Di Şi'îra Cegerxwîn de Sedemên Kurmancînivîsînê û Zaravê Soranî 10:16 22.10.2011  Bo salyadî şairî gewrey Cegerxwînî nemir Wezîfey xom her teblîxî kurd e Le mirdû herçî dimîne nawe(1) Seydayé Seydayan Ehmedé Xanî,di Mem û Zîn beşa VI emîn de sebébé bi kurmancî nivîsîna  berhemé  weha réz dike: Xanî ji kemalé bé kemalî Meydana kemalé dîtî xalî        Yanî ne ji qabil û xebirî         Belkî bi teessib û eşirî Hasil: ji înad eger ji bé dad Ev bid’eté kir xîlafé mu’tad         Safî şemirand ve xwarî durdî         Manende duré lîsané Kurdî Înaye nîzam û întîzamé Kéşaye cefa ji boyé a’mé         Da xelkî nebéjitin ku:’Ekrad         Bé ma’rîfet in,bé esl û binyad  ………………………… …………………………(2) Di gel ku hin béjeyén ne kurdî: Qabil ,Xebîr,Teessib, Bid’et,Mu’tad, Manende, A’m…di ristan de dihewîne jî; bi gotina Xanî, dema ku ditiye meydana hunerî  xalî û wala ye; ne ji jîrî, şarezayî û  pisporiyé; hebekî ji kevneperezî, hinekî ji hizra eşîrî; an jî ji girr û bédadiya heyî, ji berberî û dijberiya bûyî(ya derbaré kurdî de)ziman xistiye qalibekî, bi serûber kiriye, tahmek dayiyé; çi ji bo gel/xelké…û çi ji bo ku hinek  ranebin nebéjin ‘ekrad/kurd ne xwedî ‘kelam’û huner in, bé esl û fesl… û bé kok û bingeh in…’ Li gorî hin çavkaniyan, Kurdan ji wexté salixdayî-dîrokî  heta bigihe îro 9 alfebe;Bizmarî, Avestî, Aramî, Pehlewiya Kon,Masî Soratî, Xuruc ul Sir, Erebî ,Latînî, Kirîlî bikar anîne.(3) Desthelata Kurd rojek ji rojan rabe berhemén bi wan alfebeyan veguhéze alfebeya ku îro bikar dihét-erebî an latînî- bi min bi dû Kitébxaneya İskenderiyé ya ku di dema desthelata Hz.İmer de hate sotin, dé pirtukxaneya herî dewlemend û berhemdar be. Belé; Xanî bi xwe jî ji `bédesthelatî’ û ‘béxwedîtiyé’ bi gazinc e ku, vé maliké di Memû Zîn de bi cih dike: Ger dé hebûya me jî xwedanek Alîkeremek, latîfedanek… Lé…xwediyekî li gel ‘a’lîkeremî’ û ‘latîfedanî’ zanîn, huner, helbest , kîtab, dîwan… li nik wî meqbûl/héjabûya!Hingé meyé çi bikira? wé gavé, wî: A’lema kelama mewzûn Alî bikira li bané Gerdûn û...wé; Bîna vé riha Melé Cizîrî Pé heyy bikira Elî Herîrî û…bi ser de; Kéfek wé bida Feqihé Teyran Hetta bi ebed bimayî heyran(4) Kî/ké bi baldarî û heyranî; di hin cihan de bi matmayîn û dilihayî neneriye/nanere li berhema li dû xwe ji qewmekî re, û pé re ji ciwaniyén mirovahiyé re hiştiye! Balkeş e; Xanî dema ku vé berhemé dinivîse, xwe dişibine ‘seffarekî’,’merivekî dîn ji dest çûyî’,û ‘dînar/pere/mal bi dest nexistî’: …………………………. Qelbé me nekir qebûlé hîle Qet bo xerezé nebû wesîle       Dîn çû,û ne ket bi dest me dînar       Paşé ji neçarî bûyne seffar  Sifré xweyé xef me eşkere kir  Qirtasiyebû me li lé dua kir         ……………………………         …………………………… Kurmancîye sıfr e , bê gumane Zêr nîne , bı bên sıpîde mane (4)           …………………………           ………………………… ‘Safaré’ ku di wexta xwe de Osmanî, Erebî û Farisî ji zimané bav û kalan bétir dizane û dikare biçe ‘seffariya’ zimanekî din bike; ji ber ku dilé wî qabil nade/qebûl nake, beré xwe dide ‘seffariya’ zimané xwe. Ji nefsbiçûkî  û ‘alîcenabî’ vî karé ku dike, Xanî çendî bi ‘Saffartiyé’ bin av bike jî, ya ku kiriye ‘zérigeriyek’e, ku her ‘mérxas’ nikare wisa bi hesanî xwe té werke! Jixwe, li Bakûr di navbera Bateyî û Cegerxwîn de ‘zéringerekî’din;’zéringerekî’ ku xezîneyeke mişt ‘zér’ û ‘durr’ û ‘sedef’ û ‘yaqût’li dû xwe hiştibe, naxuyé.Ev yek, nayé vé maneyé;ku li Bakûr