşîyên zimanê me”, an“Sosretîyên axavtin û nivîsîna bi k’urdî”. Ev jî, helbet, mafekî wan ê xwezayî ye, û mirov dikare ji wan r’a her r’êzbigire!   Belê, pirsgirêkên r’astaxavtin, r’astnivîsîn û r’astxwendinê di nava civaka me da ew-qasî p’ir’ bûne, ku di nava jîyana r’ojane da wek nexweşîyeke k’ironîk belavbûne û dibin sedema metirsî û gumanan. Û ev jî, dê bi çend têbînî, nirxandin û r’exneyan ji holê r’anebin.       Lewra jî, eger, em bibêjin, ên ku zimanê dê li bal wan bi xwezayî li ser asta gênan (at the gene level) r’ûniştye, û ew van çewtî û şaşîyan ne ku t’enê hîsdikin, lê wisa jî têdigîhîjin, û, dema tê, dîtinên xwe jî tînin zimên, lê r’ewşa van zar’okan dê çawa bibe, gelo, yên ku îro di hewayeke zimanî ya ewqas t’evlihev da mezin dibin, û dê dijwar bikaribin r’astîya zimanê dê têbigihîjin, û, lewra jî, ev r’ewşa dê ji hêla wan va wek tiştekî xwezayî bê p’ejirandin?!  Û, eger ev r’ewşa weha bidome, gelo kesekê bikaribe bibêje, k’a emê zimanekî çawa ji nivşên pêşer’ojê r’a bihêlin? –  A, ya ku îro net’avetîyê bide me jî, divê hema ev be!...          Hê sala 2009-an li ser bingeha nirxandinên wan çewtî û t’evlihevîyan, ên ku îro di warê axavtin, nivîsîn ûxwendina bi zimanê k’urdî da r’ûdidin, me bi sernivîsa “Pêdivîya me bi r’astaxavtin, r’astnivîsîn û r’astxwendinê heye”[1] gotar-nirxandinek weşand.     Û, piştî weşana vê gotarê, li bal xwendevanan pirs û dîtinên nû r’ûdan, ewana ew ji bo me r’êkirin, û em têgihîştin, ku t’enê nirxandin û serer’astkirina şaşîyan t’êrê nake, ku, ji bo ev r’ewşa bi giştî bê têgihîştin, divê bingeh û sersedemên pirsgirêkan bên r’onîkirin, derên zanebûnê û bersîvên zelal ji bo wan bên dîtin, ku, mirov divê bi sîstêmî li wan pirsgirêkan  binihêr’e, bi sîstêmî wan binirxîne, û pirsgirêkên zimanê k’urdî jî divê bi heman şêweyî ji hemû hêlan va bi zanistî-r’êzimanî bên vebijartin-dahûrandin (analîzkirin). Û di encama wan nirxandinan da di bin sernivîsa giştî ya “Dema mirov li ser pirsgirêkên zimanê k’urdî bi sîstêmî r’adiweste, hemû bingeh û sersedemên wan dertên ber ç’avan”[2] da r’êzegotarên me hatin weşandin. Û xwendevanên hêja jî, piştî xwendina van gotaran, mînakên balk’êş, nêr’în û pêşnîyarên xwe ji bo me şandin (û hê jî dişînin!), em jî wan bi baldarî dixwînin, bi hûrbînî dinirxînin û hewl didim, bersîvên heşmendî ji bo wan bibînin.   ... Lewra jî, weşana wan r’êzegotaran dê bi şêwazên ciyawaz bidome. Lê vê carê, bi daxwez û pêşnîyara r’êzek xwendevanan em di bin serp’eyama giştî ya “Nobeta zimanê k’urdî” da dewreke nû vedikin, li k’u dê mînakên çewtaxavtin, çewtnivîsîn û çewtxwendinê bên t’omarkirin, nirxandin û bi r’êzimanî bên analîzkirin, ên ku xwendevan bi pirs û dîtinên xwe va ji me r’a şandine. Û gotarên me jî dê li ser bingeha encamên wan nirxandinan avabibin.   Û, weha, gotara yekem a vê r’êzê:  “Em bi k’urdî diaxivin, dinivîsin û dixwînin, lêbel, çawa û bi çi awayî?!”   Ji vir û pêva jî dê di gotarên me da ew mînakana bi r’êzimanî bên nirxandin û bi hûrbînî bên r’avekirin, ên ku di axavtina nivîskî û zarkî ya r’ojane da an bi çewtî tên k’aranîn, an jî tên çewtkirin.  