Du Cêwî û Du Xwekuştin 07:48 06.02.2010 Ji bo deyndarekî xelasî ye.Ji bo nexweşekî jî xelasî ye.Lê mirina mêrxasekî kêmanî ye û valahiyek mezin e.Hemû kes wek kêmaniyek mezin,Windahiyek bê payan dibînin,Dema bê xatirxwestinekê didin rê û diçin,Her yek êşekê , agirekî bera dilê yê mayî didin.Her yek qiyameteke radike li beyarên dinyaya derewîn.Lê  Hediya û Qedriya du keçikên cêwî bûn û du êş li pey xwe hiştin.Du êşên cêwî .Xwe li şêrşengên jiyanê wer kirin  Du valahiyên mest û mezin li pey xwe hiştin.Her yekê du agir berdan wicdanên kor.Her yekê du caran mala mirovahiyê wêran kirin.Hediyeya ku berî çar deqeyan Xwedê dabû. Berî xwişka xwe 4 saniyeyan jî mirin hemêz kir.Egera van xwekuştinan çi dibe bila bibe.An bila bi zor zewicandin be.An jî bila edet û gerdişên riziyayî bin.An jî bila jar û ziqûm be.Qedriya  û  Hediya du xwişkê wek karxezalan,Du cêwiyên can ciwan,mehra xwe bi mirinê re birîn û çûn...Mem Mîrxan