Kulîlkên Bihara Roboskî 09:49 30.12.2011 Sîh û çar caran zarok im rengê xiyalan   Sîh û çar caran xort dengê hêviyan   Sîh û çar hêvî me, sîh û çar berfîn mizgîniya biharê û dîmenek ji kulîlkên Roboskî   Sîh û çar caran jiyan im li ser laşên parçebûyî   Sîh û çar caran kurd im xewnereşka şevşevokan Sîh û çar nefes di rengê Xuda de ku jiyan dide nûşîn dike   Sîh û çar hêstir im ji hêrsa di gewriyan de derdayî   Sîh û çar qêrîn im li ser zimanê milyonan û kute kuta dilê xwînmijan   Sîh û çar keser im hêviya pêşeroja azad   Û "dara azadiyê bi xwîn û xwêdan tê avdan”   Mahabad Felat Arda 2011-12-30