kesayetin héja hin ‘dûr’ û ‘mirarî’ naxistine ser ‘xezîneyén’ li ber dest: Bi min, ya rast ev e;bi du dused salén xitm de, yekî Bakûrî zend û bend hildane, derdaw li xwe péçane ,û daketiye qada hunerbazan.Cegerxwîn  e ev, Cegerxwîné ku sé çar salan kém zéde hemtemené Hejar, Hémin, Ehmed Namî ,Osman Sebrî, Qedrî Can û Seydayé Tîréj … Cegerxwîn jî  mîna Seydayé xwe Xanî  di destpéka nivîsîné de,sebebé nîvîsîn û hilbijartina kurdî/kurmancî, weha berpéşî me dike: ……………………………………… Wexté min dî qewmé kurdî pirr delal Ew di név ehlé cîhan de bé heval       Ba sexawet ba diyanet ba hiner      Min li goşé lewhé qelbim kir xeter Ko beyan kim esl û ewsafén di wan Milk û hikm û padîşah û her zeman        …………………………………..       …………………………………. Ez dizanim ehlé çend esrén beré Bé teesib guh nade ne vé diré       ……………………………….       ………………………………. Vé ji yaran hévî sed carî dikim Zéde sed şukrî ji heqbarî dikim     Ko hezar û sésed û hem çil û heşt     Bu ji Mûsayé Hesarî ev nivişt(5) Weke  ji ristén li jor jî diyar e sedemén Cegerxwîn û sersebebén Ehmedé Xanî kem zéde nézî hev in. Dîsa jî, bo ku îro hinek ranebin û nebéjin ‘Xanî ji kurdî pé ve bi zarekî din nizanibû ku bi Farisî an Erebî binivîse’,  péşiya vé lomeyé  bi yekkirina çarînén çar zimanî, dibire: Hel lena min nî’metî weslil min nesîb Ofîtadem ber deret béçare,sergerdan xerîb Derdîmîn çoqluxu senden ote yok hîç bir tabîb Ey tabîbé,min dewayé derdé Xanî her wîsal(6) Cegerxwîné ku Xanî dike Seydayé xwe, di detpéké de  weke gellek kesén ku ‘xame ‘ di ‘ hibirdanka’ zimanén serdestan dakirine, ew jî xwe radikişîne Erebî. ‘Kurmé’ zimané dagirkeran ne tené dikeve zimané meriv; bi demé re dil dikevéje, xwe li xewn û xeyalén meriv radipéçe, û hédî hédî dinizile nava ruh, da kes û kesayeté wegurîne ber bi nasnameyeke din de,û  merivé jérdest bike kavilekî hîç î pûç. Ji vé an ji wé, nivîskar û hozanvané ku di  destpéké de xwe ranekişandibe Tirkî, Erebî, Farisî..nîn e. Di vé buwaré de Kurdén fere-ziman û fere-çand(!) yén ku bi zimané serdestan dinivîsin mînaka Cezayîr û İrlanda  derdixin péş, û hehvdanén nîvîskarén wan welatan ji xwe re dikin palpişt. Ev babet ne mijara vé nivîsé ye, û jixwe gelek munaqeşe û guftûgo hatine kirin… Ku em dagerin ser Cegerxwîn…me got ku Cegerxwîn jî xwe radikişîne zimané Erebî.Lé Seyda xwe zû ji nava pençén vî ‘gurî’ xelas dike, li tevî kerwané Seydayé xwe Xanî dibe Di gel vé ya, Cegerxwîn yek ji wan şa’irén kurmac e ku ji bilî kurmancî, bi kurmanciya jér, zaravé Sorî helbest lé kirine:Ev helbest bi jimarî 10 in di sé  dîwanén Seyda de;’Agir û Pirûsk’,’Sewra Azadî’û ’Kîme Ez’ de ne: Nawî Kurdistan pir şewq û taw e Gencineyî fikrim maneyî em naw e …………………………………….. ……………………………………. Wezîfey xom her teblîxî kurd e Le mirdû herçî dimîne nawe Cegerxwîn gerçî seydayé kurd e Ta ésta pesnî kesék nedawe(7) Helbesta ‘Wezîfey Xom’ pesinnameyek e, bo şexsiyetek ‘alîceneb’ û ‘kerembala’  Elî Kemal-nav di helbesté de jî derbas dibe-bi Soraniyeke ku her kurmancîaxév tébigihije, hetiye nivîsîn. Lé helbesta bi navé Zilmî Bégane Dibînim? Ev helbesta bi soraniyeke sormancî me dibe salén 1960î, demén mamostetiya Cegerxwîn, di Zanîngeha Bexda, pişka Zimané Kurdî de… Cegerxwîné ku wan deman bûbû endamé lîcneya sitendarkirina kurdî, li gel hemû érîş û arişeyén  rûdayî, em dibînin ku wî,  wé demé siberoja qewmekî di ser hemû bîr û boçûn, hizr û ramanén cur