Ji Edîtor 07:48 01.07.2011 Ji bo mirovên têkilya wan bi nivîsê re hene, kovar cihê  ceribandinê û derbirînê’ ye. Kovar di encama têkiliya xwendevan û nivîskar de dibe mekanekî civakî; û bi vê riyê derdorek wêjeyî û hunerî çêdibe. Ji vê derdorê kesên wisa derdikevin ku ji alî wêjeyî-hunerî û ramanê ve dibin stûnên zexm ên konê xelkê xwe û qayişê bi zemên re diajon. Ji bo mirov beşdarî vê derdorê bibe ne lazime ku mirov îlam nivîskar be. Lê ku çirûskek jî dilê te de hebe wê kovar piştigiryê te bike ku ew çirûsk di nava te de bibe agirekî gur. Belkî helbestek, çîrokek an ji nivîsek te ya ku  veşarî mabe, bi saya kovarekê  deriyek nû li te veke. Di warê tekûzkirina keseyatiya mirov de roleke muhîm a berhemên edebî heye. Ji ber vê sedemê em hemû xwendevanên xwe vedixwînîn nivisandina berhemên edebî;  binivsînin, gotinên tirredîn û beradayî li dû hev rêz bikin, xera bikin, paşê biçirînin, dîsa binivsînin û binivsînin heta ku hûn dibin nivîskareke/î mezin. Bêyî vê riya bi teşqele û biêş û bijan kesek ê nebe nivîskar. Kovar  tenê ne ji bo kesên navdar û nivîskar e, ji bo xwendevanan jî deriyekî vekiri ye.     Wekî hemû weşanên kurdî kovara me jî di warê aborî û belavkirinê de di tengasiyê de ye; em hewl didin ku riyekê bibinin û kovarê bigihînin destên we.  Lê tofan jî rabe û agir jî bi ziman keve, hûn ê bê hinar nemînin. Ji bo vê jî em ê kampanya abonetiyê bidin destpêkirin.  Xwendevanên hinarê ji bo ku em karibin xwe bigînin herderê em li her bajerekî li berpirsiayerkî digerin.  Kesên ku  dixwazin vî karî bikin xwe bi riya vê navnîşanê bigînin me emê kêf xweş bibin. Bimînin di tema hinarê de Hinar mêwxweş e û jiyana bê hinar tal e- zelindar e. NAVEROKA HINARÊ 2. Edîtor 3.Hevpeyvîn Bi Veysel ÇOLAK RE/BERFO BARÎ 8.Mîrname Behrek helbestîne/ EHMED BELEK 10.Du helbest/ KAWA NEMIR 11.Çîrokbêjiyeke ji navê w- berjêr li ser “meşa moriyan”/H.KOVAN BAQÎ 13.Dara bihîvê/ÇIYA MAZÎ 16.Rewşen û rastiya nifşê nodî/CÎHAN ROJ 19.Jêpirsînên şexsî/TOMRÎS ÛYAR 22.Qesasê kuça morgue’yê/BERFO BARÎ 24.Du çîrokên mînîmal/ H. KOVAN BAQÎ 26. Navê min çi ye?/ BAVÊ AZAD 30.Qêrîna xewnekî/Ehmed BELEK 31.Dansê /MÎR QASIMLO 32.Reşbelekek bi ax ji “şehîda hukman”yeqîn.h 32.Destê qereçiyê/yeqîn h. 33.Ax û eman/ FARQÎN XANEQÎN 34.Kendalê birînê/FATMA SAWCÎ