Rojava têkçû yan ket rêyek nû? 09:00 29.08.2026 Rojhilata Navîn ya mezin, yan jî ya nû yek ji projeyên Sykes-Picot bû ku wî wextî neçû serî û dora sed salî dan paş. Di sala 1990 de, dîsa ev proje li pêşiya ragihandinê derket. Di bingeha xwe de projeyekî geosiyasî, aborî, civakî û dînî, yan jî li ser bingeha dînî dan xuyakirin. Di derketina vî projeyî ya nû de, her gel û pêkhate divê vegere ser koka xwe, ev veger dibe bi rêya şer û komkujiyan be yan jî bi rêyên siyasî be. Her pêkhate û gel jî li gora hêza xwe hin mafan bistîne, eger bêhêz û rêxistin be jî dibe ku tune bibe. Dewletên navendî yên pir netewe û dîn bi awayekî ji awayan bên reformkirin. Dewletên ereb û misilman bi israeliyan re bikevin peymanên ibrahîmî. Daxwaz ew e ku aramiyekê li Rojhilata navîn bi cih bikin û Israel serkêşiya ewlehiyê bike û her weha Rojhilata Navîn bi komên li dijhev û qels serweriyê bi hev re bikin û hemî jî girêdayî navendekê bin ku di serî de Amerîka cih digire. Ji xwe ji salên 1970 î de, Amerîka tucaran, li tu cihî nakokiyan çareser nake, bervajî vê nakokiyan çêdike û rêveberiya wan dike.  Teknolojî û guherîna rewşa şer Awayê şer bi tevahî hetiye guhartin. Bûye şerê teknolojiyê, KI, şerê psykologie û istixbaratî. Di şer û têkoşînê de bi tevahî bûye şerê mejî û derfetan. Di rewşeke weha şer bi tu awayî mirov nagihîne serkeftinê, di rewşeke mîna ya kurdan de, şer dikare bibe sebareta tunekirinê. Ji xwe di vê demê de, eger kurd bi rêyên şer daxwazên xwe bikin divê li hember tevahiya dinyayê wî şerî bimeşînin. Di şerekî weha de, çi teknolojiya kurdan heye? Çi derfetên kurdan hene? Dê çiqasî bikaribin li ber xwe bidin? Di projeya Rohilata Navîne de, dewletên dinyayê bi tevahî di nava nakokiyan de dijîn, her dewlet li rolekê digere da ku xwe di nav de bicih bike. Ev rol carna li dijhev in, li hin cihan jî dibin yek. Mirov şaş nemîne ku du dewlet yan bêtir li cihekî yekbin, li cihên din jî lidijhev bin. Ji ber ku di serî û dawî de berjewendî rola xwe dilîzin. Di nava vê xirecirê de, em kurd dikarin çi bandorê bilîzin û çawa berjewendiyên xwe bi cih bikin? Em bi hejmara xwe ku zêdeyî 60 miliyonî li navenda Rojhilata Navîn de dijîn. Em li cihekî geosiyasî ku bê wî guhertin nabe dijîn. Em bêtir ji her miletên vê herêmê organîzekirî ne. Em ji bo parastin û ewlehiyê amade ne. Bi awayekî ji awayan bê me ev guherîn nabe yanî divê em pêşengiya Rojhilata Navîn ya nû bikin. Divê em hêzên navnetewî bêçare bikin ku vî cihî bidin me. Gelo hêzên navnetewî dê çawa vî cihî bidin me? Di serî de yekrêziya gelê kurd û tevgera kurdistanî pêwîst e. Ev jî mercekî navxweyî ye. Hin mercên li derveyî kurdan hene, eger neyên cih wê rola em dixwazin em ê nikaribin bi dest bixin: Divê dagîrkerên me yên bingehîn bêhêz bibin û di serî de dewleta tirk, divê em vê rastiyê ji bîr nekin heta dewleta tirk bihêz e û yekgirtî ye, em ê li tu beşên Kurdistanê azadiya xwe nebînin. Li tenişta dewleta tirk sêgoşeyekî din heye divê ew jî bêhêz bibe: Îran, Ereb û dewletên islamî. Divê ev sêgoşe jî di şerên ku di herêmê dibin lawaz û qels bibin. Em vegerin ser pirsa xwe, li Rojava çi dibe? Divê em zanibin ku hêzên navnetewî bi tevahî di vê demê de serxwebûna Kurdistanê napjirînin. Şerekî di bin vê dirûşmeyê de divê em li hember dinyayê bi tevahî bimeşînin. Kurdekî ku mejiyê wî li cih be, vê daxwazê niha nade pêş. Ji xwe tevgera kurdî bi tevahî xwe ji vê yekê diparêze. Li aliyê din doza kurdî bi tevahî hetiye rawestandin û çênabe bikeve tu şeran, tenê dema bêçareyî be û xweparastin be. Bi diyalogê û siyasetê çi bi dest xwe ve bînin baş e. Şerekî di vî wextî kurd bikevinê dibe sedema tunekirinê. Li ser vî bingehî hin peyman bi desthilatdariya Colanîn re hatine imzekirin. Bi tevahî jî nehatine eşkerekirin. Pir xalên veşartî hene, heta ku bikevin rê jî, dê tu daxuyanî li ser nebin. Bi awayekî ji awayan nenavendiyeke veşartî, bênaskirin dikeve rê û têkoşînek siyasî ji bo bikeve destûrê û bê naskirin dibe. Navê vê nenavendiyê em nikarin teqez bikin. Rêvebirina herêmekê ye, otonomiya, federalî ye yan çi awayê nenavendî ye bi nav nabe. Ew binavkirin girêdayî nakokiyên navnetewî û herêmî ye û bi ku de diçin. Di serî û dawî de bi rewşa Îranê, ya Tirkiyê û ya dewletên ereban ve girêdayî ye. Ka ew rewş ber bi ku ve diçin. Tiştê berbiçav hêzên kurdî berpirsên ewlekariya herêmê ne, saziyên kurdî ji aliyê kurdan ve birêve diçin, bi awayekî ji awayan rê li ber ziman û çanda kurdî vedibe her çiqasî jî kêm be, di rewşa aborî de heta radeyekê rê hene. Şerê taybet û psykolojî Di vê demê de asta şerê teybet gihaye cihekî herî dijwar û bilind, ev jî ji bo min nîşan e ku tevgera kurdî di rêya rast de ye û ev yek dijminên kurdan ditirsîne û wan dike nava nearmiyê. Ev şer di bingeha xwe de bi biriyar û rêvebirina dewleta Tirk de dikeve rê. Lê kî vî şerî berfireh dike û digihîne astên bilind. 1. Mîta tirk, hevalbendên wê ereb û îranî û tevgerên islamî 2. Mirov û dezgeh û rewşenbîrên kurd ku rasterast girêdayî mîtê ne 3. Torên ragihandina civakî ku li ser 4 beşan par ve dibin:                       - Beşek bi pereyan bi benda 1 û 2 ve girêdayî û bi wan re kar dike - Beşek ku ji Tevgera Azadiya Kurdistan nefret dike, kîndar e, zikreş e ku ev tevger çi jî bike dê li dij be                       - Beşek ku bazirganiyê bi siyaseta kurdî dike - Beşê bêtir kurdên welatparêz in, siyasetê nasnakin, kurdê ji dirêjahiya 1500 salî di nav şerê taybet de hatine pişavtin. Dijmin çi bibêje rast digirin û dikevin nav propaganda wî