Jarê

12:44 10.10.2010

Nezanim ji bayên bablîsoka 



Weke kemanên şîzofrenî li ba dibim



Diqurmiçim di rehên jarê de



Qehrên meyandî vedixwim di zikata talda te de



Carisîyên nemayî didim ji xwedayên xurrifî re



Ti bi rondikên asoyên xwe dike



bijanikên xwe ji êvara derî şikestî re negire



Ez dizanim pakîya te di cihê xwe de ji westatîya westatir



Û ji zelalîya te tên qewirandin avên te lê vexwar



Sersaxîya çawakirina xumîna tewafa paxilên te



Ji baranê zûtir…



Û qulmişkên kerbê di berbanga şolîbûna hêsrên te de
dixeniqin                     



Darên dûr hilma te jê diweşin



Nifirên niviştên sêqozîk di sînga me de diteliqin



Lê ez dizanim jarê 



Semawendê tazîtiya ayetên te me



rûpel bi rûpel



Û bi cizba mêtina lêvên te ketime



Bixwe ketim e



Û jarê her dem navê teyî kelogirî barên hiştiran li pişta
min dike



Di kaşên çavên te de 



Marmasîyên tilîyên te aniha bi şev çiraya heyvê re



Gola  dilê min dihejî
ne



Govenda derewan girtîye bi peqokên biharê re



Bûme xizanekî 
xwelîserê evînê,dînîtî yên xwe vedirşim



Geşta malwêranîya xwe me



Gumana min tune






Mîtan Şareza