Çîroka Dayîkê 03:03 29.06.2008 Zarokek bû  di hembêza dayika xwe de  lê di nav dilekî bi birîn de veşarî.  Dayikê ji zaroka xwe re digot;  keça min tu dîsa şiyar mayî  ez dizanim çima xewa te nayê  de ka serê xwe deyne ser çokê  wê diya te ji te re bêje çîrokekê “Hebû tunebû;  zarokeke nebûyî hebû  di zikê dayika xwe ya bi kul de  Hîn ronahiya rojê  rûyê dayika xwe ya bi kîn  û bi zilma sedan salan neqişandî nedîbû  Ji bo çixareyekê bû hedef  ji singoyên barbaran re  Bi zikê dayikê re  navoka wê jî hate birîn Navê rojê zilim bû  navê rojê xwîn û mirin  tertele û hovîtî  Yên ji tertelê rizgarbûyî  nav li zarokê kirin  Navê wê bû Dêrsim... Ne tenê ew roj  lê zêde ji du hezar salan  navê rojê nebû xweşî  Carna bû Qoçgirî  carna bû Agirî  carna Palo  carna Amed  carna Sason  û carna jî Geliyê Zîlan” Û jiyanê dom kir  çîrokê jî  Ta sal 1984  germahiya havînê  nîvê meha tebaxê Çîrok didomiya  lê rengê çîrokê guherî  dengê wê jî Her tişt ser û bin bû  Bû tofan  bû bahoz  û navê rojê bû Egîd  Navê rojê Nûjiyan Zarok mezin bûbû êdî  bi navê Zeynep  Bi çîrokên dayikan  timî halan û tim talan  Lê bi xwe dît nûjiyan  egîdên li çiyayên Kurdistan  Ew jî bû bazek ji refên bazan  û soz da gelê xwe  soz da dîrokê  da bibe tola sedê salan  Ji kûrahiya mêjiyê xwe  ji kesera dilê xwe derxist  navê xwe kire Zîlan  çû Dêrsima xopan  Dêrsima bav û kalan  Di nava dilê dijmin de bû volkan  teqiya û bû dîlan  Bû mirin ji bo mirinê  Bû jiyan Çiya hatin ziman  Deşt qêriyan  Newal oriyan  Deng gihîşt asîmanên bê dawî  Ji wir gihîşt sultanê kerr  û weha bang kirin: Ey melkemotê jiyana azad  dijminê koka min  gornebaşo!..  Ma tê gulebarandin xiyalên mirovan?  Tê vemirandin ronahiya çavên zarokan?  Qeyî tê birîn hêviyên sedan salan delaliya xezalan?  Naa!..  Hezar hezar carî na!..  Vaye gul dibişkifin  ji ber qêrîna hevala Zîlan  û dibin mizgîniya hêviyên salan Mahabad F. Arda 1998.09.16 – Swîssre m.felatarda@gmail.com