Ez im ev, ev Ez im 1 07:34 27.12.2007 Navê bêemriya Xuda me  ji bihiştê hatime avêtin  bo xerab nekim delaliya wê.  Û mirin ji bo min bû navê rizgariyê  lê ji wê jî bêpar mam  û qedera her kesekî  bû hesûdiya min. Ji nesla Kabîl im  kujerê birayan.  Hatime lanetkirin nîşankirin  ji aliyê Hezkirinê ve  û bi rêyan ketim.  Li seranserê cîhanê  şopa lingên min  û orîna poşmaniya min... Meymûn im ez  her dixwazim.  Jixwedayîn çi ye nizanim. Dathan im  xwîna xwe difiroşim fîrewnan.  Şopa qamçiya li ser pişta qewmê xwe me. Kyros im ez  xwarziyê xayîn  qewmê kewê  û êşa zêde ji du hezar û pêncsed salan  di qefesa sînga Medan de veşarî. Xençera Brutus im  li ser sînga Sezar daçikandî. Yahûda me ez  navê xiyanetê.  Pîroziyek difroşim dergevanên kenîşteyan  bi çend polên zêrîn. Dûpişk im  bi evîna xwe vedidim. Bi tenê Ez  "Saqoyê vala" heme li ruyê erdê.  Cîhan li der û dora min dizivire  navend ez im  her tişt ji bo min e  tenê ji bo min.  Ji lewre jî Guy de Lusignan im  xwîna li şûrê Seleheddîn im Ez. Li Dêrsimê Rayber im  benê li qirika apan û kurapan im Ez. Rêbirê giyana azad  tirs e serdara min  li nav xwîna min digere  û kolê wê me Ez.  Li hember rastî û başiyan pêgiran im ji lewre. Li Çemê Akheronê avjeniyê dikim  di nav êşan de.  Tewanbar im Ez.  Tewanbarê evînê  hezkirin  û hemû nirxên mirovahiyê me.  Û bi tewanbariyên xwe re tune dibim. Histiriya navbera evîna Mem û Zîn  Beko me Ez. Aciziya Xuda  hîlekar im  êşa di nav giyanan de me.  Nefsekî şidet û Xirabî me Ez. Selefxur im  bi huner im.  Hêviyên min ji ked û rastiyan wirdetir in.  Dijminê xweza û xwezayiyê me. Mirmirk im ez  û hêjîrên hingivîn  şîn nabin di nava min de. Ne poşman im  ji lewre bêtir har im  û nayêne efûkirin gunehên min. Bê wijdan im.  Li min nayên zirxên pakiyê.  Kincên gunehbariyê ne li ser min.  Ji lewre dûr im ji Xuda  û bêyî Xuda me Ez.  Dema xirabiyên xwe bi aqilê xwe dihonim  hêzek nikare raweste li ber min. Çelexwarî ne hezkirinên min. Û bi wan re Ez.  Hezkirinên min kiryarên min in Nîmetên dinyayê ne bi tenê  daxwazên min.  Her tişt ber bi rastiya xwe ve diçe.  Daxwaz û hezkirinên mirov in ew. Girî çi ye nizanim.  Û giyan di nav gemarê de fetisandî Çaqa her heft gunehên bingehîn im  Hesûd im  Çiqûs im  Qure me  Xwarok im têr nabim  Bişehwet im  Tiral im.  Ez im ev, ev Ez im!.. Kujerê evîna xwe  dost û hezkiriyên xwe me.  Çekên min in hesûdî  û ezeziya min.  "Yan para min î, yan tune yî, divê tune bibî."  "Yan mîna min î, yan tune yî, divê tune bibî."  Diruşmên min in ev.  Yan na nebûyan,  derew û bêbextiyan dikim.  Giyana Beko Ewan di xwe de dijînim,  mezin dikim.  Dibime histiriya navbera evînan.  Ez im ev, ev Ez im!.. Diz û sextekarek hoste me.  Bi gotinên jiberkirî yên "egîdî",  rûdinêm li ser nirx  rûmet  û dewlemendiyên ji parzûna dîroka bi ê  elem  xwîn  û rondikên çavan dawerivî.  Bi druşmên ji dilê xwe mezintir  û bi êrîşan  pîsî û xerabiyên xwe vedişêrim.  Û wisa jî ji herkesî "mêr"tir, "camêr"tir û "egît"tir im  di nêrînên nezan  çavên kor de. Û bivirê li çoka xwe dixim mezelê xwe bi destê xwe dikolim.  Hesûdî û ezeziya min çekên min in  lê tunebûna min jî...  "Yê bi şûr bijî wê bi şûr bimire." "Berê Gotin hebû û Gotin Ew bû, Gotin Xuda bû."  Paşê, gotin bû mirov  û her mirovek bû xudayek  û her xudayek bû derewek  hesûdî  çiqûzî  ezezî  xiyanet  bêbextî  şidet  tiralî  û şehwetek.  Gotin ji Xudabûnê derket  bû rûpoş û qirêjiya mirovan. Û ez têk diçim  jiyan jî bi min re.  Ez im ev, ev Ez im. Mahabad Felat ARDA 2007-12-27