Ferhenga Lazî-Kurdî 04:31 10.08.2010 Ji gardiyanên girtîgehê hin ji wan laz bûn. Pir hindik dihatin hundir menzelê. Ji bo bên hundir pêşî destûr ji me dixwestin. Dema ku li hundir perwerde hebûya, me digot em niha ne musaîd in. Ji wan gardiyanên laz yek hebû ku bixwe zimanê xwe meraq dikir, lê ji tirsa hevalên xwe newêrîbû kovarê ji me bistîne û bixwîne. Rojekê ku ji bo hejmartina me hatibû hundir, bi dizîka li ser kaxeza pakêta cigareya xwe hejmara telefona kovara Chveneburi nivîsand û çû. Wê demê baştir fam kir ku zilma Tirkiyeyê ne li ser me kurdan tenê ye. Heta, ji wan mazlûman ê herî bi şens û siûd em bûn. Em ewqas bûbûn yek ku hinekan ji me, xwe ji bo Rêberê dozê dişewitand, agir bi bedena xwe dixist. Di girtîgeha Trabzonê de min dest bi nivîsandina Ferhenga Lazî-Kurdî kir.  Di sala 2001'ê de ez ji girtîgehê derketim. Lê ew arşîv hîn li ber destê min e. Ne wekî çavkaniyeke baş be jî, wekî xebateke watedar divê biweşe. Divê sibe laz bizanibin ku çawa me ji bo zindîbûna zimanê xwe têk dabe, dilê me li ser zimanê wan jî êşiyaye û me hewl daye ji bo wan jî tiştekî bikin ku zimanê wan winda nebe. Ferhenga Lazî-Kurdî li vir bi alfabeya kurdî diweşînim: Lazî      Kurdî        Kûzî     Kevçî  Çkaî     Av  Cûma     Bira  Biçî     Lawik  Mjora     Roj  Gaxwvelo     Maç(kirin)  Xe     Dest  Gûçxî     Ling  Tolî     Çav  Kitî     Tilî  Memûlû     Dimeşim  Nûlû     Dimeşî  Nûlûtî     Dimeşin  Sî     Tu  Mâ     Ez  Çûkûn     Em  Nena     Deng  Zûxa     Behr  Zûxaşî Berepe Zarokên Behrê  Joraşî Berepe Zarokên Rojê  Û "Sî dîdo porrûm" ango "ez ji te hez dikim".