Belê, nobeta xwendevanan didome, û mînakên balk’êş ji me r’a tên. Û jimara wan jî îro ewqasî p’ir’ bûye, eger me ew hemû t’omar bikirana, dibe ku ji çend hezaran jî derbaz bibûya!  Lê, ji ber ku gelek ji wana an mînanî hev bûn, an jî hev dubare dikirin, me ew ji hev vebijartin-aşên kirin, û di encamê da ji bo nirxandinên pêşer’ojê êdî bi sedan mînak li ber destê me amade ne… Û vê carê me ji bo nirxandinê r’êzek mînak cudakirine, yên ku an bi çewtî tên k’ar-anîn, an jî çewtkirina wan  di axavtina r’ojane da êdî bûye sîstêm. Paşê emê wan bi r’êzimanî vebijêrin, binirxînin, r’avebikin û bibînin, k’a bingehên wan çewtîyan çi ne û ji k’u tên, k’a, eger, ew gor qanûnên zêimên bihatana k’aranîn, şêwazên wan ên r’astîn dê çawa bûna.  Weha, r’êzek ji wan mînakan:         Ev demekî pir dirêj e, … Xwîşkekî me… Dayîkekî me… Guleyekî li zarokekî ket. Jinekî extyar ê wê malê hebû.  Nivîsekî belakirye. Babetekî, mijarekî girîng e! Maînekî teqyaye … Pêvajoyekî heye, … Helwestekî heye. Gavekî nehatye avîtin. Erdhejekî çê búye. Demekî pir xweş bi hev ra derbazkirine. Di nivîsekî xwe da, di pirtûkekî xwe da dinivîse. Rojhilatekî navîn nû çêbikin. Di dawîyê da jî wê encamnameyekî bê xwendin. Têkoşînekî heye, zextekî heye, hema berxwedanekî jî heye. Meriv dadmendîyekî, edaletekî ji bo wî bixwaze. Eger jinekî li dijî îtîfaqa wan derketa …   Mehmed Ûzûn îro bersîvekî daye pêngavên kurdan.  Îro konfêransekî çêbû li Qendîlê. Di derbarê HTŞê da jî nûçeyekî heye.[3]    Û mînakên vî r’engî di axavtina zêndî, çapemenî û weşanên bi zimanê k’urdî da li ser her gavekê r’astî mirov tên. Dibe ku di nava gel da êdî ewqasî fêrî van şêwazên bi r’êzimanî çewt bûne, ku wana wek şêwazne xwezayî û normal dibînin, ji ber ku… ew di çapemenîyê da pêk tên (?!). Ji bo ku bê têgihîştin, k’a di van mînakan da k’îjan t’aybetmendîya r’êzimanî hatye çewtkirin, an bi çewtî hatye k’aranîn, emê di sêrî da wan p’eyvşêwazana ji bo r’avekirinê ji hev cuda bikin û binihêr’in, k’a ewana çawa û ji çi p’eyv û p’arînk û paşgînan pêk hatine? Weha, ew p’eyvşêwazana, ên ku an bi r’êzimanî çewt hatine k’aranîn, an jî hatine çewtkirin: demekî,xwîşkekî, dayîkekî, guleyekî, zarokekî, jinekî, nivîsekî, babetekî, mijarekî, maînekî, pêvajoyekî, helwestekî, gavekî, erdhejekî, demekî, nivîsekî, pirtûkekî, rojhilatekî, encamnameyekî, têkoşînekî, zextekî, berxwedanekî,dadmendîyekî, edaletekî, jinekî, bersîvekî, konfêransekî, nûçeyekî. Û, ji bo ku bê têgihîştin, k’a ev şêwazana ji çi p’eyv û p’arînkan û çawa pêk hatine, emê wana ji hev vebijêre-cuda bikin û paşê binirxîn.  Hema di sêrî da divê bê gotin, her çiqas, ev mînakana bi sazîya xwe va bi şêwazî mî-nanî hev in: paşgîna -ekîli dawîya her navdêrekê va bûye, lê di nava wan da du k’omên sere-ke yên bi sazîya xwe ya r’istesazî (sîntak’s) va ji hev cuda hene:  K’oma yekem ji van p’eyvebendên makdêrî (attributive word kombination) pêk hatye: demekî dirêj,  xwîşkekî me, dayîkekî me, jinekî extyar, babetekî girîng, mijarekî girîng, demekî xweş, pirtûkekî xwe, Rojhilatekînavîn… K’oma duyem ji hinek hevokên cuda pêk hatye, yên ku di wan da hema, wisa bê ser û ber, bê pêdivî û sîstêm, dijî qanûnên r’êzimanî yên hundur’în paşgîna -ekî li dawîya navdê-ran va hatye danîn: Guleyekî li zarokekî ket.Maînekî teqyaye. Pêvajoyekî heye. Helwestekî heye. Gavekî nehatye avîtin. Erdhejekî çê búye. Di dawîyê da jî wê encam-nameyekî bê xwendin. Têkoşînekî heye, zextekî heye, hema berxwedanekî jî heye. Meriv dadmendîyekî, edaletekî ji bo wî bixwaze. Eger jinekî li dijî îtîfaqa wan derketa …  Mehmed Ûzûn îro bersîvekî daye pêngavên kurdan.  