Ezê Dîtir 03:43 01.03.2005 1 ew ezê ku di kûratiyên 'min' de veşartiye ewê ku 'ez' wî nas nakim ewê bo min biyanî… ewê li kûratiya dil xwe li min veşartiye ew ezê ku 'ez' qet nizanim çawaye ew ezê dîtir yanî ezê ku min qet nedîtiye ezê ku di nepeniyan de digere û veşartokê bi min re dilîze 2 ew ezê di nava min de ku dişibe darkirokê her êvarî tobe dike û her spêdeya piştî wê êvarê jî toba xwe betal dike… 3 ew ezê du perçe… ewê bêpêjn xwe dikuje û dîsa piştî her xwekuştinekê bi xweliya xwe ve xwe vedijîne 4 ew ezê ku 'min' berze kiriye û hinde sal in bêrawestan lê digerim li ser rûyê cîhanê hin caran di tîna awirên xezalekê de hin caran di çirûska dilê dayikekê de hin caran di bişirîna zelal a zarokekê de 5 ew ezê ku bi qasî dîroka mirovahiyê kevin bi qasî teyrê eylo resen û bi qasî 'xwe' jî têkçûyî ew ezê dîtir, ewê ku bi çarlepkî xwe gihandiye asoyên winda ewê bi dewisandinan re tixûb çirandine û xwe gihandiye stêrkan… ew ezê bûme stêrk 6 ew ezê dengê xwe di nalîna bilûrekê de berzekiriye ewê di nav pêlên evînê de serobin bûye ew ezê ji bo evîneke pak birçî ji bo evîndareke dilsoz bûye derwêş û xwe bera nav çol û çolistanan daye 7 ew ezê dîtir… ezê ku di xewnên zaroktiyê de maye hê jî bi dileke zarokane bi çirûskekê şad dibe, bi dilopekê xemgîn… yanî ew ezê qet mezin nebûyî qet hînî jiyanê nebûyî qet neketiye gengeşiyên serdemê û qet bera nav bayên derdorê nedayî 8 ew ezê min di riya lêgerînê de winda kiriye ezê winda… ezê kena 'wî' li ser rû tirş bûye rondik di çavan de hişk bûye ezê di nava peyvên tûle de gêr dibim li ser hişkerûyê kaxezên qirmiçî 9 ezê ne ji bo 'xwe' bikarî bijî ne jî mifadarê derdora xwe ezê dîtir… ewê ku ji nava hemû lîsteyan hatiye renîn ji hemû heyiyan hatiye vederkirin ezê ji marî rûstir, ji gurî birsîtir ezê ku 'min' hilma wî seh nekiriye 10 ezê delodîn ezê bo xweziyeke avis fêk bûye di nav mij û morana jiyanê de xwe li hespê hêviyên winda siwar kiriye û dajot…dajot li şevexwînên dûvedirêj ber bi bayê kur, li gel afriya karwankujan di nav dilê çiya û baniyan re… 11 ezê ku di şopa xezaleke kûvî de winda bûye bi tena serê xwe… li çiyayeke dûr î pişt asoyan di rojeke ne li salnameyan hatiye tomarkirin de ne jî di nava rûpelên dîrokê qeyd bûyî de 12 ezê ku bi zêmarên dayikan hişyar bûye li ser kêliya goreke nenavkirî ezê bi janên 'min' di xwe de çûye li nav nameyeke qet rênekirî 13 ezê dîtir yanî ew ezê ku qet nizane derewan bike nizane bi ristên 'lê ferz dikin' bilîze û rûpoşan li rûyê xwe bipêçe di nav dubendiyê de bikare bimîne ew ezê lawaz, ewê têkçûyî… ji ber ku nezaniye bilîze 14 ew ezê ku bi senfoniyeke dengketî strana 'yên dîtir' dinehwirîne 15 ew ezê dîtir, ezê ku li 'min' digere ji bo 'min' têdikoşe ji ber 'min' diêşe ew ezê ji bo 'min' xwe dikuje û bi xweliya xwe ve 'min' diafirîne ezê xwe gorî 'min' kirî… li welateke hemû êşan pêçayî, hemû jan lê akincî bûne û 'jiyanê' di bin xweliya 'mirinê' de aj dayî 16 ezê dîtir, ango ezê azad ew ezê ku hê jî kariye xweser bimîne hê jî kariye bêhna axê jê bifûre ew ezê ku hê jî 'ez' im… 2003-12-11/ Amed