Wê tiştên xirab bibin 05:07 16.12.2009 Wî got “wê tiştên baş bibin” Bi lezgînî doza DTP ya ku  2 sale berdewam dike di hefteyekê hate bidawî kirin”Wi got “wê tiştên baş bibe” bi yek dengî DTP hate girtin.Û heyhat ku me bi van derewan heta niha bawer kir.Niha gelê kurd dibêje ku hûn gavên berbiçav navêjin “Wê tiştên xirab  bibin”Ku hûn dawiyê li êrişên van keriyên qeşmeran neynin wê  dawî  li pêşîvekirna çareseriya pirsgirêka kurd bê.We dît  wekîlên  DTPê  vegeriyan  hemêza gelê xwe.Wê bi vê gitina DTPê  birînên ewqas mezin vekirin ku êdî nema em dikarin bi hestên birayane li ruyê hev binêrin.Werin lêborina xwe bixwazinKu hûn dîsa pêle rûmeta me bikin,Ku hûn gelê kurd nas nekinKu hun gavên berbiçav navêjinKu hun avekê li vî agirî nekinWê bêtir xwîn birijê,Nebêjin negotiye.Wê tiştên xirab bibin Demokratno!, Sendîka no!Komeleno !Dewlemend no !Belengaz no!Serokkomar o!Serok wezir o!Kerr no !Kor no! Bibihîzin!Bibînin!Wê tiştên xirab bibinMem Mîrxan