Îro konfêransekî çêbû li Qendîlê. Di derbarê HTŞê da jî nûçeyekî heye. Em nirxandinên xwe ji mînakên k’oma yekem destpêbikin. Wek nimûne, emê li vira sê mînakên ji vê k’omê bi r’êzimanî binirxînin, wekî dinê, bila xwendevanên hêja bi xwe bicêr’ibînin, bi heman r’êbazê mînakên dinê r’avebikin û r’astîya wan ji bo xwe r’onîbikin. Û bila ev jî bibe gavekê li ser r’êya p’erwerdeya zimanê dê. Û, eger pirs û gumanên wan r’ûbidin, ew dikarin ji bo me binivîsin, emê bi hev r’a ber-sivên r’ast bibînin.   Ev sê mînakên babet’a nirxandinên me jî dê ev bin: mijarekî, jinekî û demekî. Ev şêwazana ji navdêrên mijar, jin û dem, û p’arînkên -ek û -î pêk hatine. Wek ku di hemû p’eyvşêwazan da, wisa jî di van  hersê mînakan da p’eyvên bingehîn navdêr in, ew jî – navdêrên zayenda mêza (wek ku hemû mînakên li jorê!). Û zayend jî, wek ku tê zanîn, t’aybetmendîyeke zimanê k’uerdî ya r’êzimanî ye, bi t’aybet jî, ya zaravê kurmancî ye, ya ku k’urdî, wek zimanekî r’esen û serbixwe ji zimanên dinê yên îranî cuda dike û dibe bingeha sereke ya şaristanîya k’urdî, û bi wî awayî k’urdan, wek net’ew, di nava gelên dinê yên îranî da, bi hemû ciyawazî û t’aybetmendîyên xwe va, destnîşan dike. P’arînka -ek şêwazê kurt ê jimara yek e (ek < yek), ya ku bi demê r’a hatye awazguhêr’în û erk’a navgîna jimara yekane ya navdêr pêk tîne (ku ew  yekane ye, ne p’ir’ane!), lê p’arînka  -î şêwazê awazguhêr’î yê zêdera (artîkl) nêrza ya ê ye (î < ê/yê). Ango, çi dertê holê, kesek nizane, k’a bi çi heşmendîyê (an mantiqê?!) navdêrên zayenda mêza bi zêdera nêrza r’a anîne bal hev û şêwazdar kirine.     Mirov li hember vê bêzar dimîne! ... Li vira, her tişt li ber ç’avan e, her dimîne, ku mirov hewl bide, sersedemên van çewtî û t’evlihevîyan bibîne û binirxîne. Ji bo wê jî, em divê p’eyvebend û hevokên bi vî şêwazî sazbûyî makbikin û bi r’êzimanî dahûrînin (analîz bikin). Û  ev  sazîyên zimanê  k’urdî  jî di r’astîya xwe da p’eyvebendên makdêrî ne (attribu-tive word kombination), yên ku ji evan beşan pêk tên: makber (definable) û  makdêr (defini- tion). Di van mînakan da makber  ji  navdêrê,  p’arînka -ek û zêderê  pêk tê, lê makdêr – ji r’engdêrê, an jî ji navdêr û cînavên di tewanga mêlberî da. Ev mînakana govenîya wê yekê ne, ku ev çewtî-şaşîyana tiştne bûyerî nînin, ên ku li hinek deveran, ji hêla hinek kesan va pêkhatine, an pêktên, ku ew hemû bûye sîstêmekê, ya ku li ser bingeha şaştêgihîştina sazî, bingeh û qanûnên hindûr’în ên zimanê k’urdî avabûye. Û evê sîstêmê jî, ew wat’e û têgîna r’êzimanî ya k’urdî bi xwe guhar’tye û berovajîkirye, ya ku k’urdî ji zimanên îranî yên dinê û zaravê kurmancî jî ji zaravên k’urdî yên dinê cuda dike – ew t’aybetmendîya r’êzimanî ya zayendê ye di k’urdî da.   