Berfîna Newrozê 08:27 21.03.2008 Hevdeh bihar derbas bûn  hevdeh keser kom bûn  û hevdeh gul çilmisîn   ji gulîstana dilê min. Hevdeh carî  min hevdeh hêstirên çavan barandin  bi ser kesera di qefesa sînga min de kombûyî ve  û hevdeh hêvî şîn bûn  li ser dilê min. Hevdeh caran  min sê dendikên kibrîtê vêxistin  û di nav ronahiya wan de wenda bûm  keserên min mane ji derve. Hevdeh Newroz  ketim nav hevdeh bîran.  Di kûrahî û tariya hevdeh bîran de  wenda bûm  û min hevdeh xewn dîn. Ne mîna xewnan bûn  diêşiyam, dikeliyam, dikeniyam, digiriyam, diqêriyam.  Ji min pê ve kesekî nedît giriyên min  û ne jî kesî bihîst dengê min  lê ez dijiyam di wan xewnan de. Li kela zilmê gurzê li destê Kawa bûm. Li Meya Farqînê bûm  di destê min de qevdek gul   û min Newroza valahiya xwe  ya çil salan pîroz dikir. Li Nisêbînê bûm  dirûşma li ser lêvên serhildêran bûm. Li Cizîrê  kevirê li destê zarokan bûm. Li Amedê  di nav tariya mirinê de  sê kibrîtên li destê Mazlûman bûm. Li ser Kela Amedê  qêrîna di sînga Zekiye de kombûyî bûm. Li xerîbiyê  hêstirê li çavê dayika Reh?an, Ronahî û Bêrîvan bûm. Li zîndanan Sema bûm.  Agir û Agirî li ser laşê min bilind dibûn ji nû ve  û dibûme mizgîniya Newrozê. Li Helebçeyê zarok bûm  di hembêza Newrozê de şehîd ketim. Li çiyan guleya tifinga egîdan bûm  di eniya gemariyê de daçikandî. Li kolanên welatê xwe  du tiliyên li hewa bûm  laşê min ê teze bû xurê panzêran. Li nav dilê dayikan  hêrs bûm  tilîlî bûm Li Zagrosan  hêvî bûm Li giravan  fîlozofî Li çiyan û baniyan  deşt, zozan, gelî, newal, kuçe û kolanan  li ser milan,   li nav dilan  kesk bûm ji rengê çiyan  sor bûm ji agirê Zerdeşt û xwîna şehîdan  zer bûm ji roja welat  û hil dibûm ji çiyan  xewnereşka dijmin bûm ez. Li ser pênûsa Xanî Mem bûm  li Newrozan Zîn. Li dilê Kurdistanê paytexta rengîn  bi sedhezaran dil  û yek qêrînek bûm li ser zimanan:  "Bijî Azadî!" Û Hevdeh carî lerizîm  hevdeh carî li xwe verqilîm. Hevdeh keserên din kom bûn di dilê min de. Dîsa Newroz e li welatê min.  Hevdeh hêvî şîn dibin  hevdeh ken datînin ser rûyê min. Ax xwezî berfîneke temen kin bûma  li Zagrosan  û hema tenê carek  min serê xwe bilind bikira ji nav berfê  û ji kana xwe  ji wê bilindahiyê  temaşe bikira li Amedê... Mahabad Felat ARDA  20 Adar 2008  m.felatarda@gmail.com