be cur én kes û derdorén bîrdoztndrew re girtiye; ‘mişara zimané kurmancî’’ bi çend nimûneyén kicik be jî guheztiye  zaré soranî:   Ey welatem pût û latem pîrî xemgînî te me Rencberî lawanî tû me,peyké mizgîné te me Ey welaté min pût û laté min pîré xemgîné te me Rénckéşé lawé te me, peyké mizgîné te me Gerçî kurdit pém delén ‘bé dîn û gawir’ pém xweş e Dîn û îmanim tû wî men dîn û bé dîné te me Kurd çendî li peyminbibijin ‘bé dîn û gawir’ bi min xweş e Dîn û îmana min tu yî ,ez dîn û bédîné te me Em perîşanî û zilet têk le işqê tû exum Pêm delên em şat û dîn e, rast e men dînê te me Vê  perîşanî û ziletê tev bo eşqa te dixwim Li dû min dibêjin şet û dîn e,rast e ku dînê te me ………………………………………………… Tamî sebrem tamî sebr e tal û tûjî zor me xwar Wa bi alem tal û tuj im çunkî şérîné te me Tama sebra min sebra te ye tal û tûjî zor me xwar Weha bi alémé tal û tûj im,ji ber ku şérîné te me ……………………………………………… Bes yekitî xweş divêtin da ku têk serbest bibin Men be qurbanê sera û,ala rengînê te me! Bes yekitiyek xweş divê,da ku tevserbest bibin Ez bi gorî û qurbanê ser û ala rengîne me Zilmî bégane dibînim wa li xakî tû dibî Şuhretî dawe dielém men Cegerxwîné te me(8) Zilma bésedem dibînim,ev li ser axa te dibe Dawa rûmeta xwe dikim,ez Cegerxwîné te me(9) Seyda, di helbesta ‘Zilmî Bégane Debînim’ de,li hember neheqî û bédadiya ku lé dibe de, rasterast giliyé xwe digihîne welaté xwe; Kurdistan!û dibéje ‘ev zilm û tawanén ku li min dibin, li ser xaka te, ji bal xelké te ve tét kirin! Baş tét bîra min, di salén 70yî de çi li Bakûr çi jî Başûré Rojava(Binxeté) hin kesan bi navtédana hin derdoran Seyda mîna mirivekî ‘xirrbûyî’, ‘gawir’,‘’ji ré’ û jidînderketî’ bi nav dikirin û bi vé yeké diçûn bi ser Seyda de!. Lé, ew Cegerxwîn bû: Şa’iré welatekî bindest û gelekî jérdest bû. Û wî, xwe qet weke mirovekî bindest nedît; di gel rewşa heyî ya siyasî, olî û civakî a kurdan, pénç pere bi nérîn û gotinén wisa nedan; béttirs, rasteras rast bîr û baweriya xwe bi réya helbesté radigihand civaka ku héviya xwe  bi welatekî azad û serbixwe ve girédabû! Dilériya Seyda dilériyeke bépawan e. Di dema mirina Faîk Békes (bavé Şérko Békes e) de zilma ku lé dibe ji bîr dike; li dû Békes dibéje,’Békes tu ne Bé kes î! Eto Békes niye békes,kesit ew role û lawin Kesit ew şox û şang û naz,û ew xuşkén belek çavin ………………………………………………………… ………………………………………………………… Emin wan nakesan nakim be kes bo xwe ,heval Békes Kesim wa her de zindanan,dikrin hawar keç û lawin(10) Ji helbestşînnameya li jor zordiyar e , Seyda hewl daye ku bi soraniyeke nézî kurmancî şi’ira xwe lé biké. Jixwe heta demeke néz  Soranî  û Kurmancî ne di rojeva Kurdan de bûn,û ji devla Soranî û Kurmancî,ev zarav bi Kurmanciya Jér û ya Jor bi nav dibûn… Wekî  encam, wekî  peyva dawî: Qelemdarén kurmanc û sorî ketibûna pey liv û tevgera hozanvanén weke Cegerxwîn û Koyî, îro du zarav, du zaravén sereke yén yek zimanî ji hev evçend dûr nediketin, nedibûn sedemé gengeşî û guftûgoyén ku îro tén kirin, û dé béne kirin. Arjen Arî 1. Kîme ez, Cegerxwîn, Wş.Avesta. 2.Mem û Zîn,E.Xanî,Wş.Hasad,Rp.60 3 .Em Zimané Kurdî Binasin;Wş.Ens.Kurdî ya Stenbolé,Rp.11-12 4. 4.Mem û Zîn,E.Xanî,Wş.Hasad,Rp.64 5. Kîme Ez, Cegerxwîn, Wş Avesta.Rp.318-319 6. Kovara war,Jmr.3 7. Agir û PirûskWş.Avesta,Rp 32 8. Agir û Pirûsk, , Wezîfey Xom, Wş.Avesta,Rp117 9.A.Arî 10. Kîme Ez, Şîna Békes, Wş.Avesta,Rp.102