EZ 05:27 17.07.2007 Ji axê bûme Axê vedikolim Sînoran ava dikim li ser Parve dikim Dibime desthilatdar Ji bo wê şer dikim Û yê tif dikê Ez Û yê dibe ax, dîsa Ez Yê şer dike Ez Yê hez jî dike, dîsa Ez Dijminê xwezayê, yê mirovan Dijminê sedemên hebûna xwe Kolînerê mezelê xwe Bi erzanî, Ez Yê diafirîne Ez Yê hildiberîne Ez Yê dijîne Ez Yê tune dike dîsa Ez Û ez li xwe geriyam her tim Ez ji xwe reviyam her tim Her ku ji xwe bi dûr ketim Bûme giyan Bûme Xweda Min xwe sparte Neezan Tuneyan Tiştên tu carî nebûne tişt Dema min xwe bi Xwe sînor kir Ez bûme cinawir Dema min Xwe înkar kir Bûme sî Dema hînê jîyana bi Ezên din re bûm Bûme mirov Dema min Ez dîtim Têgihîştim Tiştê lê digerim Ez bi xwe me Û tiştê jê direvim!.. Û gihîştim raza rastiyê Bûme desthilatdar Li ser çavbirçîtiya nefsê Cinawiriya wê… Û jîyan di destên min de piçûk bû Mirin jî herwiha Wê demê ez bûme Ez Ez bûme rastî Rastî jî, Ez! Desthilatdar Ez bûm êdî (Stockholm – 21 Eylül 2003)