Û, em bibêjin, eger hinek kesan di hinek cîhan da di axavtin an nivîsîna bi zimanê k’urdî da ev şaşîyana pêk banyana, mirov dikaribû ew destnîşan bikirana û gor qanûnên r’astnivîsîn û r’astaxavtinê (orthography û orthoepy) serer’astbikirana û derbaz bibûna. Lê li vira, k’arê me bi sazîya r’êzimanî ya berovajîkirî û çewtkirina wat’eya zayenda r’êzimanî bi xwe di zimanê k’urdî da heye, ew jî – bi sîstêmî!  Ew, k’îjan e? Wek ku tê zanîn, di zaravê kurmancî yê zimanê k’urdî da zayenda r’êzimanî ya nav-dêran heye, û ew jî bi zêdaran şêwazdar dibe: ji bo jimara yekane ya zayenda mêza– a/ya, ji bo zayenda nêrza– ê/yê û ji bo jimara p’ir’ane ya hemû zayendan – ên/yên, an êd/yêd. P’eyvebendên makdêrî di zimanê k’urdî da bi sîstêmî ji van endaman pêk tên: mak-ber, a ku ji navdêra di tewanga r’astane da  û zêderê şêwazdar dibe, û makdêr, a ku ji r’eng-dêrê, yan jî ji navdêr û cînavên di tewanga mêlberî da şêwazdar dibe.  Û, eger  makber ji navdêrê pêk tê, ya ku jimara yekane û zyanda mêza ye, wê demê divê zêdera jimara yekane a zayenda mêza lê zêde bibe (a/ya), eger ew ji navdêra zyanda nêrza pêk tê, zêdera zayenda nêrza lê zêde dibe (ê/yê), lê, eger ew ji navdêra jimara p’ir’ane pêk tê, wê demê ji bo herdu zayendan jî zêdera p’ir’ane ya bê zayend lê zêde dibe (ên/yên, an êd/yêd).  K’a, em naha van hemûyan bi mînakan makbikin û bidin xuyan.    Me ji wan mînakan, ên ku xwendevanan ji bo me r’êkiribûn, wek nimûne, ev hersêk cuda kiribûn: mijarekîgirîng, jinekî extyar û demekî xweş. Li ber ç’avan e, wek ku di hemû mînakên k’oma yekem da, wisa jî di van hersêyan da makber ji navdêrên zayenda mêza pêk hagine. Û gor qanûnên hindur’în ên zimanê k’urdî divê zêdera zayenda mêza bi wan r’a bihata k’aranîn. Gor vê jî, sazîya wan p’eyvabendan divê weha pêk bihata: mijar+ek+a girîng, jin+ek+a extyar ûdem+ek+a xweş. Û di van sazîyan da jî, gor qanûnên r’êzimanî yên awazguhêr’înê, zêdera -a, werguhêr’î -e dibe. Ango şêwazên van mînakan û yên vê sîstêmê bi giştî divê weha bûna: mijareke girîng, jineke extyar û demeke xweş.  Ango, eger bi k’urdî bûya, divê weha bûya! Û şêwazên van peyvşêwazan her wê demê tê guhar’tin, dema ew navdêr, a ku erk’a makberê pêk tîne, a zayenda nêrza ye, an jî di jimara p’ir’ane da ye. Li gor wê jî, şêwazê wan p’eyvabendan divê weha bihata guhar’tin:    a) eger makber ji navdêrên zayenda nêrza pêk bihata: karekî girîng, kalekî extyar û dengekî xweş.   b) eger makber ji navdêrên jimara p’ir’ane da pêk bihata: mijarne girîng, jinne extyar û demne xweş. karne girîng, kalne extyar û dengne xweş.   Ji vir û pêva bila xwendevanên hêja nirxandina mînakên dinê yên vê k’omê gor van qanûnên r’êzimanî bidomînin, lê emm veger’in ser mînakên K’oma duyem.    Wek ku li jorê jî hatibû gotin, mînakên  vê k’omê ji hevokan pêk tên, û di wan da hema wisa, bê ser û ber, bê pêdivî û sîstêm, dijî qanûnên r’êzimanî yên hundur’în paşgîna -ekî li dawîya navdêran va hatye danîn: Guleyekî li zarokekî ket. Maînekî teqyaye. Pêvajoyekî heye. Helwestekî heye. Gavekî nehatye avîtin. Erdhejekî çê búye. Di dawîyê da jî wê en-camnameyekî bê xwendin. Têkoşînekî heye, zextekî heye, hema berxwedanekî jî heye. Me-riv dadmendîyekî, edaletekî ji bo wî bixwaze. Eger jinekî li dijî îtîfaqa wan derketa …  Meh- med  Ûzûn îro bersîvekî  daye pêngavên kurdan.  