Destên Mazlûm Erencî 03:45 05.07.2011 Destên te Mezlûmê mino!! Du kelek in, Ji pêlên jiyana min re dastana avê dibêjin.. Destên te hezar çûk in Ji bîşengan, ji gupîtkên renckêşanan, ji xuşîna dar û baxan  didexisin.. Destên te Geh piling in Narincok in Pêdarî ne, Ger bixwazin Du kevok in.. Di hêlîna harmoniya hilma min de niştecî ne... Destên te Mezlûmê mino...! Li ser devê şûr û kêran wek dilêran, bi ayetên çîveçîvê direqisin.. Destên te du birûsk in Li asoyên vî welatî ji reşeewran dipijiqin, Destên te çi mermer in, li dûrgehan, li havîngehan çi elind in, çi dibiriqin..? Destên te ne dest bûn, ne mirin bûn, ne jiyan bûn, ne sîber bûn, ne guman bûn, ne li vir bûn ne li wir bûn, ne jî ax û ne kevir bûn, ne nîşan bûn, ne dîwar bûn, ne helbest û ne darbest û ne mebest bûn, destên te diyarî bûn, rengxwelî bûn, neverok bûn, ji bo jînê du cewher bûn... Tu ber bi min ve, wekî stêrkeke rijiyayî dihatî, Çeper bi çeper, delke bi delke, kemîn bi kemîn, xwe di ser çemê xwîna kewan re çeng dikî, Kurdistanê hînî qebqeba  şevdêriyan dikî, Û berê vê qublenameyê didî şkeftên êşa min! destên xwe têxe gewriya dilbijîna min balgeha min a ji kêferatê ji xwe re bibe jehrê têxe qehweya min kavilan û talanê bike para ritm û newaya min gora min di axa tembînameyê de bikole bêhûdeyiya mirinan bi hawarên min helal bike kelehên nêrgizan di laşê min de ava bike çenteyê xwe bi axînên min dagire li ser keviya hevdîtinê, hestên xwe ragire min bike bavê bahoza xwe tofana min ji xwe re bibe di navbera min û xwe de cihê mirinê xweş bike Welatekî li derveyî bindestiyê ji me re bibîne Serhişkiya çiyayan ji bîr bike Darbesta azadiyê ji ser milên min û xwe bavêje Firişteyan fêrî kenê xwe bike Ji ava Firatê vexwe Nanê Dicleyê bixwe Û Munzurê di kurtepista hevdîtinê de bixeniqîne... da ku ev şev bargeha te be da ku kenê te sêdara min be Were cendekê berbangê radestî Seyid Riza bike Were da ku kefenê Elî Şêrî buhara min be Destên xwe dirêj bike, ji karwanan re bibêje westana xwe li ser milên min bi cih bihêlin û berên xwe bidin banga gulan û nalîna nexşeyan û dîroka qehremanên ji bageran.. Şûrên xwe ji kalanan veweşîne û ji nêrgizên xwîna min re helkehelka xweşmêran li pey xwe kuştî bihêle.. Pêlan ji nav destên xwe ber bi Çemîşgezekê ve vehinêre û dengê avê di jena dilê xwe de biguncîne, Û di nav destên şevê de destên xwe Zelal û bêguneh bihêle, Min baskên te li ser devê sînoran didîtin Di asoyan de nameyên te difiriyan Sûlavên ûmîdan ji lêvên te dipêliyan Û di bînahiya çavên te de jî welatekî ji goristanan, kevir bi kevir, axîn bi axîn, dayik bi dayik, çurisîn bi çurisîn, peyv bi peyv, bang bi bang ava dibû... Destên xwe ji nav destên Pilemurê birevîne, Xozat û Qişleyê di dengê xwe yê birîndar de, di hêminiya şevan de bigurmîne, dilê xwe ji sîwarên azadiyê re veke, Û xewna xwe dûbare bike Min jî dûbare bike Bahozan jî Herikîna xwînê jî Mirina helbestan jî dûbare bike Û di ronahiya destên xwe li Kurdistanê binêre çawan kirasê xwe yê sor ji te re li ba dike.   London