Du helbest: Welat û Xwerîbî 04:57 07.04.2006 Welat  tu mîna masiyekî yî  ku di nav bahra dilê min de  quncik bi quncik  li pariya herî xweş digerî  lê tu nizanî ku  ew dil bi xwe jî  di nav bihuşta dilê te de  pariyeke pir piçûk e?.. 1999 - Stockholm * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * Xerîbî ez li wir bûm ez li wir bûbûm ji xwe ew gund jî li wir bû ew jî li wir ava bûbû ji xwe rojekê tofanek rabû û em dane ber xwe peşî ez ber pê ketim dû re jî gund niha ne ez li wir im û ne jî gund 2000 - Stockholm Mahabad F. Arda