Serhildan 09:46 28.04.2011 (Banga Şoreşê) Serî hildaye gelê minî k’urd- Hatye- hingavtye ç’ya û gelî- geboz, Îro ew r’abûye xweşmêre û xurt- Bo K’urdistanê danye dew û doz. R’abin, birano, xweşmêre r’abin, Pêr’a gihîştye r’oja doza me, Ala xwe r’engîn em hilbir’înin- Dijmin derînin ji Welatê xwe! K’urdê ha r’abe- heya ew hebe: Erş- erda tevde ewê bo welêt, Wê jiyana xwe tu nehêvşîne- Û r’aqetîne wan hove k’irêt. R’abin, birano, mêrane r’abin, Pêr’a gihîştye êdî r’oja me, Emê zorayîya xwe bicivînin- Dijmin derînin ji Welatê xwe! Bêhna Azadîyê em kirine yek- Em t’ev r’abûne û naên r’aê: Bo K’urdistanê me hildaye ç’ek, Emê li dijmin r’akin fermanê! R’abin, em r’abinm t’ev bi yek r’abin, Êdî va, hatye r’oja doza me, Heş sewda û r’aê xwe bicivînin- Zevtk’ar derênin, ji welatê xwe! Êdî r’abûne, em xweş r’abûne- Ala xwe r’engîn me hildaye jor, Xwîşkên me delal- ew jî r’abûne- Hildane ala me k’esk, zer û sore… R’abin, birano, xweşmêre r’abin, De hûn jî r’abin, dê û xwîşkên me: Hêz û zoraya me bicivînin- Dijmin derîninji welatê me!