Îro konfêransekî  çêbû li Qendîlê. Di derbarê HTŞê da jî nûçeyekî heye. Eger mirov ji hêla r’êzimanê va bala xwe bidê, di wan hevokan da hemû navdêr, ên ku paşgîna -ekî bi dawîya wan va hatye danîn, ên zayenda mêza ne: gule, zarok, maîn, pêvajo, helwest, gav, erdhej, encamname, têkoşîn, zext, berxwedan, dadmendî, edalet, jin, bersîv, konfêrans, nûçe. Û li vira xwendevanên r’êzimannas dê destxweda bibêjin, ku, gor qanû-nên r’êzimanî, divê paşgîna -eke bi dawîya wan va bibûya, ne ya -ekî. Belê, wek r’êgez, bi şêwazî ev r’ast e, lêbelê, her bi şêwazî! Lêbelê, bala xwe bidinê, ev mînakana ne p’eyveben-dên makdêrî ne, ew hevok in, û ev navdêr jî di wan da bi erk’ên cuda hatine k’aranîn, û dibe ku, pêdivîya xwe hîç bi wan paşgînan nînbin jî. Binihêr’in, eger, em wan hevokana bi r’êzimanî, gor qanûnên r’istrsazîyê r’avebikin, dê çi derê holê: Guleyekîli zarokekî ket. – Di vê hevokê da peyva Gule erk’a k’irdeyê pêk tîne, û tewanga k’irdeyê jî ya r’astane ye. Ango ew divê weha be: Guleyek. Peyva zarok di hevokê da erk’a bireserê  pêk tîne, û tewnga wê jî ya mêlberî ye. Ango, li vira şêwazê vê   p’eyvê divê weha bûya: zar’okekê. Û ew hevok bi xwe jî, li gor qanûnên r’êzimanê, divê weha bûya:  Guleyek li zarokekê ket. Û gor heman qanûnên r’êzimana k’urdî, hevokên dinê jî divê bi vî şêwazî bûna: Maînek teqyaye. Pêvajoyek heye. Helwestek heye. Gavek nehatye avîtin. Erdhejek çê búye. Di dawîyê da jî wê encamnameyek bê xwendin. Têkoşînek heye, zextek heye, hema berxwedanek jî heye. Meriv dadmendîyekê, edaletekê ji bo wî bixwaze. Eger jinek li dijî îtîfaqa wan derketa …   Mehmed Ûzûn îro bersîvek daye pêngavên kurdan. Îro konfêransek çêbû li Qendîlê. (Li vira divê gotin, ku sazîyaeke weha ya r’êza enda-mên hevokê ji bo zimanê k’urdî bîyanî ye. Eger bi k’urdî bûya, divê ev hevok weha bûya: Îro konfêransek li Qendîlê çêbû.).  Di derbarê HTŞê da jî nûçeyek heye.   Em li vira şirove û makkirinên van hevokan jî ji bo xwendevanên hêja dihêlim, bila ew bi xwe hewl bidin, gor mînaka jorê van hevokan jî r’avebikin û şirove û dîtinên xwe ji me r’a bişînin, û emê bi hevr’a bersîvan ji bo pirsên wan bibînin… Lêbelê, ev jî ne hemû ye, û karê me li vir dawî nabe. Mixabin, ji talebextan r’a, têgihîştin (an hîskirin?!) û cudakirina zayenda r’êzimanî ya navdêran di k’urdî da wisa bi sîstêmî hatye bişavtin, berovajîkirin (dîsa li ser asta gênan!) û bêsîstêmkirin, ku hîç bîn û birûsîya k’urdî-kurmancîyê jî ji wan nayê …  Bala xwe bidin van mînakan: Wexta Eyşê Aslan naçe rendewiya birayê xwe, birayê wî diçe mala wî. Gulistan Qiliç Koç jî, endama Komîsîona Parlamêntoya Tirkîyê bû, bawer dikim, cara yekem e, diçe cem rêzdar Abdullah Ocalan, ka, em nêrînên wî bigirin … “Em dê rûpeleke nû vekin”. Şehîd xwedî qîmeteke pîroz in… Tevgera jin. Azadîya jin. Eger di herdu mînakên destpêkê da ji bo û şûna nasnavên zayenda mêza (Eyşê Aslan û Gulistan Qiliç Koç) li şûna cînava kesî ya zayenda mêza (wê) ya zayenda nêrza (wî) hatye k’aranîn, lê di herdu hevokên li dû van da, berovajî vê, bi navdêrên zayenda nêrza r’a (rûpel, qîmet) li şûna zêdera nêrza (î